Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

feysal-mekdadSuriye: Berpirsa rewşa li Suriyê polîtîkaya Tirkiyê bi xwe ye

Alîkarê Wezîrê Karên Derve Yê Suriyê Faysal Mekdad polîtîkaya Tirkiyê ya li Suriyê rexne kir û diyar kir ku sedem û berpirsa rewşa xirab a li Suriyê polîtîka Tirkiyê bi xwe ye.

Li gorî ragihandina Ajansa Associated Press-ê, Mekdad gotûbêjek daye televizyona El Mayadîn a Lûbnanî û wiha gotiye:

“Sedema bilindbûna tansiyona di navbera Tirkiyê û Suriyê de, polîtîkayên Tirkiyê bixwe ne. Tirkiye ji vê rewşa xerab berpirs e.”

Faysal Mekdad her wiha îdîa kiriye ku Tirkiye çekdarên biyanî dişîne Suriyê, çek dide wan û bi vê yekê dixwaze Suriyê û Suriyeyiyan ji holê rake.

Li ser îdîayên ku Tirkiye gotiye Suriye bi balafiran leşkerên wan kuştiye jî, ne qebûl kir, ne jî red kir.

Alîkarê Wezîr wiha berdewam kiriye:

“Heke tirk giliya vê yekê bikin, bila jixwe bikin. Çimkî ev bûyer di nav xaka Suriyê de pêk hatiye.

Wekî tê zanîn çend roj beriya niha di êrîşeke balafiran de di nava xaka Suriyê de çend leşkerên tiki hatibûn kuştin, çend leşker jî birîndar bibûn. Tirkiye vê êrîşê xistibû stûyê hêzên hewayî yên Suriyê.
***

manfred-weber-yeManfred Weber: Em serî ji Enqerê re natewînin!

Nerazîbûnên li dijî gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser Yekitiya Ewropayê dom dikin.

Manfred Weberê Serokê EVP ya ku koma herî mezin a Parlamentoya Ewropayê ye got ku ku ewê serî li ber gotinên Erdogan netewînin.

Serokê Partiya Gel a Ewropayê (EVP) Manfred Weber bersiva gotinên Erdogan da ku gotibû: “Heke Ewropa wisa berdewam bike, emê deriyên xwe ji penaberan re vekin.”

Manfred Weber daxuyanî daye rojnameya ‘Neue Osnabrucker Zeitung-ê’ û wiha gotiye:

“Emê serî li ber şantajan netewînin û divê di qeyrana penaberan de bêyî hikumeta Tirkiyeyê bi awayekî serbixwe bertekê nîşan bidin.”

Weber her wiha gotiye ku Tirkiye nikare bibe endamê Yekitiya Ewropayê û diyar kiriye ku ew li dijî qutkirina alîkariyên li dijî Tirkiyeyê ne û divê diyalogên di navbera herdu aliyan de neyên birîn.
***

kustina-jinanLi Tirkiyê di 11 mehan de 236 jin hatin kuştin

Li gorî lêkolîneke ku ji bo 25-ê sermawezê Roja Li Dijî Tûndûtijiya li dijî Jinan hatiye amadekirin, di 11 mehên sala 2016-ê de li Tirkiyê 236 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin.

Her wiha li gorî malpera www.kadincinayetleri.org ê di 11 mehan de 71 jin rastî tecawizê hatine, destdirêjahî li 368 zarokên keçîn hatiye kirin.

Li gorî raporê ji sedî 67-ê failên kuştinên jinan; mêrê wan, kevnemêrê wan, yarê wan, kevneyarê wan yan jî merên di nava malbata wan bixwe bûne.

Li gorî raporê:

Di navbera 1-ê Çile heta 20-ê Sermaweza 2016-ê de, 236 jin hatine kuştin.
Ji sala 2010-ê ve li Tirkiyê 1638 jin hatine kuştin.
Di heman demê de tecawizê 71 jinan hatiye kirin.
368 zarokên keçîn rastî destdirêjiyê hatine.
Rapor dide eşkerekirin ku berdan û veqetandin dibin sedema kuştinê. Rêjeya van sedeman jî ji sedî 22 ye.

Li gorî raporê di 11 mehên îsal de 37 jin ji hêla kevnemêr,
Kevneyar yan jî destgirtiyên xwe ve hatine kuştin.

Li gorî saloxdana BBC Tirkiyê ji sedî 40-ê jinên ku hatine kuştin temenê wan di navbera 26-40-î de bûne, ji sedî 30-yê wan jî temenê wan di navbera 19-25-an de bûne.

Ji sala 2010-ê heta niha ji 1638 jinan 227 ji wan li Stenbolê hatine kuştin. Piştî Stenbolê bi 115 jinan Îzmîr, bi 110 jinan Edene û Enqere. Paşê jî Entab, Antalya, mêrsîn û Diyarbekir tê.
***

hatice-kamerNûçegihana BBC Tirkî Hatîce Kamer li Şêrwana Sêrtê hate binçavkirin

Nûçegihana BBC Tirkî Hatîce Kamer ku dixwest li Şêrwana Sêrtê nûçeya kana sifir amade bike ji hêla hêzên ewlekariyê ve hate binçavkirin

Hatîce Kamera ku endama Rêveberiya Lijneya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat e, ji bo şopandina bûyera hilweşandina kana sifir ku tê de 16 karkerên kurd mabûn, çûbû Şêrwan.

Heta niha jî derbarê girtina Hatîce Kamerê de tu agahî nehatiye wergirtin.

Edîtorê BBC Tirkiyê Murat Nîşancıoglu diyar kiriye ku Hatîce Kamer nûçegihaneke gelekî bi qedir ê BBC Tirkî ye û wan ew ji bo axaftina bi malbatên karkeran re şandiye Şêrwana Sêrtê.

Nişancioglu diyar kir ku ew li bendê ne Kamer di demeke kurt de were berdan.
***

idamDaişê 32 sivîl îdam kirin

Li gorî Tora Ragihandina rûdawê Daişa terorîst li taxên rojhilata Mûsilê bi hinceta sixûriyê 32 welatiyên sivîl îdam kirine.

Fermandarê Hêza Polîsên Federal a Îraqê Siltan Hamudat Azî di daxuyaniyekê de eşkere kir ku çekdarên Daişê li rojhilata Mûsilê li taxên Ezka, Mesarif, Zixur û Zankoyê bi ser malên sivîlan de girtine û gelekan girtine.

Siltan Hamudar Azî wiha gotiye: “Agahî ji me re hatiye ku Daişiyan di wê serdegirtinê de 32 kes girtine û birine cihekî nediyar û ew li wê derê kuştine.”

Azî her wiha diyar kiriye ku ew sivîl bi hêceta “sixuriyê” hatine kuştin.

Li gorî fermandar Azî terorîstên Daişê li herêmên di bin kontrola xwe de gefê li sivîlan dixwin da ku agahiyê nedin hêzên ewlekariyê.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê 17-ê Cotmehê ji aliyê Hêzên Pêşmereyên Kurdistanê û hêzên Îraqê ve bi piştevaniya hêzên hevpeyman a bi pêşengiya Amerîkayê destpê kiribû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev