Mêvanên şevên dirêj

Mêvanên şevên dirêj

Welat Agirî

Bi hatina zivistanê re hemû mexlûqatên herêmê xwe davêjin stargehên xwe. Pez di goman de, dewar di tewlan de, çûk û çivîk di hêlînan de û Serhedî jî di xanî û malan de hewl didin ku xwe ji sur û seqema zivistanê biparêzin.

Berf bi xwe re qeşayê, mijê û sermayê jî tîne. Rê û dirb girtî ne, çûyin û hatin nîne. Erd jî, ezman jî spî ne. Deng û awazên jîndaran hatine birîn, li ser rûyê erdê gurên birçî serdestî ne. Ava kanî, cew û çeman wek jiyana herêmê cemidîne.

Lê, lêbelê herçiqas zor u zehmetî hebin, herder berf û baran be jî, xweşiyên zivistanê jî hene. Zivistan ne tenê ye, bi xwe re şevên dirêj jî tîne. Di wan şevan de deriyê kîskê çîrok, metelok û serpêhatiyan vekirîne. Dijberî sur û sermaya xwezayî, Serhedî xwe davêjin li ber germahiya klam, stran, qewlik û meselokan. Alîkî ve alava soba sergîn û buşkulan û aliyê din ve jî germahî û kêfxweşiya serpêhatiyan.

Dengê dengbêjan bi ba û bahozên zivistanî re dest bi hevaltiyê dike û çîze çîza çaydanka li ser sobê aheng û aramiyê direşîne li ser guhdaran. Dîrokeke Kurda a nivîskî hema bêje nîne. Dengbêjên Serhedê jî di wan şevên zivistanê de dîrokê zîndî didin jiyandin. Cimaetê bi xwe re hildidin dibin, xwe dighînin rojên buhurî, rojên dîrokî. Bi klaman gundî şûr, mertel û çêkên xwe girêdidin, hespên xwe siwar dibin, berê xwe didin Kurdistana Rojhilat. Dengbêj gundiya bi xwe re hildide û derdikeve rêwîtiyeke dûr û dirêj. Her gundiyek dibe Xanoyê Çengzêrîn, dibin qehremanê miletê xwe. Derdikevin pêşiya Şah Ebbas û dibêjin:

Tacê te serê te be
Gû nava mesebê te be
Kuştina mêra wê hebe
Kurdistan bênav nabe…

Û dikevin şer, teslîm nabin, mirin heye, lê teslîmbûn tuneye ji bo wan. Her guhdarek şêrek e, pilingek e, lê dijmin wek wan nikare bi mêranî şer bike û bi awayekî nemerdî ava kelê dibire. Guhdarên klamê bi dengbêj re bê av dimînin û nikarin berxwe bidin. Av nîne, dijmin qewî ye, keleh dorpêçkirî ye û bêhn li şervanan teng bûye. Ne tenê mêr jinên malê jî li odeke din, bi dengbêj re di Kela Dimdimê de hatine dorpêçkirin û her jinek dibe dayika Çengzêrîn. Erk û wezîfa diyar e. Wek dayika Çengzêrîn heya cengawerek bimîne yê şer bikin. Û dema dîtin ku tu çare nema, wê agirekî berdin barûtê ku ew barût di kelê de veşartîye û wê wisa biteqînin ku kevir li ser kevir nemîne. Ev e erk û wezîfa guhdarên jin. Pey teqîna dîrokî, dengbêj bi xem û dilbirîn kilama xwe diqedîne, navberekê didê. Lêbelê xisletekî Kurda heye ku serê xwe ber kesî natewînin. Ew xislet di şervanan de jî û di dengbêjan de jî heye. Dengbêj jî ji Rojhilat derdikeve xwe dighîne Kurdistana Bakur. Gundiyan hildide û diçin piştgiriya Şêx Seîd Efendî. Dikevin şer, lê dinhêrin ku yekîtî navbera wan de nîne û têk diçin. Bi têkçûyinê re didin pey dengbêj û berê xwe didin Ameda şewitî. Guhdarên klamê li Amedê bi nale nala dengbêj ve dardekirina Şêxê Pîran temaşe dikin. Pey re stûxar vedigerin zivistana Serhedê. Dicemidin, diricifin. Alîkî ve sur û serma xwezayî, aliyê din ve jî serma bêtifaqiyê. Xwediyê malê hewl dide ku bi çayekê mêvanên xwe wê serma bêtifaqiyê û xwezayî xilas bike. Çayeke germ piçekî wê surê dişkîne. Şekir, mewîj û hêjîrên bi çay re tên xwarin xêncî germahiyê, şirnayîkê jî dide cimaetê. Dengbêj pey têkçûyineke xayîn cimaeta xwe hildide, dide pey mêrxasekî. Evdilmecîd Beg dide li ser pişta Nokê û dişîne alikariya Kurdên Ezdî. Hemî ferdên cimaeta dengbêj dibin Evdilmecîd Begek û hespên xwe didin çar gaviya. Bi lez dixwazin xwe bighînin Ezdîxanê û xwîşk û birayên xwe ji mêrekî Navheram xilas bikin. Di encamê de dema serdikevin û birayên xwe ji zilmê xilas dikin, dibin xwediyê şahiyeke bêhampa. Ev serfirazî dilê wan germ dike. Dengbêj dû vê şabûnê naxwaze guhdarên xwe hilde pey xwe û behsa kul û derda bike, naxwaze dîsa wan stûxar bihêle. Û şev dawî dibe. Mêvanên şevên dirêj bi xatirxastinê re yek bi yek derbasî malên xwe dibin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev