Kemalîzmê çima dîn radikir?

Kemalîzmê çima dîn radikir?

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

Piştî 1925an ku Mistefa Kemalê Makedonî kirin serokê giştî yê vê dewleta li ser 780 hezar km2 ax û jê re dewlet jî ku bi navê “Komara Turkiye”yê ava kirin, piştre guhertineke pir mezin jî di çand û olên xelkên li Anatolya û Bakûrê Kurdistanê de dane kirin.

Demekurtek şûnde navê wê sîstemê danîn KEMALÎZM û navê Mistefa Kemal jî danîn ATATURK (Tirkbapîr).

Ew rêbaz, adan û nişaya komunîzm û emperyalîzmê ye, heta niha li dinyayê sîstemeke wisa jî nehatiye dîtin. Binavkirina wî bi xeysetê “ataturk” jî, niheqiyeke mezin e ku li Neteweyê Tirk hatiye kirin.

Ew guhertinên ku hatin kirin, di radeya yekemîn de nikara nijadên cuda yên kevnare bû ku bi hezarê salan li ser wê axê jiyane. Nikara duyemîn jî, ya dînên cuda bûye, di serî de jî Dînê Îslamê ye.

Lê pir kesî bawer kiriye û niha jî hene ku bawer dikin ku Kemalîzm “Îslama Sunî” ye û li ser rêçika Îmamê Henefî ye. Ev dîtin, vajiyê rastiyê ye. Ji ber ku her kes dizane ku Mistefa Kemal û Ismet Inunu, banga pîroz vegerandin zimanê tirkî û bi hezaran mizgeft û weqf hilweşandin û malê wan dane xezîneyê, zeviyên wan jî firotin. Herweha gelek kesên oldar û peyrewên olî xeniqandin, yên mayî jî bi salên dirêj ew di zîndanan de hiştin.

Hin kiryarên ku kirine ev in:
– Navê gund, navçe, cih û deveran seranser guhertin û navine tirkî lê kirin.
– Silogana ku “Li Tirkiyê her kes Tirk e” bi her kesî dane pjirandin.
– Silogana “Çiqas xweş e ku bêjî EZ TIRK IM” li ser her bilindciyan dane nivîsandin.
– Gotina “Ku ne Tirk bî, bibe koleyê Tirkan” geş kirin.
– Ew çanda hezarsale di şevekê de rakirin û çandeke nû ya biyanî bi xelkên welêt dane pejirandin.

Kemalîzm li dijê gotinên Xwedayê mezin derketiye û ji her kesî re gotiye TURK. Ayeta Qurana Pîroz jî weha gotiye:

1- ياأَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُم مِّن ذَكَرٍ وَأُنثَى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوباً وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُو
– ”Ya eyyuhen-nasu inna xeleqna kum min zekerin we unsa we ce´elna kum şu´ûben we qebailen li te´arefû.”
(Gelî mirovan! Me hûn ji nêr û mê afirandine. Ji bo ku hûn hevûdu binasin, me hûn kirine wek nijad û neteweyên cuda.) Suret: Hucurat, Ayet: 13.
Tirkbûna xelkê Kurdistan û Anatoliyayê, li dijê vê Ayeta Xwedê ye.

– Cenabê Pêxember jî di Xutbeya Xatirxwestinê de gotiye:
”Zarûk li ser doşeka kê çêbibin, yên wan in.”
Û dîsa gotiye:
– ”Kesê ku nikara bav û bapîrên xwe bike, le´neta Xwedê lê be.”
Yanî zarûkên Kurdan Kurd in, yên Tirkan Tirk in, yên Ereban Ereb in…

2- Kemalîzmê ziman û çanda hemû nijadên li Kurdistan û Anatolyayê qedexe kiriye. Lê ev Ayeta Qurana pîroz jî weha ye:
“We min ayatîhî xelqussemawatî wel erdî we ixtilafû el sînetî kum we elwanikûm.”
(Ziman û çanda hemû mexlûqatên erd û asîman, her yekê ayetek ji ayetên min in.) (Sûret: Rûm, Ayet: 22)

3- Ew zimanê ku pêxemberan pê erênî û neyêniyên Xwedê gotiye xelkan, Kemalîzmê qedexe kiriye û kesên pê xeberdane jî, sezayê pere ji wan stendiye. Ayeta Xwedê weha gotiye:
– ”We ma erselna min resûlîn illa bi lisanî qewmî hî, lî yûbeyyîne lehum…”
Bêguman me pêxember nehinartiye ila bi zimanê wî qewmî, da ji wan re beyan bike.
(Sûret: ÎBRAHÎM, Ayet: 4)

Hemû zanayên ola Îslamê gotine û dibêjin:
“Kesê ku peyvek ji Ayetên Quranê nikar bike, kafir e.”

Xala girîngtir jî ev e ku bisilmanên ne Ereb, wisa bawer kirine ku Ola Îslamê ya Ereban e, ev jî vajiyê rastiyê ye. Lewra Ayeta pîroz weha gotiye:

4- Ayeteke Qurana Pîroz jî ev e:
“El E´rabû eşeddu kufren we nîfaqen, we ecderu ella ye’lemû hudûde mâ enzelallâhu elâ resûlihî. Wellâhu alîmun hekîm..”
Erebên mel’ûn ji hemû miletan pirtir kafir û munafiq in. Ew sînorên ku Xwedê bo pêxemberê xwe danîne, ji her kesî zêdetir binpê dikin..
(Sûret: Tewbe. Ayet: 97)

Îcar van Ereban, sê xelîfeyên cenabê Pêxemberî kuştine û 72 kes ji malbata Pêxemberî jî, bi serjêkirin kuştine.

Îslamê çi da Kurdan û çi ji wan stend:
Berî derketina Ola Îslamê, piraniya Kurdan BEHDÎNÎ (zerdeştî), beşek EZDAyî, hinek Cihû û hinek jî Fileh bûne. Piştî derketina Ola Îslamê, ew Kurdên ku bûne bisilman, ji ber ku Îslamê nijada her kesî parastiye xwe wek Kurd heta niha parastine. Piraniya Kurdên BEHDÎNÎ û EZDAyî jî xwe wek Kurd parastine. Kurdên ku Cihû bûn, çendî ku xwe weke Kurd parastine, lê ew ji gelek pîroziyên xwe yên çand û toreyî dûr ketine. Lê belê ew Kurdê Fileh ku nebûne bisilman, di nava demê de nijada xwe bi temamî wenda kirine û bûne “suryan, aşûr, kildan.” Îro jî piraniya wan dijminatiya Kurdan dikin.
Serpêhatiya Kurdan piştî derketina Îslamê bûye ev.
Lê piştî komkujiya Kerbelayê ku Ereban bi temamî dest ji Ola Îslamê berdaye, dibe ku ji ber îhmalkariya Kurdan be jî, Neteweyê Kurd axa xwe têkdaye, ziman û çanda wan hatiye qedexekirin û ev 200 sal in jî hertim konmijî li wan çêdibe. Ev siqûmatên ku têne serê Kurdan, geh bi navê “Îslam”ê, geh bi navê “demokrasî”yê û gah jî bi navê li dijê feodaltiyê têne serê Kurdan.

Li belê rastî ev e ku li çu herêmeke Kurdistanê, çewa ku li Bakûrê wê Kurdan êş û zexta giran ji destên Sîstema Kemalîzmê dîtiye, li cihekî din nedîtiye.

Binerin, 1930 dema Komkujiya Geliyê Zîlanê, Îran alîkariyeke mezin daye Tirkiyê, sedem jî ev bûye:
“Belkî roj hat û Kurd û Tirk biratiyeke wek ya 1514an di navbera xwe de çêbikin û herêma Kurdistana Îranê jî, ji destên Îranê derxînin.”

Ew şeş Komkujiyên li Geliyê Zîlanê roja 15ê Temûza 1930î, berêvarkî di eynî deqeyê de çêbûne û rûxandin û bombebarana li ser 80 gundên Kurdan, bi rojan domandiye.

Yekîtiya Sovyetan jî ku ji hinek Kurdan re bûbû wek bav û bira, roja 23yê temûza 1930yî, Kurdistana Sor hilweşandiye û Kurdan tev hinartine sirgûnê.

Dewletên Ereb ên ku nû bi çapelûkan ketibûn jî, çepik ji Kemalîzmê re lê dixistin.

Bapîrên Mistefa Kemal jî, ji bo ku Yekîtiya Sovyetan berfireh nebe, destûr dabûn neviyê xwe û pêdiviyên ku jê re girîng bûn didanê da ku Kurdistanê bişewitîne.

Ha bi vî hawayî Kemalîzmê ew 36 xelkên cuda yên li Anatolya û Kurdên Bakûrê Kurdistanê, di nava 20-25 salan de bi derbekê kirin Tirk û zimanê wan jî kirin yê tirkî.

Wateya Ayetên Xwedayê mezin û Hedîsên cenabê Pêxember jî, tenê di nava rûpelan de mîna Ziman û Çanda Kurdî sergirtî mane.

Lê divê neyê jibîrkirin ku li dinyayê du pîrozî hene û çu car jî ji holê ranabin; yek jê nijada mirovan e, ya dî jî dîn e.

Dema meriv li van hemû rûdanên li dijê Neteweyê Kurd wisa kûr û hûr disêwire ku wan li dijê Neteweyê Kurd bi hev re hevkarî kirine, hemû mezhebên Bisilman û yên Filehan, herwekî tolhildanek e li pêşber desthelatiya Siltan Silhedîn Eyûbî Kurdî têne bîra meriv.

Lê mixabin mejiyê desthelatiyên Bisilmanan jî xitimîye û pêşeroja xwe nabîne, ji ber ku ew hertim li gepa xwe ya rojane disêwirin.

Bi hêviya xweşî û aramî û jiyaneke bêteşqele ji warê bav û kalan…

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Ebdulah Celan

    .Saydayê min ê rêzdar
    Ev nivîs dîrokekî nîjadiye gelek giring û bi ayat û hedîsan hate serwext û şirove kirin

    Gelek hêja û watedare, destê te sax be mamosteyê mezin, Xwedê kêmasiya cenabê te nede înşellah

    Her şad û bextewar bî
    Bi hêviya serkevtinê
    SILAV Û RÊZ

Şirovekirin hatine girtin.