VÎDEO – Jinên kurdên êzidî piştî 30 mehan hatin rizgarkirin

VÎDEO – Jinên kurdên êzidî piştî 30 mehan hatin rizgarkirin

Duhok (Rûdaw) – 18 jinên kurd ên êzidî ji destê rêxistina DAIŞê hatin rizgarkirin û veguhestin Duhokê.

Peyamnêrê Rûdawê Nêçîrvan Hûseyîn ragihand ku duh bi şev komeke din a jinên kurdên êzidî ji dest DAIŞê hatin rizgarkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Jinên Êzidî yên Hatine Revandin li Seokwezîriyê Hûseyîn Kuru ji Rûdawê re diyar kir di emcama hevkariya bi gel hêzên ewlekariyê de 18 jinên kurdên êzidî din jî azad bûn.

Hûseyîn Kurur anî ziman di rojên pêş de ew hêvî dikin ku çend jinên din ên êzidî dê bêne rizgarkirin û got: “Heta niha ji êzidyên DAIŞê revandine 2 hezar û 800 kes hatine rizgarkirin.”

Mirova kesekî ji wan ên hatine rizgarkirin ji Rûdawê re wiha got: “Hêj çend kes di destê DAIŞê de li benda xilaskirinê ne. Em dixwazin di demekê herî nêzîk de DAIŞ were paqijkirin û mirovên me rizgar bibin.”

Çekdarên rêxistina DAIŞê 3yê Tebaxa 2014ê êrişî Şingalî kiribû û bi sedan kurdên êzidî kuştî bûn û bi hezaran jî revandibûn.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev