Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

necirvan-barzaniSerokwezîrê Kurdistanê li Tirkiyê ye

Serokwezîrê Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî ji bo serdanên fermî bi rayedarên Tirkiyê re bike îro tevî komeke ji rêveber û nûnerên hikûmetê hate Tirkiyê.

Balafira taybet a Nêçîrvan Barzanî serê sibê li Enqerê danî. Dema ku ev nûçe dihate amadekirin, Barzanî tevî koma xwe bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re di hevdîtinê de bû.

Serokwezîrê Kurdistanê berêvarkî jî wê here Stenbolê û li wir jî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Li gorî ragihandina çapemeniya kurdan û tirkan ku xwe dispêrin daxuyaniyên Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, biryara hevdîtinan di van çend rojên dawîn de hatine standin û wê di hevdîtinan de li ser mijarên li Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn guftugo bêne kirin.

Li gorî Dîzeyî mijarên ku bi Serokwezîr Barzanî re bêne axaftin ev in: Operasyona Mûsilê, têkoşîna bi Daişê re, tevgera komên şîe ku di bin kontrola Îranê de ne û mijara Şengalê.

Tê ragihandin ku mijarên enerjiyê û girtin û binçavkirina parlamenter û şaredarên HDP-yî jî li ser masê ne.

Wekî tê zanîn du roj beriya niha Şaredarê Mêrdînê, siyasetmedarê salan Ehmed Turkê 74 salî piştî ku ji kar hatibû dûrxistin, hatibû binçavkirin. Heta niha jî hevdîtina parezeran û Ehmed Turk pêk nehatiye. Piştî vê girtinê tê texmînkirin ku di hevdîtinan de ev mesele jî were rojevê.

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzeyî ragihand ku heta niha HDP ji bo hevdîtinê serî li wan nedaye, lê heke daxwaz were ewê bi vê partiyê re jî rûnin.
***

barzani-carterSerok Barzanî û Ashton Carter bi riya telefonê axivîn

Hate ragihandin ku Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî û Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê û çend mijarên din bi riya telefonê axivîne.

Li gorî çavkaniya Tora Ragihandina Rûdawê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi riya daxuyaniyekê ragihandiye ku 22-ê Sermaweza 2016-ê, Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re kiriye.

Di daxuyaniya Serokatiya Kurdistanê de wiha hatiye gotin: “Di vê pêwendiya telefonî de, Wezîrê Parastinaa Amerîkayê xweşhalî û pîrozbahiya xwe bi boneya serkeftinên Hêza Pêşmerge û Artêşa Îraqê di eniyên şerê li dijî terorîstên Daişê nîşan daye.”

Li gorî daxuyaniyê, Barzanî û Carter li ser giringiya berdewambûna hemahengiya di navbera hevpeymanan û Pêşmerge û Artêşa Îraqê razîbûna xwe eşkere kirine.

Di serdemeke ku operasyona rizgarkirina Mûsilê berdewam dibe de, telefona herdu siyasetmedaran li Kurdistana Federal girîng tê nirxandin.
***

parlamentoya-ewropayeParlamentoya Ewropayê: Bila muzakereyên bi Tirkiyê re bêne sekinandin

Parlamentoya Ewropayê sibê li ser Tirkiyê raporek eşkere dike û biryara xwe ya li ser muzakereyên bi tirkiyê re ji bo endametiya Yekitiya Ewropayê ji raya giştî re zelal dike.

Tê texmînkirin ku wê biryara Parlamentoya Ewropayê negative ango neyînî be û wê biryara cemidandina hevdîtinan bê dayîn.

Sedema vê biryarê bi van diyardeyan ve tê eşkerekirin: Kiryarên Rewşa Awarte (OHAL), binpêkirinên mafên mirovan û demokrasiyê û paşvegavavêtinên di mijara hiqûqê de.

Pişniyaza Kati Piri ya raportora Tirkiyê ya di Parlamentoya Ewropayê de ku dihate xwestin axaftin, danûstandin û hevdîtinên bi Tirkiyê re werin cemidandin, ji hêla komên partiyan ve hate pejirandin.

Kati Piri ya raportor di rapora xwe de xwestibû ku divê parlamentoya Ewropayê muzakereyên bi Tirkiyê re yên ji bo endametiya Yekitiya Ewropayê bide sekinandin.

Li hêla din Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlekariyê Ya li Derve ya Parlamentoya Ewropayê Federica Mogherini daxuyaniyên li ser jinûveanîna îdamê bi tundî rexne kir.

Mogherini da xuyakirin ku verestkirinên li ser îdamê wê Tirkiyê bi tevahî ji Ewropayê qut bike û wê bi vê yekê re herdu alî jî winda bikin.
***

almanya-pesmergeAlmanya li Hewlêrê saziya tendirustiyê ji Pêşmerge re vekir

Li gorî nûçeyeke K24-ê Cîgirê Serfermandarê Pêşmergeyan Lîwa Salar Mihemed gotiye ku alîkariyên vê care yên Almanyayê ji depoyekî an jî barxaneyekî mezin a dermanan bo Pêşmerge pêk tê û di binê banê Wezareta Pêşmergeyan a Kurdistana Federal de hatiye vekirin.

Tê gotin ku barxaneya ku gelek odeyên wê yên sarxaneyê hene, ji hilgirtina derman û pêdiviyên tenduristîiyê pêk tên û wê ji vê barxaneyê, derman ji bo binkeyên tenduristî yên pêşmergeyan re bêne şandin.

Lîwa Salar Mihemed her wiha gotiye ku wan daxwaz ji hikûmeta Almanyayê kirine ku nexwaşxaneyekî leşkerî ji bo Wezareta Pêşmerge vekin.

Wekî tê zanîn ji destpêka êrîşên rêxistina terorîst a Daişê heta niha, Almanya, Fransa, Îtalya, Kanada, Macaristan, Brîtanya, Amerîka û gelek welatên din ên Ewropayê gelek caran alîkariya çek, cebilxane û pêdiviyên din ên leşkerî dane Pêşmergeyên kurdistanê û ev alîkarî hê jî berdewam e.
***

iranLi Sûriyê di nava 5 salan de 1000 leşkerên Îranî hatine kuştin

Mihemed Elî Şehîdî yê ku leşkerekî kevin ê Îranê ye û Serokê komeleya bi navê ‘Komeleya Şehîdan’ e, eşkere kiriye ku ji dema destpêkirina Şerê Sûriyê heta niha 1000 leşkerên îranî hatine kuştin.

Ev daxuyanî di Ajansa Îranî ya Tesnîmê de hatiye weşandin. Ajans jî diyar kiriye ku hejmara leşkerên Îranê ku li Sûriyê hatine kuştin ji 1000-î derbas kiriye.

Li hêla din organên din ên medyayê ku weşana xwe bi farisî dikin eşkere dikin ku heta niha 3 hezar leşkerên Îranê li Sûriyê şer dikin û piştevaniya rejîna Beşar esed dikin.

Di şer û pevçûnên dawî yên li Helebê de fermandarên payebilind ên bi navê Mihemed Elî Hûseyni, Xulam Rîda Semayî û Zakîr Hûseynî hatibûn kuştin.

Îran di şerê navxweyî yê Sûriyê de, ji bo parastina şîeyan alîkariya rejîma Sûriyê dike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev