Darîn Zanyar – yek ji stêrên herî geş yê cîhana hunerî!

Guhdarên delal! Îro emê nasiya we bidin sterkeke cîhanî bi eslê xwe ve kurd Darîn Zanyar. Darîn Zanyar wek hunermendekî cîhanî naskirî ye û berhemên wî li piraniya welatên cîhanê tên belavkirin, lê wî eslê xwe ji bîr nekiriye û dibêje: “Ez kurd im û stranan ji hemû cîhanê re dibêjim, dibe ku di siberojê de bi kurdî jî stranan bêjim.”

Hunermend Darîn Zanyar dibêje muzîkek ku ruh didiyê folklora kurdî ye.

Darîn Zanyar sala 1987 li paytexta Swêdê, Stockholmê ji dayîk bû. Dê û bavê Darîn ji başûrê Kurdistanê bajarê Helebcê ne. Bi kurdîya başûr, soranî dizane. Darîn di zaroktiyê de pir ji stranên Michael Jackson hez kir.

Ew ji temenê xwe yê 3 salî de bi mûzikê û reqasê ve mijûl dibû. Di dibistanê de li ser dikê gelek car çawa stranbêj pêşda dihat. Kengê 14 salîya wî temam bû Darîn dest bi nivîsandina kilamê xwe li stûdyoyên mûzîkîyê de dikir. Pişt re ewî dibistana mûzîkayê jî temam kir. Di 16 salîya xwe de ewî kontraktê – peymannamê xwe ya yekemîn bi şîrketa SONY BMG (Sony BMG Music Entertainment was a record music company) re îmze kir. Li destpêka sala 2005 an ewî albûma xwe ya pêşin derxist. Albûma wî bû ya zêrîn. CDye Darîn mehekî zêdetir di radyoya Catê ya Swede cîyê yekem digirt, bû ya platîn. Mûzîkzanan Darîn binav kirin wek kesekî herî naskirî yê sala 2005 li Swêdê. Di rojnamê û kovarên Swêdê de wî navkirin weke Beatles l’isteria, Mishael Jackson ê Swedê, popstêr. Ewî hezkirineke wisa qazanc kiribû, ku gelek swedî jî navê Darîn li zarokên tezebûyî dikirin. Sala 2005 an albûma wî ya duduyan bi navê “Darîn” ronayî dît. Dawiya sala 2006 an Darîn albûma xwe ya sisîyan derxist. Dû ra ew albûm jî bû ya zêrîn. Berhemên stranbêjê pir jêhatî û xweyê talanta mezin ji hêla şîrketên mezin ên navneteweyî wek Sonny Music û Universal û EME tên belavkirin.

Bi tevayî Darîn 6 albûm belav kirine û çend xelatên cîhanî yên girîng wergirtine. Albûma dawî bi navê “Exit” di 2013 de belav kir û li seranserê cîhanê bi mîlyonan heb jê hat firotin.

Darîn Zanyar her wiha kontraktê digel şîrketên Almanyayê, Japanê û Rûsyayê re jî girêdaye. Mûzîka Darîn bandora xwe li ser gelek stranbêj û komên cîhanê hişt. Darîn Zanyar tevî prodûsêrê mezin, yên ku prodûsêrê Michael Jackson, Jeniffer Lopêz, Celine Dion, Britney Spears, Shakira bûn, kar dikir.

Di gel temenê xwe yê ciwan jî ew îro li Swêdê yek ji stêrên herî geş yê cîhana hunerî ye. Yek ji wan hunermendan e ku ev çend sal in tim di rojevê de ye û niha wî li seranserê Swêdê wek sitranbêjekî herî baş dihesibînin.

Belê em behsa xortê Helebceyî Darîn Zanyar dikin. Erê ew li Swêdê ji dayîk bûye, lê di malbateke kurd de mezin bûye û lema herçend ew piranî bi îngilîzî distire jî xuya ye wî ji zaroktiya xwe beşek girîng ji muzîka ku lê guhdarî kiriye ya kurdî bûye.

– Stranek hebû, kêfa min pir jê re dihat, bi navê Gerîden bû… Dema ez zarok bûm min pir li wê guhdarî dikir û jê hez dikir,- Darîn Zanyar dibêje.

Darîn dide zanîn ku niha jî carcaran ew li mûzîka kurdî guhdarî dike, lê niha hinekî berovajî çaxê ku ew zarok bû ji mûzîka govend û dîlanan bêhtir ew dibêje: “meyla min li ser mûzîka kurdî ya folklorî ye.

– Bi min mûzîka kurdî ya folklorî xweş e. Mesele weke Hore. Pir li xweşiya min diçe û ruh dide min”. -Darîn malpereke kurdî ya mûzîkê re dibêje.

Mirov dikare bipirse bê gelo van herdu awayên muzîkê yên ji hev cuda; yek bi tempo û govendî ya din stranên giran mîna hore û heyranî çiqas tesîr li Darîn kirine. Ji ber ku di tevgerên wî de jî du taybetmendî, du aliyên ji hev dûr, mîna ku ew du kes bin derdikevin pêş.

Aliyek jê aramî û sergiraniya wî ye. Ev xortê niha 29 salî di civatê de mirovekî zêde sakîn e. Hem bi gotin, hem jî bi liv û tevgerên xwe ji temenê xwe kamiltir û girantir xuya ye. Lê ev xortê ewqas aram dema diçe ser dikê û mîkrofonê digre dest xwe, bi deng û awazên xwe mîna tendûrekek ku biteqe lê tê.

Piraniya gelê Swêdê Darîn Zanyar cara pêşî berîya 12 salan di 2004ê nas kirin. Di televizyona Swêdê kanala 4ê de pêşbirka muzîkê ya bi navê Idol dihate lidarxistin û Darîn yê ku hingî 17 salî bû di Idol de derket fînalê û pêşbirk di rêza duyem de qedand.

Bi vê pêşbirkê re nav û dengê wî belav bû. Salekê pişt re wî sêlika xwe ya yekem derxist û di destpêka îsal de CDya wî ya şeşê ya bi navê “Exit” derket. Her CDya ku ew derdixe jî dikeve nav yên ku herî zêde tê firotin da.

Darîn konsêrtên mezin li Swêdê saz dike û gelek kes diçin konsêrtên wî. Ew dixwaze rojekê wan konsêrtan di nav miletê xwe de jî saz bike: “Pir hez dikim ku ez herim û konsêrtekê li Kurdistanê saz bikim. Çend şîrketan pêwendî bi min re kirine da ku li Kurdistanê konsêrtekê saz bikim, lê hîn me li hev nekiriye.”

Darîn wek hunermendekî cîhanî, ji şerê ku pêsîra Kurdistanê girtiye dilgiran e û dibêje ku ew bi serkeftinên Pêşmerge pir kêfxweş e, lê ji ber rewşa pênaber û koçberan xemgîn e: “Ji bo penaberan, min û hunermendekî swêdî kampanyayek ragihand û me karîbû dora 400 hezar kronên swêdî (50 hezar dolarên amerîkî) wek hevkarî bo penaberan kom bikin.

Darîn ne tenê alîkariya penaberên Kurdistanê dike, lê alîkariya hemû hejarên cîhanê dike û dibêje: “Girêbenda min a reklamê bi şîrketekê re heye. Ez qezencên wê girêbendê pêşkêşî hejarên hemû dinyayê dikim.”

Lê gelo ev xortê dengxweş û hezkirî yê Helebceyî wê kengî bi kurdî bistirê? Ew qet li vêya fikirîye? Darîn wiha barsîivand pirsa malpereke kurdî: – Em mêyzekin. Mimkune ez bistirêm, lê eger ez bikim divê di cî de be. Dema mesele muzîk ê ez zêde tîtîz im, zû bi zû naecibînim. Eger ji %100 ne piştrast bim, naweşînim. Lewra divê straneke li gorî dilê min be. Weke min gotî pêwist e ez ji %100 piştrast bim, ji stran û kalîtê razîbim da biweşînim.

Lê, Darîn dibêje ne dûrî aqilan e ku ez di pêşerojê de bi kurdî bistirêm û di dawiyê de silaveke wî ji guhdarên kurd re heye.

Fermo guhdarên delal, guhdarîya çend kilamên Darîn Zanyar bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev