Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Têkilîya Felsefeyê û Zanistê

Têkilîya Felsefeyê û Zanistê

Ali Gurdilî

Em dizanin ku heta demên hemdem jî, felsefe û zanist ji hevdu ne serbixwe bûn. Thalesê fîlozof ku wek avakarê felsefeyê tê hesibandin; di heman demê de esmannas, fizîkzan û matematîkzan bû jî. Bi serdema hemdem re fizîk, kîmya, tip, bîyolojî û mekanîk, yeko yeko ji felsefeyê veqetîyan û bala xwe bi tenê dane beşeka heyînê ya ku bi wan re têkildar e. Mesela bîyolojîyê bala xwe da heyînên zîndî, fizîkê bala xwe da heyîna fizîkî û hwd. Van zanistan ji bo vekolandina babetên xwe, hindek rêbazên nû peyda kirin û bi vî awayî dest bi vekolandina babetên xwe kirin. Helbet ji bo pêkanîna armancên xwe, divabû sînorên xwe jî kifş bikirana, da ku bikaribin bi awayekî taybet li babetên xwe vekolin.

Lê vê helwestê, zanistan ji felsefeyê dûr ne xist, beravajîya vê yekê em dikarin bibêjin ku ew zêdetir nêzîkê hevdu bûn. Lewra zanist heyînê perçe perçe dikin û bi vî awayî zanayîyan hildiberînin. Ev zanayî jî ancax bi saya felsefeyê dikarin werin gelemperî (giştî) kirin. Felsefe jî, ji bo dîtina babetên xwe yên vekolandinê, hewcedarê zanista ye. Lewra bala felsefeyê her dem li ser encamên felsefeyê ye û bi vê yekê felsefe, her dem hindek ramanên nû hildiberîne, ku ev raman jî rê li derketina hindek tevgeran vedikin.

Wek mînak: Di destpêka sedsala 20 an de dozîneya (teorîya) Albert Einstein ya rolativîteyê (îzafîyetê) û di warê geometrîyê de lêzêdekirinên Godel, wiha kirine ku di felsefeyê de jî ekolên wek post-modern (piştî nûjentiyê) û dîmanatîyê (îzafîtî, rolativîzm) derkevin holê. Li hêla din jî, mirov dikare bibêje ku felsefe û zanist, xwediyê mengîyek (îdealek) hevpar in jî. Felsefe bi pirsên xwe yên tevayî û zanist jî bi encamên xwe re, dixwazin têbigihêjin gerdûn, xweza û jiyanê û wan şirove bikin. Digel vê yekê, di navbera wan de mirov dikare bibêje ku cewazîyên berbiçav jî hene.

Cewazîyên Felsefe û Zanistê 

1- Razberkirin û têgehên zanistê, êdî taybet in û yên felsefeyê jî, êdî tevayî (tumel) ne.

2- Zanist li mijarên xwe tu nirxekî bar nake. Wek baş, xirab, delal û hwd. Felsefe, hem li bûyeran, hem jî nirxan vedikole. Zanist, bi tenê li bûyeran (olgu) vedikole.

3- Pêşnîyarên zanistê, dikarin werin îsbat kirin. Lê ne gengaz e ku mirov pêşnîyarên felsefeyê îsbat bike.

4- Pêşnîyarên zanistî, derheqê pêşerojê (diwarojê, siberojê) de dikarin hizran (texmînan) bikin.

5- Zanist û çalakîyên zanistî dikarin werin fêr kirin. Lê ji ber ku ji bo pêkanîna felsefeyê rêbazeke destnîşankirî tune; fêrkirina wê jî gelekî zehmet e.

6- Pêşnîyarên (onermeyên) zanistî di teknolojîyê de têne bikaranîn, lê bi vî awayî sepandineke (peyîkandin) felsefeyê tune.

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev