Sêva Hacî

Sêva Hacî

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema şêstûheftan me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin. Em beşa wê ya bi sernavê  “Sêva Hacî” raberî we dikin.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin di pirtûkê da yên Hecîyê Cindî ne.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 67

Kur: 

Elê dayê, minê îşev birek xewnên tev hev dîtine,

Minê dîtîye, min û Sêva Hacî kêrên berîyan, gustîlên tilîyan pevguhêrîne.

Ax li min, ez nizanim riya şeherê Tulusxemê kî alî dimîne,

Çar û mikana mirazê mirazxwezan bûye,

Mirazê min û Sêva Hacî li ser bana tev hev bûye.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Dayîk:

Erê lawo, minê ew gilîyên te bihîstine,

Te îşev gelek xewnên tev hev dîtine;

Minê kalên zemanan, xortên gerîyayî pirsîne,

Kesekî salix-sûlixê şeherê Tulusxemê min nedane;

Lo lo lawo, xewnên te şevan, xemên te dilan,

De tu wana biterkîne li vêderê,

Rabe ser tivdîra mala xwe mîna berê.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Kur:

Dayê, bike bilezîne, tivdîrê min ra bibîne,

Hespê boz ji tewlê bikişîne,

Dibêjin “Riya şeherê Tulusxemê riya heft rojan e”,

Bi îzina Xwedê kurê teyê nav roj û denekî da biqedîne,

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Dayîk lava li kurê xwe dike, ku ew neçe, dibêje: “Lawo, tu gula ber bîna min î; tuyê di ku da herî?. Riya heft rojan kî dizane ji ku tê û di ku da diçe. Riya heft rojan bi tirs e, bi xof e, gelek qezîya li ser riyên ha dûr diqewimin: kî dizane, ji te ra xêr lê bê, yan na. Tu rê nizanî, tuyê bixalifî. Were gurra diya xwe bike, min şîrê helal daye te, ez ji te ra zirarê naxwezim, were meçe”.

Her kes dizane, derdê dilan kê dikare derman bike; xênji dil bi xwe. Dayîk çiqas ber kurê xwe gerîya, kir û ne kir, çar pê nebû bide sekinandinê. Paşê rabû tivdarekê kurê xwe dît. Tendûr dada, birîyan jê ra hazir kir, kire xurcînê, hesp ji tewlê kişand, zîn avîte ser piştê, xurcîn terkuya wê va girêda, çû rûyê kurê xwe, kelogirî dua kir, ku şîrê wê li wî helal be. Peşê ewê got: “De lawo, here, bira Xwedê tev şuxulê te be”.

Ewî xatirê xwe ji diya xwe xwest, kete rê û çû, ku derdê dilê xwe derman bike. Bi gotina gotîyan nava roj û denekî da ew gihîşte şeherê Tulusxemê. Çaxê ew nêzîkî şeher bû, ewî kerî pezên mezin dît. Ew pez li binetara çiyayê pişta şeher da diçêrîya. Çaxê ew nêzîkî kerîyê pêz bû, ewî şivan dît û gotê:

 

Lo lo şivano, lo şivano,

Pez diçêrînî li van çolano,

Ez duayê dikim mirazê teyo,

Tuyê bêjî riya şeherê Tulusxemê li ku mayo,

Mirazê min û Sêva Hacî tev hev bûyo.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Şivan:

Olo siyaro, bajo li rênga xweyo,

Çi te got, devê heftê heft bavê te zêdeyo,

Minê carekê ber pîyê bêrîyê paç kirîyo,

Besî min û heftê heft govek bavê teyo.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Siyar:

Lo lo şivano, lo şivano,

Bihayê kincên te çend kîsano?

Sibê heta êvarê ber van mîyano.

Gelo heqê te çend qirûşano?

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xiyalên dilan î.

 

Şivan:

Olo lo siyaro, bajo di rênga xwe da,

Mala bavê min li şeherê Bekrayê dimîne,

Sibê heta êvarê xercê wana hezar zêrên zer e,

Gava çevên min li Sêva Hacî dikeve,

Dinya ber min vir û derewîn e.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Siyar di ber xwe da got: “Dilê vî jî ketîye Sêva Hacî”.

Paşê hesp qoş kir, zû ajot, çû gihîşte wergê bavê Sêva Hacî. Ew çû nêzîkî konekî mezin bû. Ewî di kon da komek jin, keç û bûk dîtin. Hinekan ji wan şe dişkinîn, hinekan tevayî henek û laqirdî dikirin û distiran.

 

Siyar dest pê kir got: 

Olo kono, konê mezin,

Tê da rûniştîye cote keç, bûk û jino,

Gelo yeke xêrker ji we hebe,

Tasek ava sar bide mino.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xiyalê dilan î.

 

Sêva Hacî got:

Olo siyaro, siyarê tenê,

Em şe şikinin, ser şeyê xwe ne,

Em ne carîyên bavê te ne,

Herkê tî yî, bajo ser çemê Tulusxemê,

Av dikişe leme-leme, avê vexwe li ser çem e.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Siyar por û poşman ajote ser çemê Tulusxemê, ji hespê peya bû, hespê xwe av da û berda nav gîhayê hêşîn biçêre. Ew bi xwe jî çû li ber devê avê rûnişt, xwerina xwe ji xurcînê derxist, danî ser kevirekî û dest pê kir xwar. Ewî têr nanê xwe xwar. Her çend ew gelekî westîyayî bû, hinekî pal da ku rehet be, lê li nava gîhayê hêşîn û bîna kulîlkên bînxweş da derbekê ra bi xew ra çû.

Pîra mirazan hate xewna wî. Ewê di xewnê da jê ra got: “Ya ku caba te da, ew bi xwe Sêva Hacî bû, we hev nas ne kir, zû rabe here avê bixweze û wisa bike, ku ew gustîla xwe tilîya te da nas bike, ewê ku gustîl tilîya te da nas kir, wê cabeke xêrê bide”.

Siyar hişyar bû, banz da li hespê xwe siyar bû, ji şabûna ber devê çêm du-sê cara da cirîdan, paşê berê xwe da kon, ajot çû.

 

Siyar go:

Olo kono, konê mezin,

Çi şîrin in navê qîz û jino,

Bêjine min kî ye ji we Sêva Hacî,

Bira tasek av bide mino.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Jin û qîz bi gilîyên wî ra şaş man, zûr bûn li çavên hev nihêrîn. Çaxê ewê gustîla xwe li tilîya wî dît, ewê tê derxist ku gustîl ya wê ye, derbekê ra hêrs ji rûyê wê çû, beşera wê xweş bû, eşq û şayî tê ra hatin xuyakirinê. Sêva Hacî ji şabûna ber xwe ne da, got:

 

Olo siyaro, ezê gema hespê bidim dest e,

Destê çepê te ra têkim kember best e,

Ezê avê bidim te bi destê rast e.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Ew paşê vegerîya ji keçan ra got: “Tase av bînin”. Keçekê ku taseke zîv da av anî dirêjî siyar bike, Sêva Hacî tas ji destê wê girt û bi xwe da siyar. Ew ji hespê peya bû, dizgîn da destê jinekê, tas ji destê Sêva Hacî girt û av vexwar. Paşê ji Sêva Hacî ra got: “Seba te min riya heft rojan kirîye ya roj û denekê, niha ez li vir im, aha eva jî gustîla te ye li tilîya min da, ewa li tilîya te jî ya min e. Ew wisa qewimîye, bi rezaya dilê Xwedê mirazê me li hev bûye, ez hatime ku te bibim; tu çi dibêjî?”.

Sêva Hacî got: “Bextê te ye, ku tu wisa zû hatî, ez hîvîdar im tu bê qedir paşda venegerî, lê gerekê ez qirarên bavê xwe ji te ra bêjim. Qirar ev e: kî ji wî ra qeytana Memûdî dewsa qelen bîne, ewê keçika xwe bide wî; niha baş e ku tu hatî, herke tu qeytanê dest xî, bîne û min ji xwe ra bibe, herke te dest ne xist, wey li halê me”.

Siyar jê pirsî, got: “Qeytana Memûdî li kî derê heye?”. Sêva Hacî cab da got: “Li welatê me ew dest nakeve, gelek lê gerîyan, lê li tu cîyan rastî wan nehatîye”. Siyar got: “Wekî wisan e, îzina min bide ez herim mirazê xwe bigerim, mirazê min hatîye ber devê min, lê ez nikarim pê şa bibim seba qeytana Memûdî, ez herim li qeytanê bigerim, dibe Xwedê li alîyê min be”.

Sêva Hacî got: “Îro bimîne malê, ji me qedirekê bibîne, bi bavê min ra biaxêve, pê ra bikeve mijûlîyan, bira hinekî bîna wî derê, bibine nasên hev, here destê wî, dibe ew rêyeke rast bide pêşîya te, wê di rê da te verê bike, axirîyê da jî gilî û fikira wî bihese”.

Siyar got: “Na, nabe, ez nikarim bimînim, ez namînim heta qeytana Memûdî dest nexim, bavê te nebînim”.

Sêva Hacî got: “De here, bira Xwedê bi te ra be, hanê ji te ra vî kîsê zêran. Qeytana Memûdî qet li tu cîyan dest nakeve, ew gelekî biha ye, lê dibe li cîkî ew rastî te bê, pê van zêran bikirî”.

Siyar ji şerman serê xwe kire ber xwe, lê wê çi bikira. Xênji wê yekê ewî bê çar bû, di welatê xerîb da pere li wî lazim bûn, bona wê yekê ewî kîsê zêran ji destê Sêva Hacî girt, li hespê siyar bû, xatirê xwe jê xwest, kete rê û ajot. Pir çû, hindik çû, axirîyê da ew gihîşte koçk û serakê. Li ber koçk û serayê xûşka sê dêwan sekinî bû. Çaxê ewî kir ku hespê koçk û serayê ra qule bike, ewê ew dît, dixwest bizanibûya çima ew wisa dilezîne, ewê bi sitiran got:

 

Olo siyaro, siyarê tenê,

Hespê xwe bajo li vêderê,

Çi dilê te dixweze li vê dinê,

Cem min heye, xênji mirinê.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Siyar:

Êlê xweyîngê, derdê dilan giran e,

Tiştên dinyayê çi min ra ne,

Dilê min dilê bi ûmûdî,

Ez digerim qeytana Memûdî.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Xûşka dêwan:

Olo lo siyaro, ew gilî min zû da bihîstine,

Derdê dilan min li xwe dîtine,

Cem min qeytana Memûdî heye,

Yê jê mayî para te ye.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Siyar:

Êlê xweyîngê, bixweze gerewa qeytana Memûdî,

Bira mirazxwaz bi mirazê hev şa bin,

Duayê li mirazê mirazxwazên dinê bikin.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Wêderê wana gerewa qeytana Memûdî dît û ser bîst û çar kîsan sekinîn, pev ketin; ewî qeytan sitend, bi kêf û şayî vegerîya ber bi alîyê mala bavê Sêva Hacî. Çaxê ew nêzîkî kon bû, Sêva Hacî li ber derî sekinî bû, ewê ew dît û çû pêşîya wî. Siyar qeytana Memûdî nîşanî wê kir û got: “A niha ez dikarim herim bavê te bibînim, herim ji wî îzinê bixwazim”.

Sêva Hacî bi siyaran va tevayî çûne cem bavê wê. Bavê wê hingê di kon da li cîyê mêran rûniştibû. Dibêjin, ku seba dilketîyan sur tune, ew rast e.

 

Sêva Hacî qet şerm ne kir, got:

Bavo, îro hatîye roja axirîyê,

Xortê qeytan anîye, li vira ye,

Hatîye ji te bixwaze îzinê, bidî me extîyarî ye.

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Bav:

Lawo, ez didim we azayê,

Bira xort bê cem min,

Bêje çend kîs daye şûna qeytana Memûdîyê ye?

Dilo xemo, dilo kulo,

Tu xem, xilayê dilan î.

 

Siyar çû cem bavê Sêvê, lê temene kir, çû destê wî, qeytana Memûdî dirêjî wî kir, got: “Bo xwastina Xwedê ha li hev hatîye”.

Bavê Sêvê jê pirsî: “Çend kîs te dan gerewa qeytanê?”. Sêva Hacî got: “Ewî bi sed pênc kîsan kirîye”. Siyar gote Sêvê: “Sêva Hacî, serê bavê te kim, min bi bîst û çar kîsan kirîye, lê ne sed û pênc kîsan”.

 

Olo dilo kulo, dilo şao,

Tu dilo, rêwîyê serê wan riyano,

Bira bela bin xem, xiyalên van dilano.

 

Bavê Sêvê qeytan hilda, lê nihêrî, paşê got: “Ez destûrê didime we, herin lawo, bi mirazê xwe şa bin”. Siyar û Sêva Hacî bi rê ketin û ber bi welatê wî çûn. Çaxê ew ber şivan ra derbaz bûn, Sêva Hacî got: “Ew şivanê hana eva şeş sal e, ku pezê me diçêrîne. Bi qewil û qirarên bavê min salek mabû, ku ew wextê xwe xilaz bikira, ez ji xwe ra bibirama”.

Siyar got: “Sêva Hacî, min derdê dilan li xwe dîtîye, ez îzina te didim, here xatirê xwe ji hev bixwazin, hevdu paç bikin, bira derd û kulên wî bela bin”. Ewî gazî şivan kir. Çaxê şivan hat nêzîkî Sêva Hacî bû, çavên wî li Sêva Hacî ket, bû pirtepirta dilê wî. Siyar gote wî: “Lêva te, lêvên heftê heft govekê bavê te ne layîqî dev û dev û lêvê Sêva Hacî ne, lê ez îzinê didime te ewê paç kî û xatirê xwe ji hev bixwazin”. Gilîyên siyar nav dilê şivan sotin. Şivan bi dilekî kul Sêva Hacî paç kir û xatirê xwe ji hev xwastin. Siyar û Sêva Hacî bi rê ketin, çûn welatê siyar. Çaxê ew hatine malê, lingên diya wî ji şabûna erd ne digirtin. Ew timê li dor kurê xwe û bûkê diçû û dihat. Sê rojan, sê şevan dewat kirin.

Gelek sal derbaz bûn. Bi xwastina Xwedê qîzek ji wan ra bû. Wana navê wê danîn Sêva Sêvê. Ew ji nûra Xwedê gelek razî bûn. Rind dijîtin, şayî derbaz dikirin. Mala wana têr û tije bû. Gelek roj, sal derbaz dibin, diçin. Qîza wana îdî mezin bû. Ew ji dayka xwe bedewtir bû, bedewa ji bedewan bû.

Şivan di welatê xwe da eskerekî giran berev kir, ku bê ser şeherê siyar da bigire. Çaxê eskerên wî nêzîkî şeher bû, elamî siyar kirin, ku şivan dixwaze reata şeherê wî qir bike, şeher jî pê ra xirab bike û Sêva Hacî – dilketîya xwe ji xwe ra bibe. Hingê siyar tirs û xof kişand, ewî nizanibû çi bike. Ewî û cînarê wî qasid şandine pêşîya şivan, ku bêjine wî ewê qîza xwe bidine wî, qîza wan îda mezin e, ji dayîkê jî bedewtir e, navê wê jî Sêva Sêvê ye.

Çaxê qasidan ew gilî gotine şivên, ewî qebûl kir ku qîza wana ji xwe ra bibe şûna Sêva Hacî. Ewî çend merîyên xwe şandin pey qîza wan. Qîza wan ji xwe ra bir çû welatê xwe. Wêderê ew eskerên xwe berda û got: “Herine mala xwe”. Ewî ji xwe ra dewat kir. Gazî bira, pismam û neyarên xwe kir, anî dewatê. Dewata wî bi xêr û silamet xilaz bû. Ew û Sêva Sêvê bi tevayî man, li mirazê xwe şa bûn, lê siyar û Sêva Hacî man di cîyê xwe da, guhê wana seqirî, ji xwe ra emirê xweş derbaz kirin, em jî mane vêderê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev