Machiavelli: “Xedariya aqilane dilovaniya rasteqîn e”

Machiavelli: “Xedariya aqilane dilovaniya rasteqîn e”

Mahmut Özçelik

“Prens” navê pirtûka Niccolo Machiavelli ye. Taybetiya vê pirtûkê ew e ku ji dema ronesansê hetanî heyama em tê de dijîn qet tu carî girîngiya xwe winda nekiriye. Li her cihê ku kêşeya bidestxistina desthilatiyê an jî jidestçûna desthilatiyê lê tê gengeşîkirin ramanên N. Machiavelli derdikeve pêşberî mirov. Li gel vê, wekî pirtûkeke pîroz, di bin çengê her siyasetmedar û rêveberî de ku dixwaze di armancên xwe de biserkeve, tê dîtin. Lê ji siyasetmedar û pêşengên kurda jê çend kes hay ji vê pirtûkê heye, cihê gumanê ye. Armanca min ew e ku di vê gotarê de bala raya kurd ber bi naveroka vê pirtûkê ve bikişînim… 

Niccolo Machiavelli Kî Ye?

Berî naveroka pirtûkê dixwazim li ser N. Machiavelli çend hevokan rêz bikim. N. Machiavelli ji malbateke payebilind ya ji Floransaya Îtalyayê ye. Bavê wî hay ji berhemên dema Roma û Yûnanistana antîk hebûye û ev jêhaybûn ji bo Niccolo Machiavelli derfeteke baş diafirîne. Li zanîngeha Floransayê dixwîne û piştî perwerdehiyeke baş wekî serokê dadgeha bilind li Floransayê dest bi karê xwe dike. Dû re di 1510an de wekî elçî/qasid diçe Fransayê û bi qralê wê demê Louisê XII. re hevdîtinan pêk tîne. N. Machiavelli dema Spanya welatê wî/Floransayê dagîr dike, tûşî îşkence û cezayê hepsê dibe û dû re tê sirgunkirin. Di sala 1527an de dimire û piştî mirina wî ev pirtûk -Prens- di sala 1532an de cara yekem tê weşandin… 

Naveroka Pirtûkê/”Prens”: 

1- Machiavelli di vê pirtûkê de ewilîn li ser cureyê mîrekî/mîrnişînên wê demê radiweste: Mîrektiyên ku bi şêweyê mîrasî/nesebî ji hikumdarekî dewrî hikumdarekî din tê kirin, an jî ji ber şert û mercên tevlîhevbûyî damezrîna mîrektiyên nû. Û dû re li ser fikra hikûmdarekî baqil yê ji dêvla ku ewlehiya xwe bi leşkerên bi peretî/bikirê dixebite, divê baweriya xwe bi welatiyê xwe bîne, disekine. Derheqê şer de fikrên xwe derpêş dike. Ber bi dawiya pirtûkê ve N. Machiavelli li ser yekîtiya Îtalyayê radiweste û dixwaze ev yekîtî bi saya mîrekî baqil û xwedî hêz ve pêk were.

Mirov dikare bibêje N. Machiavelli li pey mîrek îdeal yê bêqisûr e ku tenê di xeyalên wî de dijî.

Mirov dema vê pirtûkê dixwîne bi hêsanî dibîne ku di sedsala XVI. de li Îtalyayê ji hêla siyasî ve parçebûyinek heye û bi dehan mîrek di nava gelek nakokî û dijberiyan de ne û misêwa şer, dek û dolab tên gerandin. Venedîk, Papatî, Napolî, Mîlan, Floransa; û hin dewletên mezin yên wekî qraltiya Fransayê û Spanyayê jî çav berdane dewlemendiyên Îtalyayê…

Li gorî N. Machiavelli ”bidestxistina serweriyê” an bi artêşên ”yên din,” an bi artêşa dewletê ya heyî re, an bi saya siûdî/talihî, an jî bi saya hêz û zanatiyê pêk tê. (r. 15). Lê dû re bi bîr tîne ku hin mîr bi saya xebatên xwe yên xerab jî dikarin bibin xwediyê serweriyê. Ev cure mîr belkî bibin xwediyê serweriyê lê tu carî nabin xwedî şuhretê, lewre li gor N. Machiavelli ”xerabî tu carî îhtîşamek rasteqîn nayîne.”

Piştî serwerî pêk hat jî divê prens/mîr xwedî qabiliyetek dûrbîniyê be û hêj pirsgirêkên civakê mezin nebûye wan bibîne û çareser bike. Di vê babetê de wiha dibêje: ”Dema nexweşî dest pê bike tedawî hêsan lê teşhîsa wê zor e. Ancax di destpêkê de ger teşhîs nebe û tedawiya wê pêk neyê, bi demê re teşhîsa wê hêsan dibe lê tedawiya wê jî zehmetir dibe. Heman rewş ji bo  tiştên aîdî dewletê jî derbasdar e. Ger di demek zû/pêşwext de teşhîs bibe nexweşiyên ku di dewletê de rûdayî di demek kin de dikare were tedawîkirin. Lê dema di destpêkê de teşhîs nebe û paşê dema ku bi qasî herkes bikaribe teşhîs bike destûra mezinbûnê hatibe dayîn êdî jê re çare dîtin ne gengaz e.”(r. 22). Çimkî N. Machiavelli baş dizane ku ”dem di esasê xwe de her tiştî ber bi pêş vediguhêzîne; bi qasî rindiyê xerebiyê, bi qasî xerabiyê jî rindiyê bi xwe re tîne.”

1- Machiavelli di serkeftina mîran de çend xalan destnîşan dike: Texlîdkirina mirovên mezin, talih/siûd û qabiliyet. Ya herî girîng jî ”xwedîbûna qabiliyetê” ye. Ji ber ku talih tenê derfetê diafirîne lê bi saya ”hêza vînê/qabiliyetê” derfet bi kêrî serkeftinê tê.

2- Machiavelli balkêş e ku dema şîretê li mîran dike bikaranîna bêînsafiyê/xedariyê jî jibîr nake û wiha dibêje: ”Dema kesekî xwedî qabiliyet serwerî bi dest xist, ji bo ku hikumraniya dewletê ji dest nede divê çiqas pêwîstiya zirardayinê heye lîsteya hemûyan çêke û hemûyan di yek derbê de bi cih bîne, bi vî awayî dê pêwîstiya her roj zirardayînê nebîne, çimkî êdî bi devjêberdana zirardayînê dê mirov xwe di ewlehiyê de hîs bikin û mîr jî alîkariya wan bistîne.” (r. 55). Bi vî awayî dê mîr zirar û xedariyê di yek derbê de bi cih bîne ku şênî her dem di nava hêrsê de nejîn, lê dema mijar tiştên feydedar be divê mîr wan hêdî hêdî û hindik hindik bike da ku şênî tehmê jê wergire…

Hinek mîr jî bi saya alîkariya hemwelatiyên xwe serweriyê bi dest dixe, ev cure mîrektî wekî mîrektiya sivîl tê binavkirin. Mîrektiya sivîl an bi alîkariya gel an jî bi alîkariya çîna dewlemend tê bidestxistin, lê ya herî guncan ji bo hatina desthilatiyê rêbaza bi alîkariya gel e. Heçku yê bi alîkariya dewlemendan tê ser kar, bi gelek talûkeyan re rû bi rû dimîne. Ji ber ku ji dewlemendan gelek kes xwe wekî mîr xwedî paye dibîne û mîr nikare her demê fermanê bide wan. Ev jî rêveberiya mîr zehmetir dike.

1- Machiavelli herî zêde bala mîran ber bi ser zagon û artêşên baş ve dikişîne. N. Machiavelli wisa bawer dikir ku mîrek ancax bi saya zagonên baş û leşkerên qenc dikare bingehek qewîn û siberojek bi ewle ji bo mîrektiya xwe dabîn bike: ”Li cihên ku artêş ne baş be dê zagonên baş jî neyê dîtin, dîsa li cihên ku artêşên baş hebe dê ji mecbûrî pêwîstî bi zagonên baş jî hebe.” (r. 69). Li vir ya ku N. Machiavelli dibêje belkî ahenga di navbera pergala sivîl û ya leşkerî de ye.

2- Machiavelli ji bo berevanî û parastina mîrektiyê, naxwaze ku mîr leşkerên bi pere/kirêkirî kar dikin, bixebitîne. Çimkî leşkerê ku bi pereyan wezîfeyê werbigire dê ji dil şer neke û tenê bibe sedema tevliheviyan: ”Ger mîrek serweriya xwe bispêre leşkerê bi pere qet bi carê dê di nava saziyeke ewlehî û biryardariyê de nebe. Di nava wan de yekîtî û bihevrebûn nabe, bê disîplîn û bê sedeqat tevdigerin, di nava dostan de egît, li meydana şer tirsonek in, (…) di dema aştiyê de ew -leşkerên bi pere- we talan dike, di şer de jî dijminên we… Sedema vê jî nebûna hezkirinê ya ji bo we ye… Dema şer tune be bi dilxwazî dibin leşkerên we, lê dema şer hat jî direvin û we di qada şer de tenê dihêlin…” (r. 70). Dîsa li gori N. Machiavelli her prens divê artêşeke ji hemwelatiyên xwe damezrîne. Çimkî dewletek ger ji leşkerên xwecihî artêş çêkiribe dê welatê xwe ji ”biyaniyan” baştir biparêze…

Rewşa leşkerên bi pere wiha ye: ”Qezenca ji van leşkeran tê tenê hêdî hêdî, dereng û bê nirx e, lê windahiyên ji wan tê jî ji nişka ve ye û mirovan metelmayîn dihêle. Û wekî encam ”leşkerên bi pere” Îtalya ber bi koletiyê ve, ber bi nemerdî û reziliyê ve dehf da.” (r. 75).

Li gor N. Machiavelli çawa leşkerên bi pere ji bo prensekî talûke ye, her wisa ”artêşên alîkar” jî ji bo serweriya prensekî talûke ye. Artêşa alîkar ew artêş e ku li ser daxwaz û vexwendina we, ji bo alîkarî û parêziya we tê. Lê hatina leşkerên alîkar her dem ji bo prensê alîkarî xwestiye xisarê tîne, çimkî ger hûn şer winda bikin dê hûn ji xwe mehf bibin, ger hûn şer qezenc bikin jî hûn dê bibin koleyên wan…” (r. 76). Ji bo vê yekê mînaka herî balkêş ev e: Împaratorê Bîzansê ji bo bi cîran û dijberên xwe re serî bikişîne ji padîşahê osmaniyan Orhan Beg alîkariyê dixwaze, lê piştî alîkarîdayinê leşkerê osmaniyan êdî ji Nîvgirava Gelîboluyê şûn ve venakişe û dû re dibe belaya serê bîzansiyan, hetanî di sedsalên pêş de dawiyê jî li împaratoriya wan tîne. Ji bo talûkeya artêşên alîkar N. Machiavelli vê gotina balkêş dibêje: “Bi alîkariya ”leşkerên alîkar” ku di gaziyê de hatî serkeftinek rastîn bi dest nakeve.” ”Prensê baqil di şerî de binkeftina bi leşkerên xwe, ji serkeftina bi leşkerên “yên din”çêtir dibîne”…

”Şer hunera mîr e”:

Divê prensekî baqil derheqê şer, disîplîna şer û hiqûqa şer de xwedî agahiyan be: “Şer hunera mîr e” (r. 82). Mîr divê di dema aştiyê de, ji dema şer zêdetir xwe ji bo şer amade bike. Ji bo xwe ji şer re amade bike nêçîrvanî rêbazek guncan e, çimkî bi saya nêçîrvaniyê deşt û newal, çem û çiya bi kurtasî hemû cihên welat ji bo wî dibe nasyar… Mîr ji bo şer ligel vê amadehiya bedenî, divê amadehiya zêhnî jî bike: ”Xwendina bûyerên di dîrokê de qewimiye, raçavkirina kiryarê kesên raser û serkeftî, tevgerê wan yê di şer de, sedemên serkeftin û binkeftinên wan hin qadên fêrbûne ne ku divê mîr wan paşguh neke.

Hikumdarê ku bi artêşa xwe re bilî nebe û xwe bide kêf û şahiyê dê tac û textê xwe ji dest bide… Hikumdarê ku ji hunera şer bêhay be dê tu carî ji leşkerên xwe hurmetê nebîne û bi xwe jî dê baweriya xwe bi leşkeran neyne…

Gelek wesfên mîran heye ku ger bi pîvanî neyê bikaranîn dibe ku ji bo wî bibe egera feleketên mezin. Ji ber vê yekê N. Machiavelli dixwaze ku hikumdar ji xeyalan bêtir li rastiyê binêre û li gor wê tevbigere: Merdî, çavfirehî, dilovanî, wêrekî, ewledarî, xweşbînî, oldarî û hwd. Mînak ji ber merdiya xwe ger mîr her tiştî bi bêsexbêrî xerc bike, bi vê jî bixwaze şuhretê bi dest bixe dê di dawiyê de hemû çavkaniyên welat biqede û vêca dê dest bi bacê bike, ev jî dê şêniyên mîrektiyê zivêr bike û her kes dê bibe dijminê wî… Ji ber vê yekê divê her mîr hay ji vê rewşê hebe û li gor vê pîvanê tevbigere: “Sexbêrîtî merdiya rastîn e” û encam divê her mîr bizane ku talûkeya li paş merdiyê dibe ku bibe sedema hilweşîna mîrektiya wî…

“Xedariya aqilane dilovaniya rasteqîn e”: 

1- Machiavelli li vir bibîr dixe ku her mîr dixwaze bi wesfê dilovaniyê were nasîn, lê divê ev dilovanî nebe egera rûdana xerabiyan. Divê mîr ji bo civak di nava yekîtî û sedeqatê de bijî, carinan ji tevgerên xedariyê jî xwe nede alî. Li hember her rewşê ger mîr xwedî dilovaniyeke bêtixûb be dibe ku ev rê li ber xerabiyên wekî cînayet, talan û diziyê veke û encama van neyîniyan jî xisarê bide hemû civakê. Lê xedariya bi pîvan dê tenê xisarê bide hin takekesan…

Mîr ji hezkirinê bêtir divê bi tirsê bandorê li civakê bike, divê tirsa mîr herdem di dilê gel de hebe…

Mîr divê pir baldar tevbigere da ku nefreta gel arasteyî xwe neke, ev jî tê wê wateyê ku divê mîr tirsa di dilê gel de çandiye bi pîvan bikarbîne ku li hemberî wî nebe sedema nefretê…

Ger mîr destdirêjiya jin, mal û milkê gel neke nefret zû bi zû rû nade, divê mîr xwe ji van neyîniyan biparêze… Çimkî ”mirov mirina bavê xwe jibîr dike lê wendakirina milkê bavê xwe jibîr nake” (r. 94).

Divê dema mîr ji artêşê re serpereştî kir bibe generalekî xedar. Eger şuhreteke mîr ya bi vî awayî tunebe dê tu carî nikaribe artêşê di nava yekîtiyê de an di nava amadehiya şer de bibîne. Vê derheqê de ji dîrokê du mînakan ravî me dike ku yek jê generalê Kartacayî Hannibal e ku ger bêînsafî û xedariya wî nebûya, qabiliyetên wî yên din dê têra serkeftina wî ya di şer de nekiribûya. Dîsa berovajî vê yekê generalê Romayî yê xwedî xweşbînî û dilovaniyê Scipio jî ji ber bi qasî disîplîna leşkerî binpê bike leşkerên xwe azad dihêle û li hember artêşa Spanyayê têk diçe… 

Divê mîr hem wekî ajalan hem jî wekî mirovan şer bike: Du şêweyên şerkirinê heye: Ya yekem li gor guncaniya zagonan e, ya din jî bi bikaranîna hêzê re çêdibe. Ya ewil ji bo mirovan ya duyem ji bo ajalan guncan e. Ya ewil dema têrî nekir mîr mecbûr e ku serî li riya duyem bide. Ji ber vê yekê mîr mecbûr e bikaranîna taybetiyên mirov û ajalan baş bizanibe. (r. 97).

1- Machiavelli gelek taybetmendiyên desthilatdaran aniye zimên. Ji wan taybetmendiyan yên herî balkêş karekterên hikûmdaran yên di dilqên şêr û roviyan de ne. Ji bo bi guran re serî bê kişandin divê ew wekî şêran bin lê ji bo ji dahfikan xwe rizgar bikin jî divê wekî roviyan nehs û kone bin. Bi gotinek din divê birêvebirên dewletê wekî şêran hov û jakaw, wekî roviyan jî fenok û hişyar bin. Şêr hem hêz e hem tirs e, rovî jî hem hiş e hem dek û dolab e. Di vê rewşê de tê dîtin ku divê desthilatdar tirsê jî di dilê gel de bi cih bike, lê dema vê yekê dike divê baldar be ku kîn û nefreta gel arasteyî xwe neke. Ji ber ku faktora sereke ya hikûmdar ji rêveberiyê bi dûr dixe kîn û nefreta gel e ya ku arasteyî wî dibe.

Prens dema mecbûr bimîne divê amade be ku dev ji exlaqa kevneşopî berde: ”Hetanî derfet hebe divê mîr xwe wekî kesayetekî mirovhez, birehm, xêrxwaz, bawermend, rastgo û oldar bide xuyakirin û nasîn. Lê dema ku bayê felekê ters çerixî jî divê ew bikaribe xwe biguhêre û bi qasî erdemên li jor bi xisletên xerab û xedar jî tevbigere.” (r. 99).

Divê her mîr ji tiştên ku nefreta gel zêde dike xwe dûr bigire: Çavbirçîtî, xespkirina mal û milkên gel, destdirêjiya li jinan… Dema mîrek xwe ji van xisletên nerênî dûr bigire dê komployên ji bo wî hatiye plankirin hemûyan têk bibe. ”Mîrê baqil kar û barê nefretê diafirîne bi kesên din dide kirin lê karên ku pesn û spasiyê tîne jî bi xwe bi cih tîne.” (r.105).

Mîr di nava pergala dewleta xwe de cihek girîng dide dewlemendan û li hemberî wan bi rêzgirî tevdigere, lê li hember gel û komên bêhez jî azwerî û pozbilindiya dewlemendan asteng dike.

Dîsa divê mîr xwe ji tevgerên sivik û jinokî safî bike, ji tirsonekî û bêbiryariyê dûr bisekine da ku di çavên gel de kêm neyê dîtin…

Ji bo mîrek du talûke heye. Yek ji hundir ya din jî ji derve tê. Talûkeya hundir, bi saya xisletên baş û bi dûr sekinîna ji tiştên nefreta gel diafirîne dikare bide sekinandin. Talûkeya ji hêla der jî bi saya leşker û artêşa baş dikare bide sekinandin.

Hikumdar divê şêniyên herêmên ku dagir kiriye bêçek bihêle, tenê alîgirên xwe biçek bike.

Pêşniyaza N. Machiavelli cerdevaniya li welatê me bi awayekî beloq ravî dike…

”Li bajarên ku ji we re serî tewandiye dabeşkirinê dermale nekin lewra dibe ku di dema aştiyê de bi kêrî we were lê di dema şer de dê yê winda bike teqez hûn/prens bin”…

1- Machiavelli li hember avakirina kelehan jî derdikeve û wiha rê ravî mîran dike: ”Ji bo mîrekî keleha herî baş ew e ku şêniyên di bin desthilatiya wî de bi dilsozî pê ve girêdayî be û ji prensî nefret neke.” (.r 119). Keleha herî qewîn gel bi xwe ye… 

”Bêlayenî dijminan diafirîne”:

”Prensekî baqil li hemberî du prensên ku bi kulmistan bi hev ketî divê bêalî nemîne, ji herduyan yekî wekî dost û mutefîk hilbijêre dê ev ji bo wî bibe egera rêzgirtinê… Çimkî herdem aşkereyî û bi duristî şerkirin ji bo mîrekî feydedartir e.” 

”Îtifaqa bi bandor her dem bi mîr dide qezenckirin”:

Kesên ku ne dostê we ye ji we her dem daxwaza bêlayanmayinê dikin, berovajî vê kesên ku dostê we ye jî bi aşkereyî, bi çek û leşkerên xwe ve we li cem xwe dixwazin. Ger li hember vê rewşê prensekî dîsa jî bixwaze ku bêlayan bimîne û xwe ji talûkeyê dûr bigire dê hilweşîna mîrektiya xwe bîne. (r.121).

Bi prensekî bêhêz re îtifaq dibe ku feydedar be…

Bi mîrektiyên bihêz re qet bi carê îtifaqa bidilî çênekin. Çimkî ger hûn qezenc bikin dê hûn bikevin bin baskên hikumdarê bihêz…

Hikumdarekî baqil her dem ji bo pêşdebirina bazirganî û pîşesaziyê dixebite… Xwe wekî evîndarê huner û zanistê dibîne.

”Pirzaniya mîrekî di hilbijartina peywîrdarên wî yên fermî de kifş dibe.” (r.125). N. Machiavelli qala sê cure mêjiyî dike: Yê yekem xwe bi xwe têdigihêje, yê duyem ku bi vegotina kesê din têdigihêje, yê sêyem ne xwe bi xwe têdigihêje ne jî dema kesê din vedibêje têdigihêje. Yê yekem mukemel qenc e, yê duyem qenc e û yê sêyem bêfeyde ye… Ev jî tê wê wateyê ku divê hikumdar di hilbijartina wezîr, şêwirmend û alîkarên xwe de pir baldar be da ku peywîrdarên ji mêjiyên rêza sêyem pêşkalî wî nebe û serkeftinên wî têk nebe. Ger ne wisa be, hin serkeftinên hikumdar hebe jî dê di dawiyê de têk biçe. Ji bo mîrê xwedî ”alîkarê bêbasîret” ger hin serkeftin hebin jî di dawiyê de encam dilêşî ye: ”Behra bi bahoz derbas bikin jî dê di çala heriyê de bixeniqin.” Ev çala heriyê ji ber mirovên şelaf yên li dora mîr kom bûne dê çêbibe. Talûkeya şelafîtiyê dê hişê hikumdar tevlihev bike û rastî û derew ji hev dernekeve. Ji bo rê li şelafîtiyê bigire divê hikumdar ji zanayên dora xwe agahiyan werbigire, tewsiyeyên wan guhdar bike û biryara dawiyê jî bi xwe bide û piştî biryardayinê jî ji bo pêkanîna wê bi biryar tevbigere…

Ji bo mîr hikumraniya xwe winda neke li gel ”hêz û zanayiya” xwe divê muheqeq alîkariya gel werbigire û artêşa xwe jî qewîn û ji komên din rasertir bigire û bizane bersivê bide çîna dewlemendan…

”Talih dostê mirovê wêrek e”:

1- Machiavelli di ramanên xwe yên derheqê serweriyê de cihek mezin dide talih/siûdê ku di serkeftin an jî di binkeftinên mîran de rolê dilîze: ”Talih ji nîvî zêdetirê kiryarên me kontrol dike”: Ligel em vîna xwe ya azad jinedîtî ve neyên, talih dikare bibe xwediyê nîvê kiryarên me. Lê eger wisa be dîsa jî nîvê din ji bo kontrola me hiştiye.” (r. 132).

2- Machiavelli talih dişibîne robareke şêt: Ez talihî bi robareke ku gava hêrs dibe deştan vediguherîne golê re, dar û avahiyan hildiweşîne re, axê ji cihek ber bi cihek din ve dibe re qiyas dikim. Her kes ji ber lêmiştê direve; her kes radestî xezeba wê dibe û hêzek ku wê şûn ve dehf bide jî tune ye.” (r. 132). Talih hêza xwe, ber bi cihê ku tirûşdarî û zanatî li hember wî ne amadeye ku li ber xwe bide ve beralî dike, xezeba xwe arasteyî xendek û setên ku ne amadeye wî bide sekinandin, dike; lê dîsa jî divê hikumdar baweriya xwe pir bi talihî re neyne, çimkî baş dizane ku ew prensê baweriya xwe bi temamî bi talihî re aniye dema talih îstiqameta xwe guherand ew jî dê tune bibe.

Ber bi dawiya pirtûkê ve N. Machiavelli li ser yekîtî û rizgariya Îtalyayê radiweste û rewşa rizgariya Îtalyayê dişibîne hin bûyerên di dîrokê de qewimiye: Çawa ku ji bo Musa qabiliyeta/behreya xwe ravî bike divê gelê Îsraîlê li Misirê bibûya kole, ji bo mezinahiya di ruhê Kyros de derkeve holê divê di bin pêkutiya Medan de bijiya, (….) wisa jî ji bo behreya ruhê îtalyayiyekî derkeve holê divê ji cihûyan zêdetir kole, ji persan zêdetir xizmetkar û ji atînayiyan zêdetir belavbûyî, bêserî, bê pergal , hatîeciqandin, talanbûyî, birîndarbûyî, wêranbûyî û pêrgî her cure hilweşînê bûyî, bibaya…

1- Machiavelli carinan fikrên wisa xeternak pêşkêşî mîran dike ku porê serê mirovî gij dibe: ”Ji bo herêm/dewleta ku hatiye dagîrkirin riya parastina herî guncan û bi ewledar, wêrankirin û şewitandina wê herêmê/dewletê ye. Ger fatîhek piştî ku welatê niştecihê elimiye jiyana azad dagîr kir vê yekê neke dê bi xwe hilweşe… Çimkî dema ku ew dewlet tune nebe, gelê wî neyê belawelakirin bi tevî hemû tedbîran, heman gel gava ku firsendê bibîne dê azadiya xwe, saziyên ku winda kiriye, bîranînên xwe dê ji nû ve bi dest bixe… Çimkî bîranînên rojên azad yên rabirdûyê tu carî mirovan rehet bernade. Ji ber vê yekê fatîhê ku dewleteke nû bidest xist divê wekî çareya herî baş wê derê wêran bike, bişewitîne û kevir li ser kevirê nehêle. Ger hêza wî ya vê yekê tune be jî divê bi xwe tevî hemû hêza xwe here û li herêma nû dagîrkirî de bi cih bibe…” Ev nêrînên N. Machiavelli tavilê dewleta Osmaniyan û berdewamiya wê Tirkiyeyê tîne bîra mirov ku çawa ji bo şopa mîr û mîrektiyên kurdan ji kokê ve biqelîne, hin jê kuştin hin jê ji Stenbolê hetanî Misir û giravên Yûnanistanê sirgun kirin û ji navenda ew lê bihêzbûn dûr xistin…

Li gor N. Machiavelli tişta ku herî zor û şansê serkeftina wê herî kêm û pratîzekirina wê bi talûke; damezrandina pergaleke nû ye. Çimkî hemû kesên ku di pergala kevn de berjewendiyên wan hebû dê bibe dijminê kesê “pergalguhêr.” Ligel vê kesên ku ji vê pergala nû feydeyê bibînin jî ji ber rewşa bi xumam a nû dê alîkariyek sist bidin mîrê nû. Çimkî di her demê de mirov li hember guherînên bingehîn bi guman tevdigerin…

Çavkanî: Niccolo Machiavelli, Prens, Weşanên Say, Çapa Çarem, 2015 / Wergêra ji îngilîzî bo tirkî: Alev Tolga

Ji malpera felsefevan.com

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev