Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

PJAK bi destê kî/kê û çewa ava bû?

PJAK bi destê kî/kê û çewa ava bû?

Stratejiya wê berê çi bû û nûha çi ye?

Îbrahîm GUÇLU

Ji bona ku bersîva pirsa sernivîsa min bê dayîn, divê mirov baş bizane ku PJAK bi destê kê hatiye ava kirin; bi çi armancê hatiye ava kirin.

Heger ev mijara zelal nebe, PJAK nayê fahm kirin. Siyaset û stratejiya wê zelal nabe û nayê fahm kirin: Pêwendiyên PJAKê û PKKê û rejîma Îranê û hêzên Şah nayê şirove kirin.

PJAK, gelek aşkere ye ku wek ji aliyê berpirsiyarên PKKê yên berê Osman Ocalan jî hatiye diyar kirin, bi daxwaza Îranê bi dest û îradeya PKKê ava bû.

Loma jî dema ku kurdperwer, nivîskar, şiroveker PKKê nas nekin, nikarin PJAKê jî nas bikin.

Hîç şik tune ye ku li pişt hemû bûyer û avayî û rêxistinbûnên li Kurdistanê dîrokeke dewlemend û qewimandinên girîng hene.

Wek tê zanîn heta Peymana Qesrî Şîrînê, welatê me kurdan Kurdistan, yekgirtî û yekparçe bû. Kurdan bi hev re jiyana xwe ya eşıretî, aborî, civaki, siyasî dimeşendin.

Piştî ku Kurdistan di navbeyna împeratoriya Osmanî û Farisî de bû du beş/parçe, miletê kurd di nav du împeratoriyan de tevdigeriyan. Tevgera milî ya miletê kurd jî, li hemberî du împaretoriyan pêk dihat.

Vê rewşê heta Peymana Lozanê domand. Dema ku Peymana Lozanê hat îmza kirin, Kurdistan û miletê kurd bû çar parçe. Ji aliyê çar dewletan de hat dagir kirin û kolonî kirin. Kurdistan ket bin desthilatdariya Dewleta Tirk, Dewleta Iraqê, Dewleta îranê, Dewleta Sûriyeyê. Bû welatekî kolonî ya navneteweyî.

Piştî Peymana Lozanê tevgera milî ya sewrxwebûn û azadiya Kurdistanê li her parçeyekê qerekterek nû qezenç kir û meşiya.

Li Bakûrê Kurdistanê jî di sala 1919an de li Koçgiriyê li hemberî Dewleta Kolonyalîst ya Tirk serhildanên milî dest pê kirin û heta sala 1938an bi serhildana Dersîmê dawî hat. Serokên Tevgera milî hatin kûştin û îdam kirin. Serokatiya tevgera milî ya civakî, siyasî, rêxistinî hat tasfiye kirin.

Loma bes di sala 1959an de livandineke milî dest pê kir. Lê di wextek kurt de serkûp bû. Di 1965an de gelek bi zehmetî partiyeke ne yasayî illegal ava bû (PDKT). Di sala 1969an de jî DDKO (Ocaxên Çandî ya Rojhelatê yên Şoreşger) yasayî ava bû.

Lê bi taybet piştî sala 1974an ji bona Tevgera milî ya Bakûrê Kurdistanê qonaxek nû dest pê kir. Di vê qonaxeyê de gelek rêxistinên ne yasayî yên Kurdistanê bi destên gelek siyasetmederên kurd ava bûn û ji wan partî/rêxistina re kesên gelek jêhatî serokatî dikir. Ez jî yek ji wan kesan bûm.

Ev rêxistinan di demeke kurt de di nav gel de mezin bûn û qerektereke civakî û cemahîrî qezenç kirin.Tevgera milî di çerçeweya strajiyeke milî, demokratîk, ilmî de gelek bir tendurîstî dimeşiya. Her ku roj di ser re derbas dibûn tevgera milî pêş diket û rêxistinên Kurdistanê xûrt dibûn.

Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, dema ku dîtin ku nikarin pêşiya Tevgera milî bi hepiskirin û bi kûştina kurdperweran bigrin, stratejiyeke nû pejirandin. Ev stratejiya jî ew bû ku li ser nave kurdan rêxistinekê ava bikin.

Di esil de wê demê de hîç hewcedariyek nû bi rêxistinek nû tune bû, bi îmkanên mezin PKKê ava kirin.

PKKê ji bona ku tevgera milî ya Kurdistanê ji armanca serxwebûn û dewletbûnê dûr bixe, rêxistin û partiyên Kurdistanê tasfiye bike, bingeha tevgera milî ya civakî ji hole rake, wek rêxistinek operasyonel ava bû.

Loma PKKê, hemû rêxistinên Kurdistranê dijmin îlan kir. Li hemberî wan şerê çekdarı meşand. Serokê rêxistinên Kurdistanê û bi sedan endamên wan kûştin.

Partî û rêxistinên Kurdistanê du stratejî dimeşandin. Yek stratejiya dewleta federal bû. Yek jî dewleta serbixwe û yekîtiya Kurdistanê bû.

PKK, ji bona ku armanca xwe pêk bîne, ji wan hişktir û bi metodekî şidet û çekdarî serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê parast. Ev stratejiya ji bona tesfiyekirina rêxistin û partiyên Kurdistanê pêwîst bû.

Lê piştî ku partî û rêxistinên Kurdistanê hatin tasfiye kirin, PKKê dev ji dewletbûna Kurdistanê û yekîtiya Kurdistanê berda.

Ocalan piştî ku ji Sûriyeyê hat Tirkiyeyê got ku mafê kurdan tune ye ku dewleta serbixwe bixwazin. Heta mafê kurdan tune ye ku hukmî zatî (otonomiyê) û federaliyê bixwazin.

Loma jî PKKê li dijî dewleta milî ya Kurd dest bi şer kir. Dema ku li Başûrê Kurdistanê dewletbûn kete rojevê bi xûrtî û bi tûndî li dijî dewletbûna Kurdistanê dest bi şer kir. Di vê merheleyê de jî heman helwesta wan bi tûndî didomîne.

Li Rojhelatê Kurdistanê PJAK, li Başûrê Kurdistanê jî Partiya Çareserî ya Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bi heman stratejî û armancê ava bûn.

Bi daxzwazên dewletên kolonyalîst bi destê PKKê, PJAK ava bû.

Hûn baş bizanin ku li Îranê û li Rojhelatê Kurdistanê hewcedarî bi rêxistinek nû tune bû. Piştî ku Îslamîstan di sala 1979an de desthilatdarî girtin destê xwe, du hêzên sereke hebûn. Ew hêzan PDK Îranê û Komala bû.

PDK Îranê û Komala, di sala 1979an de li Rojhelatê Kurdistanê desthilatdar bûn. Şêx Îzeddîn Huseyîn jî li Kurdistanê xwediyê giraniyeke civakî û manewî ya xûrt bû. Kesekî gelek pîroz bû.

Herdu rêxistinaa wek stratejî, li Kurdistanê otonomî û li Îranê demokrasî diparastin. Girêdayî vê stratejiyê jî, dixwastin ku bi desthilatdariya nû ya îslamî re danûstandin dikirin.

Hezar mixabin desthilatdariya îslamî, otonomiya Kurdistanê red kir û li kurdan xiyanetî kir. Li Rojhelatê Kurdistanê şerê pêşmergatiyê dest pê kir. Lê şerê pêşmergetiyê şikest xwar.

Herdu partiyan stratejiya xwe yê şerê çekdarî gûhertin. Xebata xwe ya siyasî bi awayekî neyasayî domandin.

Di nav miletê kurd de hezkirineke wan ya xûrt hebû. Kûraniyeke wan ya sosyolojîk û civakî çêbibû.

Lê ew di rewşek gelek zehmet de bûn.

Di wê merheleyê de bi dixwaza Îranê PKKê, PJAK ava kir.

Lê di hemandem de PKKê dixwast ku li hemû Kurdistanê jî desthilatdar be jî.

Armanca PJAKê jî, tasfiyekirina PDK Îranê û Komala û rêxistinên din yên ji nav gel derketî bûn.

Ji bona vê jî diviya bû ku ji Komala û PDK Îranê, stratejiyeke cûda, hişk bipejirîne: PJAKê. dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê loma parast.

Lê piştî PKKê daxwazên xwe li Îranê pêk anî û wezîfaya xwe îcra kir, Îranê êdî zor dan wan, ew vegeriyan stratejiya xwe ya rasteqîne ya Îranî/Îrançîtî ye.

Stratejiya wan ya rasteqînê jî ew bû ku miletê kurd li Rojhelatê Kurdistanê ji Federalî û dewleta serbixwe dûr bixin.

Nûha jî vê yekê dikin.

Loma jî berpirsiyarên PJAKê stratejiya xwe ya bi dizî û rasteqîne diyar kirin û derxistin rûyê miletê kurd.

Hûn dizanin ku berpirsiyarên PKK/PJAKê li dijî şerê pêşmergetî yê PDK Îranê û Komalayê derdikevin. Loma jî pêşmergeyên PDK Îranê kûştin.

Berpirsiyarên PKKê gelek aşkere diyar kirin ku PDK Îranê û Komala û rêxistinên din yên Rojhelatê Kurdistanê şerê çekdarî û pêşmergetî nekin. Diyar kirin û şerê pêşmergetî dê xizmeta Tirkiyeyê û Siûdiyê bike.

Lê her çiqas li Tirkieyeyê partiyan wan aşkere kar dike, şaredarî di destê wan de ne, xwediyê gelek îmkanên yasayî yên civakî, aborî, rêistinî ne jî, ji bona ku dewlet ji wan dixwazin, her çiqas pêwîstî û şertên şerê çekdarı jî tune ne jî, ew şerê çekdarî dimeşînin.

PKK, li Tirkiyeyê jî, Tirkiyevî/Tirkiyecî ye. Li dijî dewleta milî ya kurd in. Li Başûrê Kurdistanê jî li dijî dewleta milî ya kurd e. Loma jî li dijî projeya Serokê Kurdistanê ku dewletavakirinê derdikevin, şerê dewletbûnê dikin. Li Rojavayê Kurdistanê jî Suriyevî/Suriyecî ne.

Lê wek li Rojavayê Kurdistanê çê kiriye, ew derfet çê bibe dê dîktatoriya xwe li parçeyên din yên Kurdistanê jî ava bike.

*****

Divê bê niqaşe rastiyek bi awayekî hişk bê pejirandin ku PJAK, rêxistina PKKê ye. Ji bona vê yekê PJAK, rêxistineke serbixwe û azad nîn e. Biryarên PJAKê, li navenda PKKê tên girtin, PJAK jî van birayar û emiran pêk tine. Loma jî her gûhertineke di PJAKê de pêk hatiye û dê pêk bê, bê PKKê nabe; bi emir û daxwaz û biryara PKKê dibe

Hîç şik tune ye ku dev ji ji serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê berdan jî, bi biryar û emrên PKKê ye.

Lê ew gûhertina, gûhertineke taqtîkî nîn e. Ji bona ku hevalbendên Şahê İranê bixapînin nine. Guhertineke stratejîk e.

Ew armanca xwe ya dizî û ji bona tasfiyekirina rêxistin û partiyên Rojhelatê Kurdistanê hatiye diyar kirin, dev berdan.

PKK û PJAK jî, ji bona berjewendiya xwe ya grûbî, ji bona ku armanca xwe ya tevgera milî ya kurd ji armanca dewletbûn û serxwebûnê dûr bixin, bi hemû dijminên miletê kurd re dikarin pêwendî daynîn. Di jiyana PKKê de jî ev yeka gelek aşkere û zelal xûya dike.

PJAK, loma bi hevalbendên Şahê Îranê ku dijjminên kurdan e re pêwendî çê dike.

PKKê bi destê Kemalîstên Tirk ava bû. Pişt re bi dewleta Îranê, Iraqê, Sûriyeyê re pêwendiya stratejîk ava kir. Wê demê girêdayî daxwaza wan dewletan, şerê Dewleta Tirk kir.

Nûha jî loma dewleta Tirk dixwaze ku ew aparata xwe ya li dijî berjewendiya wan kar dike, tasfiye bike.

*****

Wek min li rêzên jor jî diyar kir, PJAK bi dest û îradeya PKKê hatiye ava kirin. Miletê kurd û hemû kurdperwer û partî/rêxistinên Kurdistanê jî vê yekê baş dizanin.

Dema ku PKK piştgirî neke, PJAK nabe. Heger PKKê li dijî PJAKê be, gelek bi hêsanî dikarê PJAKê tasfiye bike, ji hole rake. Berpirsiyarên PJAKê jî nikarin çu tiştekî bibêjin û helwesteke cûda nîşan bidin.

Loma jî tu kes bawer nake ku PKK û PJAK ji hevûdu cûda ne.

PJAK, bi awayekî taqtîk xwe ji PKKê cûda nişan dide. Lewra PKKê Îranê li hev kiriye ku li wir şer nebe. PJAKê jî her dem soz dayê ku dê şerê çekdarî bimeşîne. Lê nûha ev rawestandiye.

Ew jî dizanin ku Ocalan li dijî şerê çekdarî ye. Ew ji bona ku xwe veşerînin, xwe disipêrinin Ocalan.

PJAK, Ocalan wek rêberê xwe dizane. PKKê jî dibêje Ocalan rêberê me ye.

Lê PKKê biryar û nerînên Ocalan pêk nîne. Ev rastiya li Tirkiyeyê di pêvajoya çareseriyê de derket hole. Ocalan got ku “dema şerê çekdarî xelas bûye, dive PKKê dev ji şerê çekdarı berde. Lê bvrpirsiyarên PKK yên li Qendîlê şer didomînin.”

*****

Miletê kurd, PKK/PJAK şaş fahm nekiribûn. Miletê kurd, ji bona ku PKK/PJAK plan û projeya xwe ya tasfiyekirina partî û rêxistinên Rojhelatê Kurdistanê pêk bîne ji aliyê wan de bi stratejiya dewletbûn û sexwebûnê hatin xapandin.

PKK/PJK, ji bona ku gel bi xapanî ne, di nav gel de bibe hêz, gel ji partî û rêxistinên Rojhelatê Kurdistanê dûr bixe, serxwebûna Kurdistanê parast. Ji gel re digot ku partî û rêxistinên Kurdistanê li dijî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê ne.

Di vê stratejiya xwe de jî serkeftî bû. Bû sedem ku bi sedan kurd bên hepiskirin û îdam kirin.

Piştî vê jî vegeriya strateiya xwe ya rastîqîne û ku bi dewleta kolonyalîst re li hev kirî bû.

PKK, li hemû beşên Kurdistanê ev stratejiya meşand.

Divê em kurd ûmiletê me li Rojhelatê Kurdistanê û li tevayî ya Kurdistanê PKK û “xistinên wê baş nas bikin û van rastiyan bizanin.

Riataza

 

 

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev