Serxweşî

Serxweşî

Me ev nivîs li rûpela Facebookê ya hevalê me, karmendê malpera me Salihê Kevirbirî xwend:

-Di jiyana xwe de min cara yekem mil da tabûtekê û ax avêt ser mezelekê. Bapîrê min, bavê diya min Eliyê Evdirehmanê ku ev 15 roj bûn li Nexweşxaneyeke Stenbolê di bin destê doktor û hekîman de bû, îro xatirê xwe ji me xwest û rehma Xwedê kir. Me ew li Goristana Hekîmbaşiya Ûmraniyeya Stenbolê veşart. Ji herdu bapîrê min û herdu pîrikên min ew mabû. Niha pîrika min ma li welat, bapîrê min ma li virê. Rehma Xwedê li te be bapîro…

Redaksyona malpera me serxweşîyê dide birêz Salih Kevirbirî bona wefata kalikê wî. Rehma Xwedê lê be, cîyê wî buhuşt be.

Rêvebirîya redaksyona malpera Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev