Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Almanya careke din çek ji pêşmerge re şand

untitled

Wezareta Parastina Almanyayê diyar kir ku wan hezar çekên ji cureya G-36ê û 2 milyon û nîv gule ji Hêzên Pêşmerge re şandine.

Li gorî ragihandina ajansa Sputnîkê, Almanya di çarçoveya alîkariya leşkerî ji bo Herêma Kurdistanê de, bareke din ku ji çekên G36ê û guleyan pêk dihat ji Hêzên Pêşmerge re sand. Li gorî ragihandinên çapemeniyê Wezareta Pêşmerge piştrast kiriye ku çekên ku Almanyayê şandine, ketine destên wan.

Almanya eşkere kiriye ku wan bi mabesta şerê li dijî Daişê ev çek şandine Herêma Kurdistanê û wê hevkariya wan a bi pêşmergeyên Kurdistanê ber berdewam be.

Li gorî saloxdayînan Almanya gotiye ku nabe ev çek bikevin destê hêzeke din yan jî aliyeke sêyemîn.

Wekî tê zanîn ji destpêka şerê Daişê heta niha, Hikûmeta Almanyayê çendîn car in ku alîkariya leşkerî dide pêşmergeyên Kurdistanê.

Almanya yekem car sala 2014-ê ji bo rizgarkirina Şingalê çekên giran dabû Herêma Kurdistanê.

Dîsa li gorî agahiyên ji hikûmeta Kurdistanê hatine wergirtin Almanya heta niha zêdetirî 2 hezar û 400 ton çek û cebilxane daye Kurdistana Federal.

***

PEN-a Almanyayê Can Dundar û Erdem Gul xelat kir

untitled

PEN-a Almanyayê ku baskeke PEN-a Navneteweyî ye, “Xelata Hermann Kestenê” îsal da herdu rojnamegerên rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Erdem Gul.

Merasîma xelatdayînê duh li Almanyayê pêk hat. Di xelatdayînê de Dundar û Gul 10 hezar euro wek diyarî standin. Can Dundar niha li Almanyayê wekî penaber dijî û nikare vegere Tirkiyê çimkî gava vegere wê bikeve hepsê. Erdem Gul jî li Tirkiyê ye û derketina wî ya derveyî welat hatiye qedexekirin. Loma Gul beşdarî merasîma xelatdayînê nebû.

Erdem Gul pirsên BBC-yê bersivandiye û gotiye: “Min dixwest beşdarî merasîma xelatdayînê bibim lê ji ber Biryarnameyên di hikmê qanûnê (KHK) qedexeya derketina derve danîne ser min. Ji ber ku ev qedexe ne bi riya dadgehê, lê bi riya KHK-yê hatiye dayîn, nikarim îtîraz jî bikim. Çimkî li dijî van biryarnameyan mafê te yê îtîrazkirin û gilîkirinê tuneye.”

Erdem Gul di hevpeyvîna xwe de gotiye divê rojnameger ji ber xeberên xwe werine xelatkirin lê li Tirkiyê têne cezakirin û ji ber ku ew hatine cezakirin têne cezakirin. Mixabin em ketine rewşeke wiha ku li Tirkiyê êdî xeber têne cezakirin.

Gul li ser xelatê jî wiha gotiye: “Ez vê xelatê li ser navê tevahiya rojnamegerên girtî qebûl dikim.”

Can Dundar û Erdem Gul îsal hem li Tirkiyê, hem jî li derveyî welat, di serî de “Xelata Azadiya Derbirînê Ya Kuluba Çapemeniya Swêdê”, gelek xelat wergirtibûn.

Ji ber xeberekê Can Dundar û Erdem Gul li Girtîgeha Sîlîvriyê 92 roj girtî mabû, piştre hatibûn berdan lê ji ber heman dozê 5 sal û 10 meh ceza standibûn. Li ser vê yekê Dundar çûbû Ewropayê û careke din venegeriyabû.

Rojnameya Agosê jî berê heman xelata Almanyayê wergirtibû.

***

Sekreterê NATO-yê Stoltenberg: Hinek sûbayên tirk îltîca kirin

untitled

Sekreterê Giştî Yê NATO-yê Jens Stoltenberg, diyar kir ku hinek sûbayên artêşa tirk ku di nav tifaqa leşkerî ya NATO-yê de ne îltîca kirine.

Stoltenberg bi vî awayî nûçeyên medyaya Almanyayê yên derbarê vê yekê de piştrast kir.

Jens Stoltenberg got: “Di fermandariya NATO-yê de rast e ku hinek leşker û sûbayên Tirkiyê îltîca kirine û serî li penaberiyê dane.”

Stoltenberg diyar kir ku wê biryarên serlêdanên îltîcayan yek bi yek welatên ku leşkeran serî lê dane bidin. Lê Sekreterê Giştî Yê NATO-yê eşkere nekir bê çend sûbay li çend welatan û ji ber kîjan sedeman serî li penaberiyê dane.

Sekreterê Giştî Yê NATO-yê Stoltenberg her wiha bang li Tirkiyê kiriye ku hurmetê nîşanî hiqûqê bide. Stoltenberg sibê –yekşem- diçe Stenbolê.

Li gorî çavkaniyên BBC-yê sûbayên tirk ên ku li Monsa Belçîkayê, Virginia Norfolka Amerîkayê û Ramsteina Almanyayê di baregehên NATO-yê de kar dikin bi awayeke fermî serî li wan welatan dane ku mafê penaberiyê wergirin.

Herçi Wezareta Parastina Îngilîstanê ye heta niha derbarê penaberiya leşkerên tirk ên li vî welatî de tu şîroveyên fermî nekiriye.

Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15-ê Tîrmehê, Tirkiye gazî gelek fermandar û sûbayên xwe kiribûn ku li derveyî welat li baregehên NATO-yê de kar dikirin. Beşek ji wan vegeriyabûn û hatibûn girtin, beşek ji wan jî venegeriyabûn.

Ji Medyaya Almanyayê Televizyona ARD-ê û Ajansa DPA-yê duh diyar kiribû ku fermandar û leşkerên tirk ên li Baregeha Ramsteina NATO-yê serî li penaberiyê dane.

Li baregeha leşkerî ya Ramsteinê 30 jê tirk 500 leşkerên NATO-yê hene.

***

Ji ber kareseta Şêrwanê midûr û 6 rayedar hatin binçavkirin

untitled

Derbarê karesata madenê ku duh li şêrwana Sêrtê pêk hat de midûr û 6 rayedarên kana paxirê hatin binçavkirin. Biryar hatiye derxistin ku kesekî din jî were binçavkirin.

Di nav kesên hatine binçavkirin de midûrê kanê û 2 pisporên ewlekariya kar jî hene.

Xebatên karkerên di bin kanê de mane jî berdewam e. Îro cenazeyê karkerekî din jî hate derxistin.

Heta niha cenazeyê 5 karkeran hatine derxistin. Di kanê de 16 karker hebûne û xebatkarên rizgariyê hewl didin ku xwe bigihînin 11 karkerên di bin kanê de mane.

***

Fistanê Marilyn Monroe bi 4,8 milyon dolaran hate firotin

untitled

Fistanê aktrîsta navdar a Amerîkî Marilyn Monroeyê ku sala 1962-yê di 45 saliya rojbûyîna Serokê Amerîkayê yê demê John F. Kennedy de li xwe kiribû û strana “Rojbûna te pîroz be Serok” gotibû, li mezadeke li Los Angelesê bi 4,8 milyon dolaran hate firotin.

Fistanê ku ji hêla Jean Louis ve hatiye dirûtin û pêve 2500 kevirên krîstal hene, teng û narîn e, ji hêla zincîre şirketeke mezadan ve hate kirîn.

Di destpêka mezadê de bihayê fistanê 3 milyon dolar bû, paşê bi 4,8 milyon dolaran hate firotin.

Marilyn Monroe, beriya wê çalakiya taybet ji Jean Louis xwestibû ku ew fistaneke wisa narîn û taybet çêke ku bi tenê ew li xwe bike.

Monroe, piştî lixwekirina vî fistanî bi 3 mehan, 5-ê Tebaxa 1962-yê di 36 saliya xwe de li mala xwe mirî hatibû dîtin.

Hatibû eşkerekirin ku Monroe bi zêdebarî derman xwariye û bi vî awayî xwe kuştiye.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev