Armanca peyamên Serok Barzanî

Armanca peyamên Serok Barzanî

Bayram Ayaz
DERD Û XEMA MESÛD BARZANÎ KURDISTAN E, DEWLETBÛNA KURDISTANÊ YE…

Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî, piştî axaftina dîrokî li bereya Başîka, doh jî gotareke duyemîn girîng derbarê mijarên aloziyên siyasî û îdarî navxweyî de pêşkêş kir.
Teksta gotarê li jêr parve dikim. Em hemû bi hevra careka din bixwînin û binirxînin. Jiber vê yekê naxwazim bi naveroka gotarê ve dakevim.
Derbarê vê gotarê de tenê dixwazim ser demê gotarê û armanca wê nêrînên xwe bi we rêzdaran re parve bikim.
Ev du gotarên navbuhorî li demê ku şerê bi daîşê re li başurê welatê me hêdî hêdî bi dawî dibe hatin pêşkêş kirin.
Li vê derê pêwist e bahsa du taybetiyên Serok Barzanî were kirin.
Çavder û pisporên Serok Barzanî ji nêzîk ve dişopînin û nas dikin, bi taybetî işaretê du xususiyetên wî dikin.

Yek ji xususiyetê wî zêde zêde kêm xeber dide. Gotin ji dev û lêvên wî dîrhem bi dîrhem dadikevin. Serok Barzanî çawa di xerciya pere pûl û mal û milkê Kurdan de zêde zêde çikût e ku hemî bi xwîna xelkê me belengaz û pêşmergeyên qehraman hatiye bi dest xistin. Vêca bi sed qatî û zêdetir, di serf kirina gotinên xwe de jî çikût e! Zêde xeber nade, demê xeber bide jî, wekî gotineka me Kurdan, bi „kurt û kurmancî qise dike“. Peyamên xwe zelal radigihîne. Çi bêje, wê dike, wan sozên xwe bi cîh tîne. Van herdû gotarên wî yên dawî jî wisa nin.
Di hilbijartina demê axaftinan de jî wisa ye. Prensîba Serok Barzanî di demên axaftinan de, gotina giran, ya di demê xwe de hatiye kirin e”. Soz hat gotin pêwist e were cîbecîh kirin, pêdiviyên wê werin pêkanîn. Gotina giran û gotina sivik, di wateye xwe de ev e. Gotina giran ya pêkhatî ye. Lîder û pêşewayên doz û dawayên civak û gelan xwedî gotinên giran in. Em Kurd, divê bi rastî jî serbilind bin ku îro, di vê pêvejoya dîrokî de, me lîderekî wekî Serok Barzanî heye. Ka carekê li ser gotarên dayî, gotinên kirî, lêkolînê bikin, hûnê rastî gotinên ne cîbecîh kirî neyên. Lîderîtî ev e.
Du gotarên Serok Barzanî, pêwist e bi vê aspektê qenc werin nirxandin. Peyam rast werin têgihîştin. Ev herdu gotar, nexşerê ye ji bo gavên piştî dawîlêanîna şerê daîşê ne.
Em ji van du gotaran du peyaman têdigihîn:
Gotara Başîka: Pêşmerge bi xwîna xwe axa beşê başurê welatê me azad kir, divê ev xwîn bi îlankirina DEWLETA KURDISTANÊ bigihîje encameke siyasî.
Gotara dawî: Bangekî ye taybet li hêzên başurê welatê me. Dibêje: dev ji qir û cir, muzayede û plangeriyên „xerîb, bêhnketî“ berdin, yekitî û yekrêziya neteweyî û niştimanî pêkbînin, dezgehên xwe netewî-niştîmanî karger bikin û DEWLETA KURDISTANÊ bi yekdengî û yekrêzî îlan bikin. Ez ji bo vê gavê ji hemî fedekariyan re amade me.
Kurdno, Kurdistanîno! Di vê pêvejoya dîrokî de, vê derfeta zêrînî ji bo berjewendî û paşeroja miletê Kurd û hemû pêkhatiyên Kurdistanê bi aqilmendî û serkeftî bi kar bînin. Ev berpirsiyariyeke dîrokî ye.
Hêvîdar in peyamên gotarên Serok Barzanî cîhê xwe bibînin.
Ew hêvî heye. Lê cardin jî Kurd û Kurdistaniyên dilsoz dive hewl bidin bandorê li hêzên siyasî bikin. Herkes û hemî dorber çi ji destê me/wan tê divê em bikin. Ev erkekî netewî û niştimanî ye.

*****
TÊKSTA PEYAMA SEROK BARZANÎ:
Hewlêr-KDP.info Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Peyama Barzanî bi vî awayî ye:

“Bi nave xwedayê bexşîner û dilovan

Di heyama çend rojên bihorî de hejmarek rêzdarên siyasî û ferhengî û akademîk pêwendî bi min kirine û dibêjin, nêrîna me û beşek ji hevwelatiyan jî ev e ku çareseriya kirîzên Herêma Kurdistanê li cem min e û tê gotin, ku Barzanî dikare arîşeyan çareser bike.

Weke her hevwelatiyekê Kurdistanê, ez hez dikim kirîz û arîşe nemînin û dawî pê bihên, lê belê sedemên arîşe û pirsgirêkan zêde ne. Beşek ji wan derveyî ne û pêwendî bi rewşa siyasî û aborî û ewlehiya Iraqê û deverê bi giştî hene, weke êrişa terorîstan û şerê DAIŞê, kêmbûna nirxê petrol, qutkirina bûdceya herêmê û ew rewşa ne asayî yak u di encama mêvandariya sedan hezar koçberan çê bûye. Beşeke din jî arîşeyên navxweyî be û vedigerin bo rikeberiyên aliyên siyasî yên herêmê.

Eger çareseriya arîşeyên siyasî û navxweyî yên Herêma Kurdistanê li cem min e, wê demê min çend caran partî bang kirine bo civînê, lê belê bi hincetên cor bi cor nehatin. Herwiha min daxwaz kiriye ku partî bi hev re rûnin û çareseriya vê rewşê bikin, dîsan jî nerûniştin û mil nedane ber berpirsatiya vê rewşê.

Derbarê çareseriya kirîza herêmê, min nêrîna xwe di vê bareyê de ragihandiye, ez niha jî dubare dikim, çareseriya kirîza siyasî ya herêmê bi vî awayî dibe ku partî bikevine nav gotûbêjan û parlamento were aktîvkirin û serokatiyeke nû bo parlamentoyê were hilbijartin. Çimku bo hemû aliyekê zelal e, çênabe ewên ku bûne çavkaniya kirîzan, dubare serokatiya parlamentoyê werbigirin. Herwiha aliyên siyasî divê li ser wê yekê li hev bikin, ku hikûmeteke nû damezrînin û rêzdarek jî bo serokatiya herêmê heta dema hilbijartinan were destnîşankirin, da ku erkê serokatiya herêmê bigire ser mile xwe û ez jî dî bi hemû awayekê alîkariya vê proseyê bidim.

Derbarê nerazîbûna mamostayan û fermanberan de jî, min rêz heye bo daxwaz û mafên rewayên wan û heqê wan e ku daxwaza mafên xwe li hikûmetê û aliyên pêwendîdar bikin û ez piştevaniya wan dikim û pêwîst e welatê me di xweşî û asodeyiyê de be, lê belê ji ber kirîz û arîşeyêb ewlehî û aborî û siyasî ku hatine pêş, îmkan û şiyayên hikûmetê sînordar bûye, lê belê ku wiha dibîni n çareserî heye, bila alî û hikûmet kerem bikin bi hev re bi şefafiyete teva rewşê çareser bikin û hemû tiştekê jî bixin ber çavan û dawî bi mûzayedat û şêwandina raya giştîwere anîn.

Ez baş dizanim, bajarê Silêmaniyê di jêr terora fikrî de ye û gerek ev terora fikrî ya li ser bajarê Silêmaniyê heye, were şikandin. Ev bajarê han, herdem rûbirûyê zulm û dagîrkeran bûye û xortên wê amade bûne ku bi saxe sax werin çalkirin, lê li beramber Zeîm Sidîq bi serbilindî rawestiyan û amade nebûn gotinekê bêjin sembolên gelê Kurdistanê. Ev nêrîna min e li ser Silêmaniyê û xelkê serbilindê wê. Bila kes hewl nede şiroveyeke din li ser xelkê vî bajarî ferz bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev