Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

CERIBÎN – 2

CERIBÎN – 2
  1. Kovan Baqî

Li vê dinyaya tarî, bi lampeya Dîogenes li Bêkêrekî digerim; te dî ew ê ko ne bûye Qurban û ne Qesas. Tevî go zanim ez ê qet kesekî wilo nebînim jî-

 

Umberto Eco, her celeb “Proleks” û “Analeks” di romana xwe “Lewleba Faucoult” de ceribandiye, lê ji bîr kiriye ko ruhekî bidê.

 

Rahêle qelemê, navê Romanekê li ser dîwêr binivîsîne û jê bibe. Carek din jî navê heman romanê binivîsîne û jê bibe, binivîsîne û jê bibe, binivîsîne û jê bibe – heta hişê te westiya nivîsîn û jêbirinê bidomîne. Paşê jê biqerre, çavên xwe bigire û li dîwêr bimêzîne; li dewsa navê romanê çi gotin mabe ew malê te ye. Lê ku tiştek nemabe, dêmeg tu qesasê zemanê xwe ye.

 

Hevza xwe bikin ji wê siyasetê, go edebiyatê ji xwe re nake rêber.
Hevza xwe bikin ji wê edebiyatê, go siyasetê ji xwe re dike rêber.

Lewra tu gû ji herdukan jî çênabe.

 

Heta ko siyaseta bindestan, serdestê edebiyata bindestan be, tu hêviyê ji herdukan jî nekin. Lewra vê fetîşîzma wan ê piştî bindestiyê jî bidome.

 

Heke tu nivîskarekî/e ji “Neteweyeke Jêrdest” be û tu qîma xwe bi “Edebiyata Jêrdest” bîne, tu yê li derveyî xeleka “Edebiyata Navendî ya Gerdûna Jordest” bimîne. Ji bo tu karibe daxilî nava xeleka Edebiyata Navendî ya Gerdûna Jordest bibe, gerek tu bi reng û şêwaza xwe’y cihêreng hemû fêrbûnên wan birûxwîne. Yan na, tu yê neyê bîra neteweya xwe jî.

 

  • Tu pêxember e?
  • Erê.
  • Naxwe tu hatiye min bikuje.

 

Sedemekî min heye ko bi awayekî teqez tu tiştekî rave nekim. Lewra nikarim bi tu tiştekî jî zanibim.

 

  • Tu dijî?
  • Erê.
  • Naxwe tu kor e.

 

Çîrok û romana go xwe ji nîrê RASTEQÎNIYÊ xelas neke, wê nikaribe ji nava tixûbên NETEWEYÎbûnê bifilite.

 

Ji xêndî “ehmeqî”yê tu şanseke oldaran nîn e; lewra ew jî weke ateîstan bawermend in.

 

Wê çaxa go hê em û zarokên dînozoran nehatibûn qetilkirin, birrek zarokên ca min hebûn. Em malbateke pirrceleb bûn û tu zagonan navê me nekiribûn “Bênamûs.” Em: Lezbiyen, nêrûmê, tog û ensest gişk bi şanazî di bin banekî de dijiyan. Me parîkê nanê tisî jî bi hev re par ve dikir, pevşabûn jî. Paşê ewkên xwedî zagon hatin û ewk bû – û çîroka Şaristaniya Hov dest pê kir.

 

Serê min bêrîkeke bêbinî ye û hemû çîrokên E’YB tê de hiltên.

Serê min maka hemû E’yb û Gunehan e.

 

Ez hilkişiyam ser tebeqeya heftan a ezmên – hew tebeqeyek ma ko xwe bigihêjim e’rdê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev