Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Helbestvaneke xwedî paşerojeke geş

Helbestvaneke xwedî paşerojeke geş

Xwendevanên delal, emê îro behsa helbestvaneke kurd Gulîzerê û berhemên wê bikin. Helbestên wê di nav gel da ewqas deng dane, ku em jê hêvî dikin di paşerojê da cihan bi berhemên wê aqilmendîya gelê me bihese. 

Gulîzer

Di sala 1979an de li Elîpara Diyarbekirê hatiye dinyayê. Dibistana pêşîn, navîn, lîse û zanîngehê li Diyarbekirê xwendiye. Li Zayinxaneya Dewletê ya Diyarbekirê karê pîriktiyê (ebetiyê) û li bajarê Îzmîrê jî mamostetiya zimanê Îngîlîzî kiriye. Di sala 1997an de dest bi nivîsa kurdî kiriye. Mêr kirîye, dayika Ronya, Têlî û Mîran Dildar e. Niha li Swedê dijî û li zanîngehê xwendekar e. Ji Malbata Dildaran e. Qîza nivîskar Receb Dildar, xwîşka nivîskar Azad û Murad Dildar e. Heta niha sê berhemên wê çap bûne.

 

Keziyên Jinebî…….(2006- Avesta)

Bûka Baranê………(2009-Avesta)

Şevname…………..(2011- Avesta)

Sindoqa Dirûnê…… (2016-Avesta)

 

Niha jî çend helbestên wê: 

Dua

Min bi heft zimanan
Ji heft jinên di tengasiya zayînê de
Duayan berhev kir
Ji bo hatina te
Nizanim Xwedê bi kîja zimanî dizane?

 

Jana min

(Bejna min qeytan e

hundirê min qîr û qetran e)

Ji gotinên pêşiyan

I

Du heb marên reş
Nobedar in li bin siya mijangên min
Ji bo min hînî sebrê bikin
Mexel dikevin li kanîka çavên min
Wextê girî kom dibin
Dibêjin ferman e
Bi çavên min ve didin
Jara reş dilop dilop tê xwarê
Xelk nizane bi jana min
Dibêjin
Çavkilê lêê,
Çavreşê lêê

II
Min stranên ji tiliyên te diweşiyan
Berhev dikir
Bi berbiska xwe ve dikir
Niha her têlekî porê min
Zarokên ku ji xwêhdana tiliyên te mane
Ji ber xwe dikin
Heta devdelingên xwe di xwîna sor de mane
Xelk nizane bi jana min
Dibêjin,
Porsorê lêê
Porhinneyê lêê

 

Ji anatomiya jinekê

(Dersa yekemîn)

1- Bi tîpekê dûrî jan ê ye

2- Zimanê wê qedexe ye ji dilê wê re

Pira di nava dil û zimanê wê de şikestî ye

3- Her qermîçokeke rûyê wê xwediyê çîrokeke dilşewat e

4- Hertim du dilop hêsir dibin şirîkên kenên wê

5- Cênîkên wê nobedaran xwedî dikin, ji bo kontrola çavên wê

6- Tim bi stûxwariya dîya heft qîzan dijî

7- Ji bo girêbidin zimanê porê wê, dolbendekê avêtine

serê wê

8- Ji kerba dilê xwe yê parçebûyî re bi ta û derziyê re

bûye heval,

kêlan diavêje navbera xeyal û jiyanê

9- Gava dizewice evîna xwe dike kûzekî û dihere ber

derê mala zavê

Tevlî wê evîna qaçax a di dil de nikare têkeve hundir

Ji ber ku çavên wê bar nabe ji kesê re jî nahêle

Li erdê dixe, parçe dike û gav diavêje dojeheke nû.

10- Meşa wê bi usûl, kenê wê bi tore ye

11- Li ber destaran li rastîya jiyana xwe hay dibe

Xeyalên xwe jî tê de hûr hûrî dike

12- Gava her serê sibê tenûrê dadide, ji bo li jiyanê bimîne,

daxwazên xwe dike ardû û pê zikê zarokên

xwe têr dike.

13- Jiyan ji destên wê yên qemer diherike, lê mêr jê re

dibe hewî.

Hewî devê felekê girê dide û wê li ber çavên jiyanê

Reş dike. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev