Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Welatperwerekî hêja, dostê feqîran: Dr. Yusuf Azîzoglu (1917–1970)

Welatperwerekî hêja, dostê feqîran: Dr. Yusuf Azîzoglu (1917–1970)

Salihê Kevirbirî

“Yusuf Azîzoglu, heta tu bibêjî bes mirovekî hêja û nefsbiçûk bû. Quretî li cem wî peyda nedibû. Tim dixwest ji bo miletê şerqê kar û xebatê bike. Ji malbateke mezin û dewlemend dihat. Lewma jî, her gav derî û dîwana mala wî, ji xelqê kurd re vekirîbû. Debara bi sedan kesan dikir…”

 

Belê derbarê parlamenterê kurd Dr.Yusuf Azîzoglu de, dostê wî Dengbêj Mahmûd Qizil wisa dibêje. Yusuf Azîzoglu, di sala 1917-an de, li Farqînê (Silîvan) ku bi ser Diyarbekirê ve ye hatiye dinê. Ew bi eslê xwe ji heman navçeyê, ji eşîr û malbata Ferhendiyan, birayê Hacî Huseyn Axa ye. Ji malbateke dewlemend tê û xwedî 6-7 gundan e. Ji wan çend gundên wan ên ku me bidest xistine navê wan ev in: Tirbesipî, Tilmî û Soranê. Azîzoglu, dibistana seretayî li Farqînê, dibistana navîn û lîseyê jî li Amedê diqedîne û ji bo perwerdehiya doxtorîyê, qeyda xwe li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Bijîşkîyê dike. Yusuf Azîzoglu, di dema perwerdehiya xwe ya li Stenbolê de, wekî bi dehan xwendekarên welatparêz ên kurd, li “Dîcle Talebe Yurdu”yê dimîne û hewl dide xwe ku, ev der bibe navenda şiyarbûna şagirtên kurd û qada çandê.

 

 Azîzoglu dibe wezîrê tendurustiyê

 

Piştî xwendina xwe ya zanîngehê, Azîzoglu bû doktor. Pê re pê re jî, giraniya xwe da siyasetê. Wekî tê zanîn piştî cuntaya leşkerî ya 1960”î, li Tirkiyeyê çend partiyên siyasî hatibûn avakirin. Yusuf Azizoglu, ligel çend hevalên xwe yên bijare û welatperwer, di 13”ê reşemiya 1961”ê de YTP”ê (Yenî TÜrkiye Partîsî) ava kir. Piştî çend mehan, di hilbijartinên ku pêk hat de, vê partiyê gelek parlamanter derxistin û wekî şirîkê hikûmetê kete kabîneyê. Azîzoglu, di hikumetê de, wekî Wezîrê Tendurustiyê kar û bar meşandin.

 

Yusuf Azîzoglu, piştî ku dibe wezîr ji bo kar û barê tendurustiya welatê xwe di cih de bibîne û di vê riyê de projeyan saz bike, diçe Tetwanê ku navçeya Belîsê ye. Lêkolîner û zimanzan Feqî Huseyn Sagniç ku yek ji dostên Azîzoglu ye û bi hev re karê siyasetê jî gerandine, di xebata xwe ya bi navê “Portreler” de behsa serdana wî ya li Tetwanê wisa dike:

“Piştî ku bû wezîr, hate Tetwanê. Wê çaxê, tevî çend hevalan, me li Tetwanê ji bo ku xaniyên tendurustiyê (Saglik Ocagi) vekin û bi karê tenduristiya gel re mijûl bibin, me komeleyekê ava kiribû. Ez ne şaş bim navê wê ”Komeleya Parastina Tendurustiya Gel” (Halkin Sagligini Koruma Dernegi) bû. Li Tetwanê ji bo xebatên xwe me jê alîkarî xwest. Li gorî pereyên wê demê, ji me re got, ”Ezê 50 hezar lîre ji we re bişînim, bi vê pereyê ji bo saglik ocagi ji xwe re eraseyek bistînin, ezê peyderpey ji bo we alîkarî bikim…” Piştî demeke kin, pereyê ku behs kiribû ji me re şand, me jî eraseyek kirî û me dest bi xebata xwe ya tendurustiyê kir…”

 

Yusuf Azîzoglu, di karê xwe yê wezaretiyê de, mohra xwe li bin peywirên giring dabûn. Ji bo ku li seranserê Tirkiyeyê pêk were, xebata ”Projeya Tendurustiyê” dabû destpêkirin. Ji bo vê yekê jî çend bajarên welêt ên wekî Sêrt, Belîs û Mûşê wekî ”Herêma Pîlot” hilbijartibû.

 

  1. Oguz Bekata: “Azîzoglu cûdaxwaz e!”

 

Xebata wî ya ji bo gelê kurd, kir ku ew ji wezîrtiyê îstîfa bike. Ji ber ku Wezîrê Karê Hûndirin ê demê H. Oguz Bekata, di meclîsê de gotibû ku Azîzoglu, nîjadperestî û kurdîtiyê dike. Bekata, vê yekê bi kar û barê li xebata tendurustiyê ya welêt ve girê dabû û van xebatan wekî ”cûdaxwazî” binav kiribû û wisa gotibû:

 

“Azîzoglu, doza kurdîtiyê dike. Projeyên tendurustiyê dide mutehîdên kurd û karkerên kurd dide xebitandin. Heger, Azîzoglu li meclîsê biaxive û bibêje, ”Ez ne kurd im, ez tirk im ezê jî gotinên xwe yê der barê wî de, paş de vekişînim…”

 

Yusuf Azîzoglu, van gotinên Bekata bêbersiv hiştibû û ji karê xwe yê Wezaretiyê îstîfa kiribû, êdî wê xebatên xwe wekî parlamenter, di riya gelê xwe de bidomanda. Dîsa li gorî malûmatên Feqî Huseyn, pişt re ew dibe Serokê Giştî yê YTP”ê û di destpêka sala 1970”î de, ji ber nexweşiya xwe ya xedar, ji serokatiya partiyê jî, îstîfa dike.

 

Belê di heman salê de, ji ber nexweşiya xwe ya weremê, (tuberkuloz) ji nav gelê xwe yê ”şerqê” koç kir û bû mêvanê axretê. Li gorî saloxdayînên ku min ji çend kesên Farqînî bi dest xistin, wê roja ku cendekê Azîzoglu, anîbûn Farqînê bi dehezaran kes, li Farqînê civiyabûn.

 

Hezkirina Azîzoglu di nav gelê wî de kir ku, dengbêjên herêmê li ser wî kilaman çêbikin. Yek ji wan dengbêjan jî Mehmûd Qizil e ku, bi navê ”Lîdero” li ser wî kilam çêkiriye û di kaset û sêlikên xwe de xwendiye ku pişt re bi dehan dengbêj li çermedorê welatê me vê kilamê gotine.

 

Kerem bikin em niha guhê xwe bidin vê kilamê ku ji hêla Mehmûd Qizil ve hatiye çêkirin û me ji devê wî girtine…

 

***

 

Lîdero

Lîdero lîdero lîderoo

Lîdero qurban li me dabû stêrka sibê stêrka salê

Lîdero qurban li me dabû stêrka sibê stêrka xurbetê

Ezîzoxlî mehkî berê îstîfa dîlekça xwe da Enqerê

Li Reîsê Cimuryetê

Heyfa min nayê li wê yekê

Heyfa min tê bi wê yekê

Di welatê şerqê de bila li piştî babê Murado

Kesekî ranebe neke dawa siyasetêêê ax

Lîdero lîdero

Bê lîdero ez nemînim li dinyayê

Heta sax bim li dewrana dinyayê

Lidêrekî mîna Ezîzoxlî

Babê Murado tucarî nayê Tirkiyayêêê ax

Hahîhîîîî

 

Lîdero lîdero lîderoo

Lîdero qurban li me dabû stêrka sibê stêrka salê

Evî mîratê radiyoyê yayîn dikir

Xeberkî ne bi xêrê ji me re tanî

Nav û dengê mirina Yûsif Ezîzoxlî

Tirkiyayê lawo heft diwalê ecnebî tev hilanî

Ezîzoxlî te mala xwe tenê xira nekir

Te kon û çîtên perdê me feqîran bira li ser danî

Ax lîdero lîdero lîdero

Wez nebînim li dinyayê

Heta sax bim li dewrana dinyayê

Lîderkî mîna Ezîzoxlî nayê Tirkiyayêê ax

Hahîhîîî

Lîdero lîdero lîderoo

Lîdero qurban li me dabû

Çûme Diyarbekira şewitî lawo

Bi kevirê reş û tarî

Evî mîratê teyarê cinazê Ezîzoxlî

Ji me kurmanca re ji Enqerê hey lo lawo

Hediye tanî

Ezê çûme ser cinazê Ezîzoxlî

Min go Ezîzoxlî te mala me xira kir

W”em nizanin li Enqerê

Heyra te tembiya me feqîran

Keko îcar li kî danî

Ax lîdero lîderê me feqîran

Ez nizanim piştî babê Murado

Berê me kete bajarê Enqerê

W”em nizanin derdê xwe bêjin ji kê re ax

Lîdero ez nebînim li dinyayê

Heta sax bim li dewrana dinyayê

Lîderkî mîna Ezîzoxlî nayê Tirkiyayêêê ax

Hahîîîî

 

Lîdero lîdero lîderoo

Lîdero qurban sibe ye ezê çûme Farqîna şewitî dayê

Bê li hafê deştê

Minê bala xwe didayê bîna bayê çiya lê dixe

Dayê rebenê li bejn û bala Ezîzoxlî çiqas xweş tê ax

Ezê çûme li ser cinazê Ezîzoxlî

Derb û birîn tê de tunebû

Axîn dike ji derdê miletê şerqê

Ji kezebê xwîna reş tê

Lîdero lîdero wez nemînim li dinyayê

Heta sax bim li dewrana dinyayê

Lîderkî mîna Ezîzoxlî nayê Tirkiyayêêê ax

Hahîîîîî

 

Lîdero lîdero lîdero

Lîdero qurban çûme Farqîna şewitî

Dayê rebenê bi hewl û bî ye

Minê bala xwe didayê

Berê vê êvarê pêşiya texsiya derketî

Texsiya Ezîzoxlî dayê rebenê

Hezê hezê li pêşiyê

Ez çûme pêşiyê min go belkî mala we xirab e

Çi bû çi qewimî çi ciriya mesele çi ye

Digotin belkî mala we xira be

Heyra Wele Yûsif Ezîzoxlî ji Enqerê

Ji Biyuk Milet Meclîsê xeyidiye ebediyen

Şerqê malikşewitî hiştiye bê xweyî yee ax

Ax lîdero lîdero lîdero

Lîderoo lîdero qurban

Wez nebînim li dinyayê

Heta sax bim derdê Ezîzoxlî

Derdekî giran e lawo

Ji dilê me dernayê

Heta sax bim li dewrana dinyayê

Lîderkî mîna Ezîzoxlî babê Murado

Tu carî lawo nayê Tirkiyayêêêê axx ê

Hahîîîî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev