Tevrabûnên li Kurdistana Başûr -1

Tevrabûnên li Kurdistana Başûr -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Beşa pêşin ha tê binavkirinê: ”Tevrabûnên li Kurdistana Başûr -1”. Beşa duduyan emê piştî çendekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 66

(Di wêneyê da Kamuran Bedirxan bi xanima xwe ra hatîye mêvanîya Serokê kurdan Mustefa Barzanîyê nemir)

Hela berî bûyerên li Suleymanîyê, dîwana Îngilîs ya eskerî-sîyasî li Îraqê raçev kir, ku li Kurdistana Başûr çiqas diçe, ewqas pir kes hişyar dibe. Rast e, di nav serokatîya kurda da dutîretî-dubendî hebû, û di ser da jî, wana mêla îngilîsa dikişandin, lê dîsa jî hate ber çava, ku varyanta serkarîkirina bi awayê dagîrkarîyê li vira wê bi ser nekeve. Tu şik tunebû, ku pêwîst e li temamîya Îraqê û herwiha wan kolonîya da jî, ku Antantayê ji dest Almanîyayê û Tirkîyê zevt kirîye, rêjîma dagîrkirinê bidne nûjenkirinê. Lê bi wê yekê ra tevayî, cêribandina pêşin ya ji alîyê Îngilîs da dagîrkirina Îraqê da xuyakirin, ku lazim e bi awakî taybetî berbirî binecîyên kurd bibin, û ew berbirîbûn gerekê ji ya hindava ereba da bê cudakirinê. Ew herwiha rast bû di hindava peywandîyên di navbera çend eşîr û konfêdêrasyonên kurda da û ya sereke, hindava biryarkirina pêşeroja sîyasî ya Kurdistana Başûr da jî. Pirsa kurda bi temamîya heyetîya xwe va ber serokatîya Brîtanîyayê li Îraqê kund veda û ew hîç hazir nîbû wê safî bike.

Pêşîyê, wek me got, sîyaseta îngilîsa hindava kurda da li Rohilata Nêzîk, hîm dibû li ser bikaranîna sîyaseta dijî tirka û belakirin-werimandina dijîtîya hindava Fransîyayê da. Rêzîdêntê Brîtanî yê sîyasî li Devtenga Farizistanê (Xelîcê) Persî Koks û nûnerên Îngilîs yên mayîn di dawîya sala 1918a û destpêka sala 1919a elam dikirin, ku kurdên Kurdistana Başûr dijî vegerandina Tirkîyê ne û bi temamî bi îngilîsa ra ne, ku gelek serekeşîr ser wê bawerîyê ne, ku gerekê ji Îraqê biqetin û bikevine bin hukumdarîya Îngilîs, an jî eger ew di teşkîla Îraqê da bimînin, bi kêmanî, ew hukum bira bimîne. Di nav serekên kurda da yên usa jî hebûn, ku dixwestin Îngilîs yekser serokatî li erdê kurda bike, lê piştgirên Fransîyayê tunebûn (Şêx Mehmûd elam kir, ku ew “bi tu awahî” wê hukumê fransiza qebûl neke). Bi gotina Noel, terefdarên wê yekê jî hebûn (piranî di nav bazirgana da), ku statûya “hevalbenda” Antantayê bidne kurda û li ser bingeha wê gerekê li Kongreya Parîsê ya aşîtîyê da nûnertîya wî serbixwe be. Fikra hinek serekeşîrên kurdên Kurdistana Îranê jî vî awahî bû, xwesma der-dorê sînorê Îraqê-Îranê da. Vira sêparatîzma dijî Îranê jî serî bilind kir, ku ne bi dilê Îngilîs bû(16). Em çi jî bêjin, rewşa li Kurdistana Başûr rê ber îngilîsa vedikir bona bere-bere tabîyên xwe wê navçê da bide qewînkirinê, hazirîya xwe bibîne bona wê bi temamî bike bin destê xwe.

Lê tevrabûnên kurdên Îraqê dijî îngilîsa yên pêşin, ku di bahara sala 1919a da destpê bûn, dane xuyanîkirin, ku îngilîs tê berdane, gava fikirîne, ku tenê bi mêtodên propogandayê wê bikaribin hukumê Brîtanîyayê li Kurdistanê bidne rikinkirinê. Dijminatîya kurda hindava zordestên nû, nexwestina ku bin nîrê Brîtanîyayê bijîn, ji tewlebazîyên propoganda zapitên sîyasî bi hêztir bûn. Bi vê yekê ra tevayî, ji wana gelek, ku bi dagîrkarîya bi awayê kevin va hatine perwerdekirinê, pêra ne gîhandin, an jî nikaribûn warguhêzî dem û dewrana nû bibin û sebebên bingehîn yên hişyarbûna gelê kurd û têkoşîna wan ya azadarîyê bibînin. Serdar Noel, mesele, nivîsîye: “Tevgera ji bo serxwebûna kurda ser bingeheke eses nîne”. Paşê ewî nivîsîye, ku “propoganda kurda ya miletîyê wê tu cara negihîşta vê merhelê”, eger tirsa heyfhildana ji alîyê ermenîya da tunebûya, ku ew jî Roava helan dida wan, û ew bas nehatana belakirinê, ku xudêgiravî qebîleke kurdên Nisêbînê rûyê peywandîyên bi ereba ra xwe ji qebîlên Suleymanîyê û Rewandûzê dûr xistîye(17).

Hilbet, bi zexîreke wa va nikaribûn hêvîya xwe danîna li ser kurda. Hela di ser da jî, li Kurdistana Başûr konkûrêntên îngilîsa peyda bûn-ew jî tirk bûn, ku bi wan ra hesab ne dihate kirin. Endamên komîteya “Yekîtî û Pêşverûtî”, ku dû derdayîna tirka di şêr da ji dîwanê hatibûne dûrxistin, û partîya wan jî ji hev bela bûbû, ji meydana sîyasî unda ne bûbûn. Komîteyên Îttîhad li Dîyarbekirê, Merdînê û navbendên Anatolîya Rohilatê yên mayîn da aktîvîya xwe ya sîyasî demeke dirêj parastin. Ewana di şerkarîya dijî dijminên xwe yên sîyasî-îttîlefîsta (endamên partîa “Hurîyet ve îtîlef” -“Azadî û barişî”), ku dû derdayîna Tirkîyê ra serkarîya hukumeta Stembolê dikirin û dewletên Antantayê, berî gişka Îngilîs, bi her awahî piştgirî û alîkarîya wan dikirin, dixwestin “karta kurda” bi kar bînin û ji bo wê jî di nav eşîretên Kurdistana Başûr-Roava û Kurdistana Başûr da propoganda dijî Brîtanîyayê dikirin û ji bo wê bangawazîyên îslamîsta bi kar dianîn.

Cantirk-îttîhadîst di navça Hekarîyê û der-dorê wê da (li nav eşîrên xerkî, şirnaxlî, remezan, salehî û yên mayîn) konfêdêrasyona dijî îngilîsa çê kirin, lê wek xuya bû, ew karekî ciddî nikaribû bikira. Wana peywandîyên xurt bi serekên kurda ra, yên li paytext diman, danîn: bi parlamêntar Ebdul-Qadir, Emîn Elî Bedir-xan, welîyê Mûsilê yê berê û weşankarê rojnama “El-Hedîs” Suleyman Nezîf, kurdê îttîhadîst Ebdule Cevdet ra(18). Lê vira jî nasyonalîstên kurd berjewendîyên xwe parastin û peywandîyên xwe bi îngilîsa ra ne birîn. Îngilîs, bi bawerîya wan, dikaribûn ziyan bidana serxwebûna kurda li Îraqê, lê ne ku li Tirkîyê, an jî Îranê, li ku alîkarîya îngilîsa dikaribû roleke giring bilîsta.

Çi jî hebe, tirka li Îraqa Bakûr gelek ziyan gîhandine îngilîsa. Navbenda karkirina dijî îngilîsa li Kurdistana Başûr-Roavayê bû (navça Dîyarbekir-Merdînê), serokatî li wê dikir qumandarê berê yê ordîya tirka ya 6a Elî Îshan paşa, ku bi îttîhadîsta va girêdayî bû. Armanca wan ya sereke ew bû, ku nehêlin îngilîs ew axa bi stratêjî giring zevt bikin û mehên pêşin dû xilasbûna şêr ra xetera wê yekê hebû. Rast e, li wê navça Kurdistanê da partîya proîngilîsîyê (bi mêlgirtina îngilîsa) jî hate sazkirinê (bi navbenda Sîîrtê) û tevrabûneke bona serxwebûnê destpê kir, ku Simko serokatî lê dikir. Lê mêla Simko zêde li ser Kurdistana Îranê bû û terefdarên Îngilîs jî kêm bûn(19).

Di nav binecîyên kurd da hey diçû dijîtîya hindava zevtkarên awropî da (xwesma îngilîsa) zêde dibû û qezîya mezin ji wana dihat. Li ser wê bingehê, dijîtîya bi sala-zemana ya hindava zordestên tirk da bi demeke kurt kete ser plana duda, xwesma di wê rewşa sîyasî ya xiringêle da, ku dû derdayîna di nav şêr da li Tirkîyê saz bûbû. Hurmet û hukumê hukumeta Stembolê heta dereca lape nimiz ket, lê serokatî, ku bahara sala 1919a destbi şerê miletîyê-azadarîyê yê gelê tirk kiribû, bi her awahî hewl dida ku kurdên Anatolîya Rohilatê qe na loyal bin, ji ber wê jî dixwest bi wan ra peywandîyên baş dayne. Di vê rewşê da şerkarîya kurda li Tirkîyê xemleke serbixwe wergirt, ango, ser demeke kurt wana xwe aza texmîn kirin.

Kurdên Tirkîyê mehên pêşin yên pey şêr ra ser wê bawerîyê bûn, ku dikare li hêla başûr-rohilatê ecêb bê serê wana, li ku îngilîs bingeh girtibûn û berbi wan dihatin. Lê sebebeke mayîn jî serda zêde bû û bi wê rewşeke baş dihate sazkirinê bona nava kurda da propoganda dijî Antantayê bê belakirinê. Gilî derheqa pirsa ermenîya da ne, ku dîsa sert bûbû.

Basên derheqa sazkirina dewleta ermenîya ya serbest li rohilata Anatolîyayê, li ku herwiha gelek kurd jî diman, hela dawîya sala 1918a xuliqî û dema amedekirina peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra diha zêde dibûn. Ev bas tesîra xwe li ser kurda dihîştin û di nav wan da bîr-bawerîyên dijî ermenîya peyda dibûn û bi wê ra tevayî jî nebawerîya hindava sîyaseta dewletên serketî pêşda dihat, yên ku derd û kulên gelê ermenîya, ku dema Ebdul Hemîd û cantirka da hatine qirkirinê, bona berjewendîyên xwe bi kar dianîn.

Gerekê bê kivşkirinê, ku pînckirinên (niçandin, navtêdan, helandayîn) dora pirsa ermenîya ne tenê ji împerîyalîsta ra, lê herwiha ji civaka kurda ya konsêrvatîv, serekên eşîra û derebega ra jî dest dida (bi dilê wan bû), ku wî çaxî serokatî li tevgera kurda ya ji bo azadîyê dikirin, lê em wê jî ji bîr nekin, ku ewana berê her tişt dikirin, ku milet pêş nekeve û wek dîndarekî musulman bê perwerdekirinê. Dema Îngilîs, Fransîyayê, Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî alîkarîya nasyonalîstên ermenîya dikirin, ew serekeşîr û derebegên kurda ew alîkarî usa şirove dikirin, ku dewletên xaçparêz û casûsîya ermenîya hazir dibin dijî kurdên musulman “telikê çê bikin”. (Ev versyon ji reaksyonêr û dîndarên tirk, nav wan da kemalîstên miletçî ra jî dest dida, ku gelê tirk bi “xetera ermenîya-xaçparêza va çavtirsandî kiribûn”).

Çi ku derheqa ermenîya bi xwe da ne, ew hemû qalmeqalma derheqa damezirandina dewleta ermenîyan da tenê zirar ji wan ra anî. Û gilî ne tenê derheqa pelepistûkîyên nûnerên Roavayê da ne, ku xudêgiravî xêra ermenîya dixwezin, an jî derheqa wê da ne, ku miletçîyên kurd û tirk bi çavê dijminayê li wê yekê dinihêrin. Ya sereke ew bû, ku rastîya dîrokê hatibû guhastin. Rûyê gelkujîya ermenîya da, ku bi destî tirka hate kirinê, li Ermenîstana Tirkîyê (Roavayê) jimara ermenîya bi carekê va kêm bû; ermenî piştî wan bûyeran îdî bûne gelê bi jimara xwe va biçûk, ango kêmjimar. Ocaxa gulvedan û pêşketina gelê ermenîya derbazî Ermenîstana Rohilatê bû (ango, Pişkavkazê) û qedera wê bi Rûsîyayê ra, lê pey Oktobira sala 1917a -bi Yekîtîya Sovyet va hate girêdan. Daxaza hukumdarên daşnaka ya ji bo Ermenîstana “serbixwe”, ku dixwestin nava demeke kurt da Ermenîstana Roava bighînine xwe, planên wan yên hêç û pûç derheqa sazkirina Ermenîstana Mezin ji “behrê hetanî behrê” (ango, ji Behra Reş heta Behra Navwelatîyê), di nava praktîkê da dikaribû bûbûya ne tenê bela serê ermenîyan, lê herwiha dikaribû ziyan û zirar bigîhanda gelê kurd, ereb û tirk jî.

Belê, bi sebebên bêlî ew pêk ne hatin. Lê sîyaseta daşnaka ya dûrnedîtî û teyfabazîyê, ku ji alîyê împêrîyalîstên Antantayê da dihate pînckirinê, ecêbên giran anîne serê wan ermenîyên Ermenîstana Roava, ku pey qirê li wir mabûn. Wek hûnê li jêrê bibînin, ji wê sîyaseta şaş gelê kurd jî ziyanê ket û zirar dît. “Faktora ermenîya” di mehên pêşin yên piştî şêr, gava rewş sext û nedîyar bû, û komên dijî îngilîsa li Tirkîyê ew bi kar dianîn, gelekî bi dilê dijminên hukumdarîya Brîtanîyayê bûn li Kurdistana Îraqê. Tiştekî text-bext (tesedûf) nîne, ku bi pêşnîyarîya A. Wîlson serokatîya Brîtanîyayê li Îraqê 12ê gulanê sala 1919a bi resmî elam kir, ku axa kurda wê “ji destdirêjayên ermenîya” bêne parastinê(20).

Bi vê û dêklarasyonên wek wê va îngilîsa nikaribûn torinîya (êlît, arîstokrat) kurda li Îraqê bînine alîyê xwe. Eger rastîyê keve, tu hevalbendekî wan di nav serekên Kurdistana Başûr da tunebûn, lê wana di wê derecê da hêvîya xwe danîbûne li ser seîd Taha, ku dijminaya wî bi Ebdul-Qadir ra (apê wî) gişkava eyan bû(21). Planeke dinê jî dihate amadekirinê-bona sazkirina hevalbendîya proîngilîsîyê di navbera Taha û hevalê wî yê gelek sala Simko da(22). Peywandîyên ne baş di navbera Taha û Mehmûd Barzincî da jî hildidane ser hesêb (didane ber çava), ya ku alî îngilîsa kir, ku sala 1919a serhildana Mehmûd Barzincî bihincirînin(23). Lê hemû heq-hesabên wan pûç derketin.

Hertruda Bellê nivîsî ye, ku “serekên kurda bona wê yekê dixwestin avtonomîya kurda hebe, ji bo bikaribin berjewendîyên xwe pêk bînin û ser xin, ango diha hêsanî karê qaçaxîyê û talanê bimeşînin û tiştên mayîn(24). Em ewqasî jî ne bi van gotinên hinkûfî dagîrkara ne, lê ewê dikaribû ser da zêde bikira, ku îzbatîya gotinên wê ew peymanin jî, ku serekên kurda bi îngilîsa ra girê didan. Eger em rastgo bin (obyêktîv), karkirina sîyasî ya Taha, Simko, em îdî derheqa Mehmûd Barzincî da nabêjin, destpê kiribû ji goveka (çarçova) sêparatîzma derebegî derdiket. Wana dixwest dewleta kurda ya serbixwe ava bikin, qe na di nav sînorên Kurdistana Başûr û Rohilatê da. Lê ew dihat wê manê, ku ewana ser wê bawerîyê bûn, ku îngilîs zû-dereng wê ji wan dera bicemin-herin, ji ber wê jî carna mecbûr dibûn bi wan ra diketine nava peywandîyên cûr bi cûr, yên dijî gelên Rohilata Nêzîk.

Ew hevraxeberdan balkêş in, ku Taha di destpêka meha gulanê sala 1919a li Bexdayê derbaz kirin. Ewî pêşnîyar kir bin hukumdarîya Brîtanîyayê Kurdistana yekbûyî saz bikin û perçên wê yên Îranê û Îraqê jî bikevine navê. Îngilîs berk derkete dijî wê yekê, ku Kurdistana Îranê bikeve nava “dewleta” kurda ya ku tê plankirinê. Taha di bersîva xwe da elam kir, ku ewê bêy qayîlîya Îngilîs navçeyên kurda yên Îranê bike navê(25). Em bêjin, ku ew qayîl bû bi dîwana Îngilîs ra li Kurdistana Başûr bi van şerta kar bike: 1) baxşandina (efûkirina) hemtomerî (tevayî); 2) welêt da gerekê ne hukumdarek hebe, gerekê çend hukumdar serokatî li axên avtonom bikin; 3) vegerandina gelên xaçparêz (ermenî, aşûrîyên nêstorîyan) li cî û warên xwe, gerekê negihîne wê yekê, ku ew hukumî li ser kurda bikin; 4) îngilîs gerekê sozê alîkarîdayînê bidin. Serokatîya Îngilîs, ku dema serhildana li Suleymanîyê hewcê piştgirîya Taha bû, hinek şertên wî pejirandin. Lê Wîlson name ji Taha ra şand û wê da sozê baxşandinê, navçîgarîya lihevhatina bi ermenîya ra û piştgirîkirina berjewendîyên kurda li konfêransa aşîtîyê dida(26).

Sozê dawî îngilîsa bi hêsanî dan. Rû va ew gelekî bedew bû, lê rastîyê tu borc ne dida ser milê wan, ji ber ku pirseke gelekî nazik û ne dîyar bû (ew kî û kengê kivş kirîye, ku ew berjewendî gerekê çawa bin). Bilî wê, kesî nikaribû kontrolî li pêkanîna wî sozî bikira: eger ew biteribûya jî, dikaribûn bi hêsanî bin derketana, û bigotana ku xudêgiravî hevalbenda ne hîştin.

Noel, ku havîna sala 1919a bi seredan çû navçeyên kurda yên Îraqa Bakûr û Tirkîya Başûr-Rohilatê, 23ê hezîranê bangawazîyek derxist, li ku dihate gotinê, ku konfêransa aşîtîyê wê pirsa kurda ser wê bingehê safî bike, ku “mafê her miletekî heye hukumeta xwe damezirîne. Hukumeta Brîtanîyayê bawer e, ku pirsa kurda wê li konfêransa aşîtîyê da piş guhê xwe va neyê avîtin”. Wek ku li bangawazîyê da dihate gotin, mafên hemû gel û çîna li Kurdistanê wê “bi awakî aş û qanûnî” bêne parastinê. Gunehkarên hovîtîya wê bêne cezakirinê, lê wê heyfa xwe ji kurda hilnedin. Bangawazî bi gazîya hilanîna dijminayê di navbera hemû mileta da xilaz dibû(27). Ev dokûmênt bi dilê serekên kurda bû, lê Taha, ku hatibû kivşkirinê wek hukumdarê mentîqa Rêwandûzê, dîsa jî himberî îngilîsa şikber bû, lê bi wan ra dikete nava danûsitendina. 

Çavkanî:

  1. Di vê para pirtûkê û yên din da tevgerên kurda piranî girêdayî sîyaseta Îngilîs, Tirkîyê û welatên mayîn ra têne lênihêrandinê. Derheqa tevgerên kurda da pirtûkeke taybetî derketîye “Tevgera kurda di dema nû û here nû da”. Moskva, 1987. Binhêre, ji bo nimûne, para IVa “Pirsa kurda piştî şerê hemcihanê yê yekemîn (1918-1923)”, rûpel 85-119.
  2. Di vê derecê da nasîyonalîzma kurda ya derebegîyê weke ya afxanîya ne (pûştûna), ferq tenê ew e, ku ya afxanîya da dîndarîya îslamîyetê pirtir e.
  3. Derheqa analîza rewşa gelê kurd ya civakî-aborî da di wê dewrana em li ser disekinin da, li vê pirtûkê da bi hûrgilî hatîye nivîsar: Mêntêşaşvîlî A. M. “Kurd”. Qiseyên derheqa danûsitendinên civakî-aborî, kulturî û debê da. Moskva, 1984.
  4. Lênîn V. Î. Dewrana nû ya dîroka cihanê.- Berevoka efrandina ya tam. Cild 22, rûpel 156.
  5. Lênîn V. Î. Şerê Balkana û şovînîzma bûrjûwazî.- Cild 23, rûpel 38.
  6. Binhêre: Kemal M. A. Tevgera miletîyê-azadîyê li Kurdistana Îraqê, rûpel 76; Mêntêşaşvîlî A. M. Îraq di salên mandata Îngilîs da. Moskva, 1969, rûpel 192-193; ASDR, f. AMH, dokûmênt 147, belge 14-15.

Rastîya bûyerên hundurîn, ku bi vê serhildana kurda û yên mayîn va girêdayî ne, îdî bi nivîsên Sovyetî û yên welatên dereke va eyan in, ji ber wê jî li vira û vir şûnda, dema şirovekirina serhildanên kurda û qîmetkirina wan, guhdarîya sereke wê bê danînê li ser pirsên giring, ku ji destê pêşin û ji pressayê hatine wergirtinê û cara pêşin têne karanînê (piranî ji “Arşîva miletîyê ya Hindistanê”).

  1. Wek xuya ye, ew Şirnaka ku li Îranê ye û nêzîkî sînorê Îraqê ye.
  2. ASDR, f. AMH, dokûmênt 147, belge 15.
  3. Ji bo nimûnê, binhêre: Longrîgg St. H. Îraq. 1900 to 1950. A Polîtîcal. Sosîal and Economîc Hîstory. L., 1953, rûpel 104.
  4. Di çavkanîya û nivîsa da îzbatîyên dokûmêntal tunene, ku Şêx Mehmûd Kurdistana serbixwe îlan kirîye; xuya ye, ku tiştekî nêzîkî wê bûye. Navê “hukumdar”, ku îngilîsa piştî ku tirka ji Suleymanîyê raqetînin, li Mehmûd Barzincî kirine, û ew nav di dema serhildanê jî li ser wî bû, ne bê mane bû. Di ferhenga Erebî-Rûsî ya X. K. Baranov (çapa 5a, Moskva, sal 1976) da şirovekirinên wê gotinê şaş in: “cendirme”, “qumandar” (rûpel 188); li ferhenga Farisî-Rûsî da ya B. V. Mîller da (çapa 2a, Moskva, 1953)-werger baştir in: “serek”, “mîr”, “maqûl” (rûpel 179).
  5. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 147, belge 15-16. Telegrama rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîyayê li Devtenga Farizistanê ya 25ê gulanê sala 1919a; Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 136-137; Rambout L. Les kurdes et le droît. Des textes, des faîts, P., 1947, rûpel 57.
  6. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 152, belge 87.
  7. Wîlson paşê nivîsî, ku ew dij bû, ku dardakirina Mehmûd ji ser bê rakirinê, ji ber ku eger ew ji ortê bihata hilanînê, ewê bibûya faktora sereke bona careke mayîn hal li Kurdistanê seqirî û aşt be (Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 139).

Şirovekirina serhildana Şêx Mehmûd ya sala 1919a binhêre: “Kemal M. A. Tevgera miletîyê-azadîyê li Kurdistana Îraqê, rûpel 76-81; Mêntêşaşvîlî A. M. Îraq di salên mandata Îngilîs da, rûpel 193-196.

  1. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 154, belge 18-20. Telegrama 28ê tebaxê sala 1919a. Fikrên wê yên bingehîn di vê pirtûka me da gelek cara hatine karanînê.
  2. Hay W. R. Two Years în Kurdîstan. Experîence of a Polîtîcal Offîcer 1918-1920. L., 1921, rûpel 193.
  3. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 152. Telegrama rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîyayê li Devtenga Farizistanê, ku ewî 3, 9, 11ê çileya pêşin sala 1918a û 5ê çileya paşin sala 1919a ji Delîyê ra şandîye, û telegramên wezîrê alîyê karên Hindistanê da bona cîgirê qiral, ku 9 û 19ê çileya pêşin sala 1918a hatine şandinê.
  4. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 152, belge 61. Telegrama rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîyayê li Devtenga Farizistanê ji bo departamenta alîyê karên der û sîyasî ya hukumeta Hindistanê, di 26ê nîsanê sala 1919a.
  5. Dîsa li wir, telegrama 15ê nîsanê sala 1919a.
  6. Bell G. Revîew, rûpel 66.
  7. Dîsa li wir, rûpel 68.
  8. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 147.
  9. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 152, belge 60. Telegrama rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîyayê li Devtenga Farizistanê, ku 19ê nîsanê sala 1919a ji Sîmlayê ra hatîye şandin.
  10. Longrîg xwendevana dida bawerkirinê, ku serokatîya Brîtanîyayê “bi dilekî vekirî” berbirî kurda dibû, ew jî wî çaxî, ku di mehên pêşin yên dagîrkirinê da “ecêbên giran” anîye serê wan, lê dîsa jî di navbera serekên kurda û zapitên Îngilîs da (Longrîgg St. H. Îraq, rûpel 102) dostanîyake dilgerm hebû.
  11. Bell G. Revîew, rûpel 63.
  12. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 152, belge 79-80. Telegrama rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîyayê li Devtenga Farizistanê ji bo hukumeta Hindistanê, di 12ê gulanê sala 1919a.
  13. Bell G. Revîew, rûpel 69.
  14. Dîsa li wir, rûpel 69-70. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev