Ûsiv û Xezal

Ûsiv û Xezal

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema şêstûşeşan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Ûsiv û Xezal” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 66

Wextekê Ûsiv şivanê axakî bû. Heft sala ber pêzê wî bû.

Qîzeke axêye zef bedew hebû, navê wê Xezal bû.

Xezalê û Ûsiv hev hiz dikirin, herdu alîyada jî hizkirin hebû, lê Ûsiv ji tirsa axê xwe newêribû beyan bikira, çimku ew axakî xûnxur bû, lema jî Ûsiv nikaribû Xezalêra xeberda. Ji gundê cînarê wan, jêra digotin gundê Mehmûd axa, kurekî Mehmûd axa hebû, navê wî Hesen beg bû. Rojekê Mehmûd axa hate mala bavê Xezalê, wekî Xezalê ji kurê xwera bixweze. Bavê Xezalê soz da, wekî Xezalê bide kurê wî.

Wexta Xezalê eva yeka bihîst, gele ber xwe ket, pirçukirî bû.

Pezê nîvro hat bela bû, Ûsiv çû alîyê malê, gazî kevanîya kir, go:

-Werin pêz bidoşin.

Kevanîkê beroşa bêrîyê hilda, çû ber bêrîyê û gazî kir:

-Xezal, were pêz bide bêrîyê.

Xezal hat, Ûsiv serê pêz girt, Xezalê jî pez da bêrîyê, lê her gav Xezal eşq bû, henek û laqirdî dikirin, dikenîya, şa dibû. Ûsiv lê nihêrî Xezale medekirîye, gote kevanîyê:

-Xezal îro çima medekirîye?

Kevanîyê got: -Bavê Xezalê soz daye Mehmûd axa, wê Xezalê bide kurê wî, Xezalê bihîstîye, lema jî medekirîye.

Gava Ûsiv eva gilîya bihîst, şewat kete dilê wî û fikirî, rengê wî nola gulekê çilmisî. Pez temam dotin, berx berdanê û berx kîs kirin. Ûsiv dizîkava Xezalêra got:-Xezal, ezê te birevînim, eger tu bêyî.

Xezalê got: -Ûsiv, çawa ez neyêm, tu ese êvarê were min bive.

Xezal çû mal, ewê dizîkava tivdarekê xwe dît, wekî êvarê hazir be, heta Ûsiv tê wê dibe.

Ûsiv pezê xwe heta êvarê çêrand, êvarê pez bire guhêrê û pez teslîmî yançîyê xwe kir, got:

-Tu miqatî pêz be, heta ez diçime nav gund, karê xwe dibînim û ezê bêm.

Ûsiv hate nava gund, xwe egle kir, ku gund temam bisteqire. Dîna xwe dayê, wekî gund temam siteqirîye. Çû ber derê axê sekinî. Xezal ji hundur derket, hûr-mûrê wê di dêstda, got:

-Ûsiv, zûke, em rêkevin, hela kes me nehesîyaye.

Ûsiv hûr-mûr ji destê Xezalê girtin, girte destekî xwe, bi destekî jî destê Xezalê girt û ji gund derketin. Ûsiv û Xezal pir çûn, herkê hindik çûn, Xezalê got:

-Ûsiv, tu gerekê min bivî cîkî usa, wekî bavê min pê nizanibe, hergê cîyê me zanibe, ewê bê me bikuje.

Ûsiv got: -Xezal, tu fikara meke, ezê te bivim cîkî usa, wekî kes nizanibe em li kune.

Xezalê got: -Tuyê me bivî ku?

Ûsiv got: -Emê herine çiyayê Şengalê, ew cîkî xalî û bi mêşeye.

Ûsiv Xezal bir çiyayê Şengalê, ewî gelîkîda şikeftek dît. Ew û Xezal pêketin hundurê şikeftê temiz kirin û xwera têda man. Ûsiv hine dar ji mêşe anîn, hevva dane mixkirinê, derîkî çûk çê kir, da ber derê şikeftê. Ûsiv fikirî, got:

-Xezal, ji mera îdare lazime. Ûsiv bi kirîn, herkê bi berevkirin, ji nav gunda nan dianî ji xwe û Xezalêra, bi wî cûreyî herduya ebûra xwe dikirin. Ewana xwera çarberek çê kirin, xwerina xwe ser çê dikirin. Rokê Ûsiv û Xezalê xwera xeber didan, Xezalê got:

-Ûsiv, wekî ez nehatama, bavê minê ez bidama kurê Mehmûd axa, lê minê xwe bikuşta, çimku min nikaribû dest kurê wî mirdarîda derbaz bikira. Îro ez hundurê şikefta kevirîda zef şame û bi eşqim, tek ji wan xûnxura dûr bim. Ûsiv can, tu mêrî û xebatçîyî, de bixebite û min xwey bike, heta çika kîjan alîda li me dibe ronayî, em ji xwera aza bigerin.

Çend sal derbaz bûn. Xezalê du kur anîn û herdu zaru hela hê çûk bûn. Sivekê Ûsiv rabû, torbê xwe hilda û got:

-Xezal, rabe beravê dayne, kincê me bişo, miqatî zarabe, ezê herime ser xebata xwe û belkî mera nan, xwarinê bînim.

Ûsiv wa got û çû.

Ûsiv çû, Xezal rabû berav danî, destbi kincşûştinê kir; hine av jî germ kir, wekî serê xwe bişo. Gava Xezal vegerîya, ku piş xweva binihêre, ecêveke reşe giran dît: birre siyar bi wêva derketin. Siyara xwe pêra gîhand; Xezalê kir ki bireve, bikeve hundurê şikeftê, siyara pêşî lê girtin, dane sekinandinê. Ewana Xezal girtin û topî ser hev bûn, lê ew siyarê Elo Mehmûd paşa bûn. Gava Elo Xezal dît, got:

-Eva çi nêçîreke başe, got, lawikno, eva perîye, xwe ne evde, ancax layîqî mine.

Ewana Xezal siyar kirin û vegerîyan. Xezal birin çûn. Destê Xezalê ji zarêd wê qetandin, ew bi dilê kul rex wan ket, birin çûne gundê xwe.

Ûsivê westîyayî, belengaz hine nan û xurekê berevkirî kire torpê xwe û hate mala xwe. Gava ewî derê şikeftê vekir, lê nihêrî kes şikeftêda tune, xêncî herdu zarêd wî, ew jî digirîn. Ûsivê belengaz zaroyêd xwe kerr kirin û derkete derva; vî alî, wî alî nihêrî, kes tune, berbi beravê çû, dîna xwe dayê, ku kinc di cîda mane, lê Xezal tune. Gelekî fikirî, lê nihêrî, wekî dewsa nigê merîya, rêça hespa li ber beravê mane. Ûsiv fikirî û kela wî tije bû; hêrsa wî rabû, îda zar ji bîra wî çûn. Kete rê, da pey îza (rêça) wana, çû. Pir çû, hergê hindik çû, çû gihîşte gund, rastî mozelana dêwêr hat, çû cem gavîn, selam dayê. Gavan selama wî vegirt, got:

-Ser çevara hatî, xortê delal.

Ûsiv jê pirsî: -Bira, ev çi dewate gundê weda?

Gavan got: -Xortê delal, ew dewata Elo Mehmûd paşaye, îro du roje ewî ji çiyayê Şengalê xwera jinek anîye, lê hinek jî dibêjin perîye anîye, ji eşq û hurbûna defê dixe, dewatê wîye.

Gava Ûsiv ew gilî bihîst, lêva xwe gest, dilê xweda got: “Ewa ku anîne – Xezal bi xweye”. Ewî gote gavîn:

-Bira, tu dikarî mala axê nîşanî min dî?

Gavîn da pêşîya wî, bire ber derê axê, nav dewatê, got:

-Xortê delal, evaya mala axêye,- bi tilîya xwe mala axê nîşanî Ûsiv da, got:

-Tu here îzinê ji dergevanê wî bixweze, ku bikaribî herî hundur.

Ûsiv çû cem dergevanê Elo Mehmûd paşa, selam dayê. Dergevan selama wî vegirt, got:

-Tu çi dixwezî, xortê delal?

Ûsiv got: -Gerekê tu îzinê bidî ez herime hundur, cem Elo Mehmûd paşa, çend kilama jêra bêjim, belkî fireya mirazê xwe û perîyê çend qurûşa bide min, ez ebûra xwe û zarêd xwe bikim.

Dergevan got: -Keremke, birê min, here hundur.

Gava ew çû hundur, lê nihêrî Xezal rûniştîye, Elo jî serê xwe daye ser çoka wê û Xezal jî digirî. Xezalê serê xwe hilbirî, lê nihêrî Ûsiv li pîya odê sekinîye. Ewê bin çevara elamî Ûsiv kir. Ûsiv cîyê xweda sekinî. Elo serê xwe ji ser çoka Xezalê hilbirî, lê nihêrî xortekî delal li bin pîya oda wî sekinîye. Elo got:

-Xezal, binêre, eva belengaza çi dixweze, dest têxe cêba çewkanê min, çend qurûşa bidê, bira here.

Xezalê bin çevara li Ûsiv nihêrî, got:

-Elo paşa, eva meriva merivekî gazindare, tu îzinê bide, bira çend kilama bêje seba min û te, wekî dilê min hevekî rehet be.

Elo got: -Lawo, ji tera îzine! Çend kilama Xezal xanimêra bêje.

Ûsiv got: -Elo paşa, kilamêd min hene, lê min ji merîya hildaye, dibe gotinêd min li te xweş neyên.

Elo Mehmûd paşa got: -Bêje, lawo, wekî tu ji minra bidî xebera jî, ez dengê xwe nakim bona xatirê Xezal xanimê; bêje lawo, bêje!

Ûsiv lê nihêrî çevêd Elo ji xewa ji hev ranabin, ewî dest bi kilama kir û got:

 

Çiyayê Şengalê wê bi mije

Xezalêra derket cerda Eloyê mêrkuje

Elo paşa, ezê bextê teme

Tuyê Xezalê nebî

Li çiyayê Şengalê maye cote zarê şîrmije.

 

Çiyayê Şengalê wê bi dare

Xezalêra derketîye cerda Elongê kale

Elo paşa, ezê bextê tedame

Xezalê berde, nebe

Li çiyayê Şengalê maye cote zar, zare-zare.

 

Çiyayê Şengalê wê bi tirî

Xezalêra derketîye Eloyê Millî

Elo paşa, ez bextê tedame, Xezalê berde

Li çiyayê Şengalê maye cote zare, digirîn.

 

Çiyayê Şengalê wê bi qiçî

Li çiyayê Şengalê cerda Elo dixericî

Elo paşa, ez bextê tedame, Xezalê nebe

Li çiyayê Şengalê maye, cote zaroyê birçî.

 

Ûsiv kilama xwe kuta kir. Elo jî razabû, Xezalê got:

-Ûsiv, şûr bîne.

Ûsiv şûr ji dîwêr anî xwarê, gihîşte Elo, serê wî jê kir, kincê wî li xwe kir, şûrê wî avîte situyê xwe û başlix da serê xwe, sûretê xwe pêça, derkete sivderê, gazî seyîsê hespa kir, go:

-Du hespa bi zîn û bûsat ke, ez û Xezal xanim emê herin himamê, kesek di ser meda neyê heta sê roja.

Xulam du hespêd kihêl ji tewlê kişande derva. Ûsiv û Xezal ji hundur derketin, li hespa siyar bûn, xulama jî hew zanibû axê wane, ajotin.

Ûsiv û Xezalê ajot, çûn çiyayê Şengalê, gihîştine zara, zarêd wan nêze-nêz jê dihatin. Wana zarêd xwe hildan, çûn derketine welatekî usa, wekî nav û dengê axê lê tunebûn.

Got: Ahmê Çolo, 70 salî, aşiq, ji gundê Elegezê, li ser nehîya Aparanê. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev