http://www.vod-platform.net/Embed/AUThsnLknGjaq1SKGrKWgw?relvideos=1&responsive=1
Ji bo protestokirina girtina serkirde û endamên partiyên bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve, li bajarê Qamişlo, Nivîsgeha Jin û ciwanên Partiya Yekîtî xwepêşandan li dar xistin.
Li bajarê Qamişlo, Nivîsgeha jin û ciwanên Partiya Yekîtî çalakiyek li hemberî girtina siyasiya birêve birin.
Di çalakiyê de, partiyên ENKS, kesûkarên girtiyan û hin kesayetiyên serbixwe jî beşdar bûn.
Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtî Hesen Salih helwesta partiya xwe ji girtina serkirde û endamên partiyên ENKS diyar kir.
Kesûkarên girtiyan jî ku tevlî çalakiyên bûbûn, dibêjin ku ew ê li himberî vê girtinê bi banga Azadî û yekîtiyê rawstin.
Kesûkarên girtiyan daxwaza serbestberdana hemû girtiyên kurd ên di zindanên Rêveberiya Xweser de kirin.
Li hember girtina serkirde û endamên partiyan, ENKSê xwepêşandanû girevên birçîbûnê birêk dixe, da ku bi gotina wê ev çalakî bibin fişarek li ser desthilatên Rêveberiya Xweser û girtî serbest bêne berdan.