Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kitêbxaneya netewî tê avakirin

Kitêbxaneya netewî tê avakirin

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan li Herêma Kurdistanê ku gelek xebatên çandî di navbera herçar parçeyên welatde bi rê ve dibe, niha ji bo amadekirina kitêbxaneyeke netewî gav diavêje.

Elî Xweşmêr / Siwar Bedirxan

BasNûçe – Wezareta Rewşenbîrî û Lawan li Herêma Kurdistanê ku gelek xebatên çandî di navbera herçar parçeyên welatde bi rê ve dibe, niha ji bo amadekirina kitêbxaneyeke netewî gav diavêje. Lijneyaku li ser vê mijarê dixebitî,bi hatina DAIŞ’ê û destpêkirina şerê wêranker hertişt dabû rawestandin.

Dr. Salar Osman Cîgirê Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê li ser çand, huner, edebiyat û zimanê kurdî hin xal ji BasNûçe’yê re rave kirin. Osman ragihand ku wan weke Wezaretberiya şer gelek xizmet ji bi kelepora kurdî kirine lêbelê ji ber êrîşên DAIŞ’ê xebata wan sist bûye. Bi têkçûna DAIŞ’ê re ew ê dest bi bernameya xwe bikin.

Kitêbxaneyên niştîmanî pêdiviya girîng a netewa ye

Dr. Salar Osman qala qonaxên avakirina Kitêbxaneya Niştimanî ya li Herêma Kurdistanê kir û amaje bi vê yekê kir ku planên wan ji bo kitabxaneyê re amade ne: “Em weke Wezareta Rewşenbîrî û Lawan li Herêma Kurdistanê yek ji stratejiyên me avakirina Kitêbxaneya Niştîmanî ye. Kitêbxaneya niştîmanî yek ji pêdiviyên herî girîng ya her netewekî ye. Mixabin heta niha karekî baş ji bo avakirin û çêkirina kitêbxaneya niştîmanî nehatiye kirin. Lê niha program çêbûye û li ber destê me ye. Berî niha jî Wezareta Rewşenbîriyê hinek niqaş û goftûgo li ser vê yekê kiriye. Lê ev mijar tenê bi goftûgoyan çênabe. Tenê bi diyalogan çênabe. Lazim e em biçine nava faktê û ev kar bê temamkirin. Ev kêmasiya me ye li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwîst e em şaşitiyên xwe bibêjin. Yek ji kêmasiyên Wezareta Çandê li Herêma Kurdistanê ew e ku me nekariye heta niha bibin xwediyê kitêbxaneyeke niştimanî lê em niha dixebitin û xebatên me cidî û rijd berdewam in. Lê lazim e em bizanin ku Herêma Kurdistanê di qonaxeke hestyar re derbas dibe. Problemên me bi DAIŞ’ê re hene û şerekî mezin bi rê ve diçe. Pêşmerge di çeperên şer de ne.”

Dr. Salar Osman dibêje herwiha ew li ser vê meseleyê xebitîne lê ev yek weke kêmasî heye. Lê em nikarin niha sozekê bidin ka kengî ev yek bê avakirin lê em di demeke nêz de dê were cihbicihkirin.Ev qanûn liParlementoyê hatiye duristkirin û di nava qanûnê û bernameyên wezaretê de kitêbxaneya niştimanî heye.

Dr. Osman qala pêwendiyên çandî û kultûrî bi beşên din yên Kurdistanê re jî kir û bername û planên wan yên berî hatina DAIŞ’ê jî destnîşan kirin: “Berî şergelek pêngavên baş hebûn. Me di navbera Başûr û Bakur de mîhrîcan û festîval li dar dixistin ji bo edebiyat û hunerê, herwisa ji bo Başûr û Rojava me civîn û konfrans li dar xistin, di navbera Başûr û Rojhilat de jî pirdeyek hebû û em diçûn me zanîngehên wan me dîtine. Ew hatine zanîngehên me dîtine û me gelek xebat bi hev re kirine. Ez dikarim bêjim berî şerpêwendî di navbera herçar parçeyên Kurdistanê de di warê çandî û hunerî de gelekî baş bû. Yanê hêdî hêdî dîwarê pêwendiyan xurtir û qaîmtir bûbû. Lê piştî şerme hemû xebat rawestandiye. Rastiyek heye ku dema netewek dikeve nava şer, ewlewiyet û karê wê yê herî girîng bergirîkirin ji xak û netewa wan e. Niha hemû şiyan, hêz û pareya me di nava şer de ye. Heta roşenbîrî jî weke beşek ji şerê fikrî li hemberî teror û DAIŞ’ê ye. Lazim e ku di vê demê de rol û erka Wezareta Rewşenbîriyê jî bê guhertin, eger berî şerxebata me li ser ciwaniya hunerê, mûzîk û edebiyatê bûye niha xebata herî girîng ya Wezareta Çandê li Herêma Kurdistanê şerê fikrî li dijî DAIŞ’ê ye. DAIŞ tenê weke cografiya nîne ew weke fikreke mezin e. Lazim e Herêma Kurdistanê û hemû mirovdost û azadîxwaz li dijî terorê bisekinin.”

Lazim e xelkê me xwe bigihînin jêderan

Dr. Salar Osman rewşa Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê jî destnîşan kir û nebûna kitêbên kurmancî li pêşangehê weke kêmasiyeke mezin bi nava kir: “Pêşangeha me ya li Hewlêrê navdewletî ye. Ev pêşangeh gelekî baş bû ji ber ku xelk digihêjin çavkanî û jêderan. Gelek pirtûk ji welatên din jî hatibûn pêşangehê ku lazim e xelkê me jî xwe bigihînin hemû çavkanî û jêderan. Dezgeha MEDA ev pêşangeh bi rê xistibû û ew bi xwe li gel dezgehên çapemeniya hemî welatan pêwendî digire. Min nizanîbû ku kitêbên kurmancî li pêşangehê tunebûn. Ev jî yek ji eyb û kêmasiyên vê pêşangehê ye. Lazim e ku dezgeha MEDA bersivê vê pirsê bide. Bi rastî jî ev şaşitiyek e. Ji ber ku kurmancî di nava çanda kurdî de gelekî girîng e.”

Edebiyata kurdî bi ya dinyayê tê berawirdkirin

Dr. Osman ku bi xwe jî di warê edebiyatê de pispor e, rewşa edebiyata kurdî wisa nirxand: “Rewşa edebiyata kurdî li herçar parçeyên Kurdistanê gelekî baş e. Ji globalîzm, werger û azadiyê sûd wergirtiye û kariye gelekî pêş ve biçe. Niha edebiyata kurdî weke tekst li gel edebiyata dinyayê tê berawirdkirin û ti ferqê wan nîne. Niha helbesteke kurdî li gel yeka tirkî, romaneke kurdî li gel yeka swêdî ti ferqa wan nîne. Di hin waran de dema ku em edebiyata kurdî weke tekst bi ya tirk, fars û ereban re berawird dikin carinan mirov his dike edebiyata kurdî pêşketîtir e. Kêşe çî ye? edebiyat jî gelek caran girêdayî siyasetê ye. Em qala Xelata Nobelê bikin, Nobel tenê xelateke edebî nîne û rehendên wê yên siyasî jî hene. Heta niha dewleta me tunebûye, heta niha azadî ji me re tunebûye. Sê parçeyên Kurdistanê niha azad nînin tenê Başûr azad e lê ne hemû axa me. Hin deverên me di bin destên ereban û hikûmeta Bexdayê de mane. Dema mirov azad be û dewletek hebe mirov dikare edebiyata xwe bişîne hemû dinyayê. Dema ku edebiyat çû hemû dinyayê wê çaxê ew xwe terîf dike. Dema edebiyat xwe terîf kir ew nêzî Xelata Nobelê dibe. Niha ez bi dilniyayî dibêjim me romannivîsên gelekî mezin hene. Me helbestvanên gelekî mezin hene lê ji ber van meseleyên ku min ji we re gotin şansê me ji bo Nobelê kêm dibe.”

Ziman û alfabê du meseleyên siyasî ne

Dr. Osman derbarê kêşe û arîşeya alfabêya kurdî jî qala hin xalên zanistî û siyasî kirin û alfabêya latînî ji bo kurdan re baş nirxand û wisa domand: “Meseleya ziman bi xwe meseleyeke siyasî ye. Meseleya zimanê standard û alfabê du meseleyên ji hev cuda ne. Ev du mesele tenê meseleyên zanistî û zimanî nînin, ev siyasî ne. Piştî ku me mêjî mentîq û cihanbîniya xwe kir kurdî wê demê em hemû zarevayan dibînin. Wê demê em dikarin Helebçe, Qamîşlo, Riha û Hewlêr weke hev dibe. Ev têgihîştin li cem kurdan hîn baş çênebûye. Niha ev alfabêya ku dibêjin erebî, ew ne erebî ye. Ji bo alfabêya latînî jî ez dibêjim pêwîst e hemû kurd fêrî alfabêya latînî bin, sê bersiv jî ji bo vê yekê re hene; yek hemû dinya bi vê alfabêyê dinivîsin, duyem piraniya kurdan bi latînî dinivîsin, sêyem alfabêya latînî nêzî rihê kurdan û peyvîna wan e. Hin problemên alfabêya erebî-soranî hene. Ev mijar hemû zanistî ne. Lê ji aliyeke din ve têgihîştineke siyasî heye. Dema ku kesek dibêje bila alfabê bibe latînî wisa xuya dike ku yanê PKK vê tiştê dibêje. Dema ku em dibêjin bila alfabe latînî be û em li gel dinyayê têkel bin têgihîştineke global e. Dema ku kesek li Silmaniyê dibêje bila soranî bibe zimanê standard ev têgihîştineke başûrî ye. Lazim e ku em bi awayekî zanistî li meseleyê binêrin.”

Akademîsyen Salar Osman di beşeke din a axaftina xwe de li ser pirrengiya zarav û şîwezarên kurdî jî rawestiya û wiha axivî: “Em divê bêjeya kurmanc ji nava axêverên Bakur derxin, divê hemû bibêjin kurd. Zimanê kurdî û netewa kurd, nebêjin soranî, zazayî û kurmancî. Em bi destê xwe xwe dabeş dikin. Zimanê me hemûyan kurdî ye lê zaraveya soranî, kurmancî, zazakî û hewramî hene. Divê ev mesele li Bakur bê çareserkirin. Kurmanc û soran nîne, tenê kurd hene. Em weke milet kurd in lê tenê dema em qala zarave dikin em soran, kurmanc yan zaza ne. Ez dixwazim ku ev yek jî bê berçavgirtin.”

(M.K)

http://bas-haber.com/ku/news/27985/kitebxaneya-netewi-te-avakirin?utm_source=dlvr.it&utm_medium=twitter

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev