Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Divê PYD destê xwe ji nava me bikişîne” (Vîdyo)

“Divê PYD destê xwe ji nava me bikişîne” (Vîdyo)

Meclîsa Êzdîyên Sûriyê di daxuyaniyekê de ji PYD daxwaz dike ku destê xwe nexe nava karûbarên Êzdiyan li Sûriyê.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye ku li Serê Kaniyê û Efrînê çekdarên Îslamî yên tundrew zilmeke mezin li wan kirin û ji ber wê yekê gelek ji wan neçar man ku dev ji mala xwe berdin û koçber bibin.

Meclîsa Êzdiyên Sûriyê eşkere dike ku vê dawiyê PYD jî dest pê kiriye ku wan bixe bin destelata xwe.

Li gor daxuyaniyê li herêma Cizîrê PYD dest daniye ser Mala Êzîdiyan û ji xwe re berpirsên Mala Êzdiyan dest nîşan dike, ev jî ji aliyê Kurdên Êzdî ve bi temamî tê redkirin.

Daxuyanî her wiha eşkere dike ku PYD li Efrînê, bêyî ku li Êzdîyan guhdarî bike û nêrîna wan bistîne peykerê Zeradeşt çêkirin û ew peyker bi tu awahî nûnertiya Êzdiyan nake.


Yek ji serkirdeyên Meclîsa êzdîyan li Sûrî Ednan Hesen di daxuyanîyeke taybet da behsa zulma ku PYD tîne serê wan dike. Li gor daxuyaniyê li herêma Cizîrê PYD dest daniye ser Mala Êzîdiyan û ji xwe re berpirsên Mala Êzdiyan dest nîşan dike, ev jî ji aliyê Kurdên Êzdî ve bi temamî tê redkirin. Ew dibêje, ku şik heye ew berpirs ne êzdî bin jî. Herwiha Ednan Hesen dibêje, ku di rûyê wan da gundên me têne valakirin, gelek penaberên ereb tînin li gundên êzdîyan yên Efrînê cîwar dikin, dêmografîya êzdîyan diguhêrînin. Him zimanê ereban, him jî dînê ereban ji bo êzdîyan xerîb in û bi tu awahî nayêne qebûlkirin. Em dixwezin li welatê xwe Kurdistana Sûrî bi jîyaneke kurdî bijîn.

records Source:http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/div-pyd-dest-xwe-ji-nava-me-bikisne-vdyo-h8534.html

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev