Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Tevrabûnên li Kurdistana Başûr -2

Tevrabûnên li Kurdistana Başûr -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Beşa pêşin me berî çendekê çap kiribû. Beşa 2an, ku em raberî we dikin, ha tê binavkirinê: ”Tevrabûnên li Kurdistana Başûr -2”.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

Berhemên kurdzanên me – 67

Di wê demê da (nîveka sala 1919a) îngilîsa navbera xwe û Taha û Simko xweş dikir, ji ber ku “xetera Tirkîyê” hela ne hatibû hilanînê. Garnîzonên tirka tenê di meha tîrmehê ji çend warên ser sînorê Tirkîyê-Îraqê û Tirkîyê-Îraqê çûn, û wê “dema şêlû” da ne kivş bû, ku ew ax (Dize, Nerî, Başqale û warên Kurdistana Navbendî yên mayîn) yê kîjan dewletî ye. Lê casûsîya Tirkîyê bi sipartina çend hêzên sîyasî yên Tirkîya piştî şêr, ku carna dijminaya hev jî dikirin, dîsa bi aktîvî li Kurdistana Navbendî, Başûr û Rohilatê da kar dikir, li wir propoganda dijî Brîtanîyayê û dijî ermenîya dikir, hewl dida hêzên sîyasî-eskerî yên navçeyê bîne hêla xwe, ku dikaribûn rabine dijî zevtkarên îngilîs,- ango, serekên kurda bi desteyên wan yên çekdar va. Ji tirka ra li hev hat tesîrê li ser Taha û xwesma Simko bike, ji ber ku ne bi dilê wî bû, ku Îngilîs li Îranê jê ra asteng çê kir(28).

Piştî derketina eskerên tirka ji wargên ser sînor dîwana Brîtanîyayê li Îraqê dikaribû texmîn bikira, ku şikberîya Taha, Simko û serekên kurda yên Kurdistana Başûr û Başûr-Rohilatê yên mayîn wê ji holê rabe. Sozê piştgirîyê, dayîna pera, qulixên bilind dane wan. Şertê wan jî yek bû-di hamû karên hundur û der da bi a dîwana Brîtanîyayê bikin. Ji bo nimûnê, dû xaçparêza (ermenîya, aşûrîya) û wan serekên milet negerin, ku Îngilîs dil hebû wana bi kar bîne bona armancên xwe; an jî Simko gerekê dest ji wê daxaza xwe bikişîne, ku navçeyên rex Ûrmîyê û temamîya para başûr ya Kurdistana Îranê bikeve bin destê wî(29). Guhdarîya taybetî dihate danînê li ser pêkanîna danûsitandinên baş di navbera serekên tevgerên azadarîyê yên kurda û ermenîya, û ew jî bona wê bû, ku îngilîsa nêt hebû li Rohilata Nêzîk dewletên kurda û ermenîya yên bindest saz bike, yên ku gerekê rola navçîgarîyê bilîstana di nav milkên dagîrkirî û nîvkolonîal yên Îngilîs û Fransîyayê da.

Hevraxeberdanên bi seîd Taha ra gelekî balkêş in. Soz dabûnê wî kivş bikin wek welîyê Nerîyê, Rêwandûzê û Şemdînanê, bi şertê ku ew gerekê fermanên hukumeta Îngilîs pêk bîne, ku wê bi destî zapitê sîyasî bistîne. Ew “şertê pêşin” bû di peywandîyên di navbera wî û dîwana Brîtanîyayê da. Dû ra, îzna wî tunebû hukumê xwe li ser navça Mûsilê û başûrê wê belav bike: ew hemû kar dihatine berbendkirinê, ku dijî hukumeta Îranê bûn. Vê yekê ra tevayî îngilîsa soz didanê, ku dibe destûrê bidne wî hukumê xwe li ser alîyê bakûr-ser qebîlên Çolemêrgê, Oremarê, Gebarê belav bike, ango li wan wara, ku çavê wan lê bû paşdemê da wan jî bindest bikin. Lê dîsa jî extîyarîyên mezin ne didane wî. Ne hîştin, ku çek jî bi kar bîne. Dema mayîna ser wê qulixê bi wê yekê va girêdayî bû, çika ewê xwe çawa xwey bike û ew dem P. Koks bêşerm nav dikir wek dema “cêribandinê û tecrûbekirinê”. Mehê ji 20 hetanî 30 hezar rûpî wek meaş bona Taha kivş kirin(30).

Wek xuya bû, Taha ew hêvî pêk ne anîn, wek ku zapitên îngilîs yên sîyasî dixwestin û hîvîyê bûn. Peywandîyên wî wek berê bi Simko ra baş bûn, yê ku hindava Tehranê da dijminatî dikir û xeyala wî ew bû, ku axa kurda ya Kurdistana Başûr û Rohilatê bigihîne hev, û ew jî dijî berjewendîyên Îngilîs bû(31). Hela di ser da jî, Taha bi xwe jî bi navçîgarîya Simko bi aktîvî tevî karê Îranê dibû, helan dida kurdên dora Ûrmîyayê, propoganda damezirandina Kurdistana serbixwe dikir. Tiştekî balkêş e, ku Simko û Taha bi tevayî derketin dijî sîyaseta dîwana Îranê ya şerletanîyê (provokasyon), ya ku di navbera gelên xaçparêz (bi taybetî jî aşûrîya) û kurda da dijminatî tevradikir(32). Herdu serok ya xwe kirine yek, ku alî paşdavegerandina xaçparêza bikin(33). Ev hemû îzbatî me tîne ser wê bawerîyê, ku berî her tiştî daxaza Îngilîs ku serekên Kurdistana Başûr, Başûr-Rohilatê û Navbendî bîne hêla xwe, têk çû, û ya duda, ku serekên kurda di karê derckirina (têgihîştina) pirsdanînên gelê xwe yê rasteqîn da, ji sîyaseta derebegîyê-sêparatîstîyê dûr ketine û li ser riya rast sekinîne.

Bi vî awahî, ne tenê li mentîqa Suleymanîyê, lê herwiha li navçeyên Kurdistana Îranê yên mayîn da jî ji îngilîsa ra li hev ne hat “cîyê xwe germ bikin”. Seîd Taha û Îsmayîl axayê Simko jî ne amin bûn, yên ku wextekê dostên wan bûn û neyarê Mehmûd Barzincî bûn. Li temamîya Kurdistana Başûr nerazîbûna eşkere hindava hukumdarîya Îngilîs li Îraqê dihate texmînkirinê.

Karmendên dagîrkar yên Îngilîs, him yên eskerîyê, him jî yên sivîl, ku piranîya wan di jîyana xwe ya temendirêj da destbi nivîsara bîranînên xwe kirin, her yek bi awayê xwe têkçûna Îngilîs li Kurdistana Başûr şirove dikirin. Ew, hilbet, “tesîra bolşêvîzmê” bû. Mesele, Sone nivîsî ye, ku ew ji bo “serketinên bolşêvîzmê” xemgîn e (bi destî rojnameke Kêrkûkê “nav û prînsîpên bolşêvîzmê, mixabin, bêlî dibin”)(34). A. Wîlson testîq dikir, ku pey derdayîna serhildana Şêx Mehmûd li Suleymanîyê, “qasidên bolşêvîzmê” bin şerkarîya bona “mafên mirov” û tiştên mayîn, destdirêjayî û tevlihevî çê dikirin(35). Bi gotina Longrîg, wek ku “gihîştîye guhê min” (!), îdêya serbestîya kurda ji alîyê “casûsên bolşêvîk da” hatine propogandakirinê(36).

Çavê tirsê gir in. Hilbet, deng û basên derheqa şoreşa li Rûsîyayê ne tenê di rûpelên pressa Îraqê da dîyar bûn, lê herwiha ketine nava civaka Îraqê ya nezan, nav wan da kurda jî. Lê tesîra “bolşêvîzmê” li ser gelên Îraqê, herwiha li ser piranîya gelên cihanê yên welatên dagîrkirî, ku sînorên wan bi Rûsîya Sovyet ra hebû, faktora “demmisqal”, an jî yekcare nîbû, lê faktora demdirêj bû, ku heta roja îro jî berdewam e. Em çi jî bêjin, hema bêje tu nivîsarekê da îzbatîyên konkrêt tunene derheqa belabûna bîr-bawerîyên Marksîstîyê-Lênînîyê li Îraqê di dema ku em li ser disekinin da. Hela di ser da, îzbatîyên eksî wê hene. Ji bo nimûnê, Hey dinivîse, ku di fikra Taha da tunebû tirsa dagîrkarên îngilîsa, ya ji bolşêvîzmê, bona berjewendîyên xwe bi kar bîne û ewî wana dida bawerkirinê, ku damezirandina Kurdistana serbixwe wê “ber xetera bolşêvîka bibe senger (sûr, asteng, çeper, berbend)”, û zapitê sîyasî yê Îngilîs dida kivşê, ku Şêx çapa wê xeterê “gelekî zêde dida xuyakirin”(37).

Û ew rast bû. Ne ku desîsîyên bolşêvîka, lê şikyatê temamîya gel dijî testîqkirina desthilatdarîya Îngilîs ya dagîrkarîyê li Îraqê sebebê sereke yê tevrabûnên li Kurdistana Başûr bûn. Îngilîs tenê bona mentîqa Suleymanîyê dikaribûn ser demeke kurt ber xwe neketana. Wek ku A. Wîlson bi xwebawer nivîsîye, “dersa ku sala 1919a hate dayîn, ne hatîye jibîrkirin”(38). Di navçeyên Kurdistana Başûr yên mayîn da tevrabûnên bê deng û eşkere berdewam dikirin.

Ew tevrabûn di temamîya dema nîveka duda ya sala 1919a û mehên pey wê ra qe tu rojekê nesekinîn. Tevrabûneke berbiçav payîza sala 1919a li bakûrê Îraqê, dora navça Akrayê bû. Eşîrên zîbarî û barzan serî hildabûn. Serokatî li barzana dikir Şêx Ahmed Barzanî, ku nav û dengê wî li temamîya Kurdistana Navbendî pir bû, lê di dereca pêşverûtîyê û karê meşandina sîyasetê da berbiçav ne diket (ne mînenî birayê xwe yê biçûk, Mustefa Barzanî bû, ku gelekî bi nav û deng bû). Dema şoreşgera ser demeke kurt Akra zevt kirin, hate texmînkirinê, ku serketin ji wan ne dûr e. Wê demê çend zapitên îngilîs şehîd ketin. Lê ji kurda ra li hev ne hat temamîya milet rakine ser linga, ew jî wê demê, ku ji Tirkîyê alîkarî jî sitendin. Ji serekên navdar tenê serekê eşîra pîşdera Babekir axa û seîd Taha piştgirîya şoreşgera kirin. Eskerên îngilîsa yên dagîrkar ew serhildan di nava xwînê da mewicandin(39).

Di wan dema da li navçeyên Amedîyê, Rêwandûzê, Behdînanê jî tevrabûn çê bûn(40). Eşîrên surçî û soran rabûn, lê eşîra goran berê da hişyar bûbû. Bona hincirandina serhildanê hêzên mezin hatine bikaranînê, nav wan da ew desteyên eskeran jî, ku serhildana kurda ya li Suleymanîyê fetisandibûn. Xwesma alaya aşûrîya, ya bi serokatîya zapitên îngilîs, di emelên cezakirinê da berbiçav ket. Ew dîyarbûna sîyaseta dagîrkarîya Îngilîs ya bi nav û deng “perçe bike, ku bikaribî xwedî lê derkevî” bû, ku vira cara pêşin bi ser ket(41).

Lê îngilîs li vê navçê hindava kurdên şoreşger tam ser ne ketin. Cezakar ziyaneke mezin kişandin, ku gorî nivîsarên erebekî, tenê du hezar kes şehîd bûn(42). Hema xût ev yek Brîtanîyayê mecbûr kir cebirxana nû-balafirên bombavêj bîne bona derkeve dijî tevgera miletîyê-azadarîyê ya kurd û erebên Îraqê. Bikaranîna rola HEH (Hêzên eskerîyê-hewayê.- N. W.), ku bi resmî nav dikirin wek “Hêzên bêqusûr yên hewayê”, di derbazkirina sîyaseta milahîmkirinê li Îraqê, wek me îdî gotîye, pêşnîyara wezîrê eskerî û wezîrê hêzên hewayê yê Brîtanîyayê Wînston Çerçîll bû, yê ku di vî karî da jî gotineke nû got. Lê bikaranîna balafira dijî şoreşgerên kurd kareke mezin ne dida, ji ber ku wargê çiyayî ser riya wan dibû asteng. Balafir lazimî dagîrkarên Brîtanîyayê bûn bona bi mixenetî gundên kurda bombbaran bike, xwesma wan gunda, ku binecîyên wan derdiketine dijî emelên Îngilîs(43).

Lê ev jî baş alî ne kir. Bi xwemukurhatina A. Wîlson, li Kurdistana Navbendî “xiringêle bû”(44). Tabîyên Îngilîs li vê navçê ser demeke dirêj bi kêmasî bû û terk û terş lê ketibû.

Bi gotineke kurt, sala 1919a da xuyakirin, ku xelqê kurd, yê Îraqa ji alîyê îngilîsa da zevtkirî, bi dijminayî derdikete dijî hatina hukumdarên nû. Lê hinek derebegên kurda xizmetî dagîrkaran kirin (Babekir axa, Adîle-xanim, seîd Taha), ku bûn sebebê jihevçûna hêzên gelê kurd yên berxwedana miletîyê dijî dagîrkarîya biyanî,- ango, dijî dîwana dagîrkar ya Brîtanîyayê li Kurdistana Başûr û eger ew nîbûna, karê zevtkara wê zehmet bûya: ji ber ku gava îngilîsa pêyî li ser birîna hevalbendên xwe yên berê kirin, ewana yekser bûne neyarên hev.

Faktoreke mayîn jî digihîşt, ku bona hukumdarîya Îngilîs li Îraqê qet dest ne dida-ew jî bilindbûna şerkarîya ereba ya miletîyê- azadarîyê bû. Dijminekî sereke yê ereba û kurda hebû, ew jî dagîrkarên îngilîs bûn û ew bingeheke obyêktîv saz dikir bona nêzîkîhevbûna van herdu gela di şerkarîya wan ya şerê dijî împêrîyalîsta da. Lê bi wê ra tevayî gelek astengên sûbyêktîv jî hebûn, ku dagîrkara bi taybetî saz kiribûn û ew ne dihîşt şerkarîya ereba û kurda yek bibe û di rêkê da here. Di salên hukumdarîya Brîtanîyayê li Îraqê (1918-1958), xwesma dewrana serkarîkirina Îngilîs ya rastene (1918-1932), ev herdu têkoşîn bi hev ra dimeşîyan, bêy ku derkevine dijî hev. Ji ber wê jî rêjîma Brîtanîyayê ya dagîrkarîyê li Îraqê ziyaneke mezin ket. Usa bû dema serhildana miletîyê-azadarîyê ya hemmiletîyê havîn û payîza sala 1920-î da.

Ew serhildan di rohilatzanîya me da rind hatîye lêkolanê(45), ji ber wê jî emê tenê ser wan dereca bisekinin, ku bi pirsa kurda va girêdayîne. Di nivîsarên Roavayê da ew tê binavkirinê wek pirsa “erebîyê”. Wek ku A. Wîlson nivîsîye, “daxazên ereba” qet ne bi dilê kurda bûn(46). Gotinên awa hinekî hatine werimandinê. Ser vê meselê Wîlson bi xwe jî dibêje, gava di bîranînên xwe da derheqa “bêqanûnîyên” kurda yên li mentîqên Rêwandûzê û Erbîlê di mehên tebax û îlona sala 1920-î da qal dike. Hema li wan dema di navça Akrayê da qebîla surçî dîsa rabû şerkarîyê; bona hincirandina wê tevgerê levîyên aşûrî hatine bikaranînê(47). Kurdên para başûr ya Kurdistana Îraqê jî hatin gihîştine şoreşgerên ereb. Nîveka meha tebaxê eşîrên Qizil-Rîbatê, Xaneqînê, Kîfrîyê jî rabûn. Êrîş birine li ser kanên neftê li Neftxanê jî, ku bin destê kompanîya Îngilîs-Farizistanê da bû(48). Serhildan derbazî navçeyên başûr jî bûn, ku piranîya wan kurd bûn (mentîqa Mendelî)(49). Mentîqa Suleymanîyê da jî tevlihevî çê bû, ku A. Wîlson bi bawerî digot kurdên wira “ji sala 1919a ders hildane”. Eşîretên awramar, sengaw û dîlo jî tevî tevrabûna bûn. Bi gotina Wîlson, îngilîs hîvîya serhildana kurda ya hemtomerî bûn(50). Û tenê di meha îlonê sala 1920-î da ji îngilîsa ra li hev hat bi hêzeke zor derkeve dijî şoreşgerên kurd û ereb, ji ber wê jî ewê pêşî li serhildana kurda ya hemtomerî girt. Vira xwevekişandina hinek serekên kurda jî rola xwe lîst (serekê pîşdera Babekir axa, serekê sûrçîya Ubeydulle û yên mayîn)(51).

Bi vî awahî, kurdên Îraqê tevgelên aktîv bûn di serhildanên sala 1920-î yên dijî împêrîyalîsta da. Ji ber wê jî zaneyê problêmên Rohilata Nêzîk V. A. Gurko-Kryajîn ew serhildan bi nav kir ya “ereba-kurda”(52). Lê dîsa jî em nikarin derheqa yekîtîya tevgera şoreşgerên ereb û kurda yên sala 1920-î da bêjin, xwesma di çarçova sîyasî da. Carna ew serhildanên miletîyê-azadarîyê diketine hev, di demekê da dibûn, yên ku armancek danîbûne pêş xwe-dagîrkarên Îngilîs ji welêt raqetînin. Lê em di hêlekê da jî nikarin qîmetekî baş nedine wê serhildana gelê Îraqê yê ji bo azayê û rizgarbûnê (bona wê demê ew bûyereke berbiçav bû), lê em nikarin qîmetekî tam jî bidinê. Ewê çend derecên ciddî derxiste meydanê, ku hinkûfî têkoşîna kurda bû him li perça wê ya başûr û him jî perçên Kurdistanê yên mayîn da, û ya sereke ew e, ku ocaxên serhildana hey diçûn disincirîn. Sala 1919a navbenda sereke ya serhildana kurda li Îraqê-Suleymanî, wek ku lazim bû piştgirîya navçeyên Kurdistana Başûr yên mayîn ne sitend. Sala 1920-î Suleymanî hîn sisttir bû. Gelê kurd li Îraqê ne bû yek di şerê dijî dagîrkarîya Brîtanîyayê da, ne bi tenê, ne jî bi ereba ra. Ew yek karê îngilîsa da hêsakirinê û ewê hukumê xwe di kolonîyake ereba da hîn bi hêz kir.

Çavkanî:

  1. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 153, belge 38. Telegrama rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîyayê li Devtenga Farizistanê ji bo komîsarê Brîtanîyayê yê tewrebilind li Konstantînopolê, 3ê tîrmehê sala 1919a.
  2. Dîsa li wir.
  3. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 153, belge 39, 44, 45. Telegrama rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîyayê li Devtenga Farizistanê ya 8 û 28ê hezîranê sala 1919a.
  4. Em bidne kivşê, ku DAY, ku çavtirsandî bûbû, ku Îngilîs wê Îranê daqurtîne, pesinê danûsitendinên di navbera Taha û Simko da dida (ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 153, belge 40. Telegrama P. Koks ya 1ê tîrmehê sala 1919a).
  5. Hela di sala 1918a di navbera kurda û aşûrîyên rex Amûrê pevçûyînên giran bûbûn. Derheqa pirsa aşûrîya di dema şerê hemcihanê yê yekemîn û piştî wê da hûn dikarin bi hûrgilî di xebatên K. P. Matveyev da bixûnin: Matveyev K. P. (Bar-Matay), Mar-Yûhanna Î. Î. Pirsa aşûrîya, parên II, III; Matveyev K. P. Aşûrî û problêma aşûrîya, parên V-VI.
  6. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 153. Telegrama rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîyayê li Devtenga Farizistanê ji bo qasidê Brîtanîyayê li Tehranê di 3 û 7ê tîrmehê sala 1919a.
  7. Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 145.
  8. Dîsa li wir, rûpel 290.
  9. Longrîgg St. H. Îraq, rûpel 101.
  10. Hay W. R. Two Years în Kurdîstan, rûpel 353.
  11. Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 290.
  12. Dîsa li wir, rûpel 152-153; Kemal M. A. Tevgera miletîyê-azadîyê li Kurdistana Îraqê, rûpel 81-83; Longrîgg St. H. Îraq, rûpel 103.
  13. Ew hela di dawîya hezîrana sala 1919a destpê bûbûn.
  14. Kemal M. A. Tevgera miletîyê-azadîyê li Kurdistana Îraqê, rûpel 82.
  15. Dîsa li wir, rûpel 83.
  16. Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 259.
  17. Dîsa li wir, rûpel 154.
  18. Binhêre: Kotlov L. N. Serhildana miletîyê-azadîyê li Îraqê di sala 1920î.
  19. Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 259.

Kotlov L. N. jî wek hinekên mayîn rola pirsa kurda di jîyana cîvakî-sîyasî ya li Îraqê di salên 1918-1920î da wek lazim e qîmet ne kirîye. Binhêre rêsênzîya min li ser wê pirtûkê di kovara “Sovetskoyê Vostokovedenîyê” (“Rohilatzanîya Sovyetî”) da (1958, hejmar 5, rûpel 171).

Dema tivdarekdîtina serhildanê komela ereba ya miletçîtîyê Al-Ahd di nav kurda da propaganda dijî Îngilîs dikir. Serokekî komelê di nav nama xwe ya ku ji şêxên eşîretên ereba-tayî û şammar ra şandibû, dinivîsî, ku ew gerekê çav bidne kurda. “Ew ketibû heyra kar û barê kurda, ji ber wê jî hîvî ji şêxên tayî kir, ku nama wî ji eşîra kurda-reşîya ra bişînin” (Kedourîe E. England and the Mîddle East. The Destructîon of the Ottoman Empîre 1914-1921. L., 1956, rûpel 82, 83).

  1. Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 291.
  2. Kotlov L. N. Serhildana miletîyê-azadîyê li Îraqê di sala 1920î, rûpel 137; Kemal M. A. Tevgera miletîyê-azadîyê li Kurdistana Îraqê, rûpel 91.
  3. Kemal M. A. Tevgera miletîyê-azadîyê li Kurdistana Îraqê, rûpel 91.
  4. Kotlov L. N. Serhildana miletîyê-azadîyê li Îraqê di sala 1920î, rûpel 139; Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 231.
  5. Kotlov L. N. Serhildana miletîyê-azadîyê li Îraqê di sala 1920î, rûpel 139, 167, 168.
  6. Gûrko- Knyajîn V. “Çar konflîkt”.- “Novîy Vostok”, 1925, pirtûk 1(7), rûpel 61. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev