
Ji Kelepora Kurmancên Îranê
Nivîskar li nav gund û bajarên devera Kurmancên Îranê gav bi gav li pey heyranok û heyranokbêjan li materyalên folklorîk geriyaye û berhema xwe pêk anîye. Lê nivîskar ne ku tenê materyalên folklorîk, herwisa li ser herêmên Kurmanc-nişîn jî agahiyên tarîxî raberî xwendevanan dike; bêwekî kîjan eşîr li ku dijî, meşhûrên wan kî ne, kok û hoza wan ji ku tên û hwd…
Surûş, bi vê xebata xwe hem Kurmancên Îranê hem jî folklora wan li ber çavê me eyan û beyan dike…
AGAHIYÊN KITÊBÊ: Nav: Ji Kelepora Kurmancên Îranê Gilî û Gazindên Evîndaran Nivîskar: Ebdulkerîm Surûş Weşanxane: Nûbihar, Rûpel: 320 Cûre: Folklor Ziman: Kurdiya Kurmancî. Çapa Yekem: 2016
Riataza