Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ew dem kengî ye?

Ew dem kengî ye?

Mehmed Salih Bedirxan

DAIŞ bi dagirkirina Mûsilê bihêz bû û wisa xwiya ye ew ê bi ketina Mûsilê jî êdî ji nav biçe. Li gor zanyariyên rayedarên iraqî ji bilî Mûsilê li başûrê Kerkûkê li navçeya Hewîce di destê DAIŞê de maye. Herêmên di destê rêxistinê de hemû hatine kontrolkirin û DAIŞê li Iraqê ji 4 paran 3 par xaka di destê xwe de ji dest daye.

Niha şerê Mûsilê li dar e, ligor dîmenên ajans û televîzyon belav dikin şer êdî kuçe bi kuçe mal bi mal birêve diçe. Taxên sereke yên weke Mîsaq, Wehda, Şeyma, Selam, Quds, Kerma, Edin, Zehra, Îxa, Semah, Intîsar, Tilvizyon, Gogcelî, Melayîn û Sadet Biweyza hatine kontrolkirin û ew ji mayînan tên paqijkirin.

Pisporên leşkerî tînin ziman ku DAIŞ li ser avahiyên bilind  segvan danîne û bi wan segvanan hewl dide pêşketinên Artêşa Iraqê rawestîne. Herwiha hebûna xelkên medenî ya di nava bajêr jî dibe sedemeke din a pêşdaçûyîna Artêşa Iraqê.

Ligel serkeftinên Artêşa Iraqê, guman tê de nîne ku ruhstinê DAIŞê Pêşmerge bû. Derbarê rewşa dawî ya şerê DAIŞê de ez bi Sekreterê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cabbar Yawer re axivim. Yawer eşkere dike ku li dorûbera Şengalê 9 gund, li nêzîkî Hewîceyê  jî çend gundên kurdan di destê DAIŞê de mane û hêzên wan amadene wê xaka kurdan jî ji destê DAIŞê derxin û niha Pêşmerge amadene.

Ligel bedelên mezin Pêşmergeyan DAIŞ ji nav birin. Di şerê li dijî DAIŞê de zêdetir 1400 Pêşmerge şehîd bûn herwiha 10 hezar kes birîndar bû, bi hezaran kurdên êzdî hatin şehîdkirin û wendakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di seredana Başîkayê de beriya bi çend rojan eşkerekiribû ku ew ê careke din nehêlin metirsî hebe li ser gelê kurd û xaka wan. Herwiha wê Pêşmerge parastina herêmên kurdî bikin.

Piştî DAIŞê barê giran êdî li ser milên partiyên siyasî ye. Mesûd Barzanî ji bo aktîfkirina parlementoyê jî peyamek arasteyî partiyên siyasî kiribû. Heta çend rojan ji bo çareserkirina qeyrana siyasî wê PDK dest bi serdana  hemû aliyên siyasî bike. Nûnerên hemû partiyan ji bo çareseriyê amadebûna xwe tînin ziman. Fermandarên Pêşmergeyan jî bangê li aliyên siyasî dikin û dibêjin; ‘dawiyê li vê meseleyê bînin.’

Çavê xelkê Kurdistanê li benda wê yekê ye ku êdî partiyên siyasî, çareyekê ji qeyrana darayî re bibînin, dawiyê li penaberiya ber bi Ewropayê bînin, çarenivîsa penaberên li Herêma Kurdistanê ne û bûne serbar diyar bikin, arîşeya kehrebayê ji nav bibin. Herwiha gelek mesele hene ku êdî xelk ji wan bêzar bûye. Di haleta şerê man û nemanê de kemûkûriyên wisa rû didin. Lê eger ew mesele her bên taloqkirin û partiyên siyas guhê xwe ji gotinên xelkê re bigrin û meseleyan nebînin wê di bin wî barê xelkê de bimînin.

Mirov dikare bi awayekî eşkere bêje, Şerê Sêyem ê Cihanê niha li Rojhilata Navîn dar e û Kurdistan jî di nava vî şerî de ye. Metirsî  heye piştî DAIŞê rêxistin û komeke din êrîşî Kurdistanê bike.  Her çawa bibe jî û her kî êrîş bike  jî pişta Kurdistanê bi Pêşmergeyên Kurdistanê û Mesûd Barzanî qehîm e lê erkên aliyên siyasî jî hene û divê ew jî bi erkê xwe rabin. Eger ew dem ne aniha be, kengî ye?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev