Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nameyên navbera Barzanî û profesorê kurd de

Nameyên navbera Barzanî û profesorê kurd de

Hewlêr (Rûdaw) – Profesor û pisporê kurdê Soviyeta berê Nadir Nadirov e ku wek “Mareşalê Petrol û Gazê” tê nasîn di sala 1989an de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nameyekê dişîne û Barzanî jî bersiva wî dide.

Akademisyên Nadir Nadirov bi helkefta lidaxistina kongreya 10emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê ji Serokê partiyê Mesûd Barzanî re dişîne. Piştre Barzanî jî bersiva Nadirov dide.

Barzanî di nameya xwe de diyar dike ku kongreya wan biserkeftî derbas bûye û dibêje: “Ew program, erkên navxweyî û biryarên ku kongre qebûl kirin, di asta qonaxa îro de ji bo çareserkirina problemên gelê me û xebatên rewa yên hejar û belengazên Kurdistanê ne. Baweriya we hebe, heta nefesa dawî, ji bo bidestxistina armancên pîroz ên gelê me, emê li ser rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir a kurdperwerane bimînin.”

Nameya Mesûd Barzanî ku sala 1989ê ji Mamoste Nadir Nadirov re şandiye ev e:

“Ji bo birayê zor birêz û hêja Nadir Kerem Nadirov;

Silavekî dilsoz û germ…

Peyama ku cenabê te ji bo kongreya me ya dehemîn şandibû kete destê me, me ew li kongrê xwend û nameya we bi germî hate pêşwazîkirin. Ji bo vê yekê li ser navê xwe, komîteya navendî, hevalên kongre û partiya me; spasiyên hestên we yên kurdayetî, birayane û dilsozane dikim. Di jiyan û xebatên xwe de, ji bo xebata kurd û Kurdistanê her şad, serfiraz û serkevtî bin.

Ez bi dil û can we agahdar dikim ku kongreya me bi awayeke serkeftî kar û barên xwe temam kir. Baweriya me ew e ku evê bibe sedema dilxweşiya hemû dilsozên kurd û Kurdistanê.

Ew program, erkên navxweyî û biryarên ku kongre qebûl kirin, di asta qonaxa îro de ji bo çareserkirina problemên gelê me û xebatên rewa yên hejar û belengazên Kurdistanê ne. Baweriya we hebe, heta nefesa dawî, ji bo bidestxistina armancên pîroz ên gelê me, emê li ser rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir a kurdperwerane bimînin. Em hewl didin ji bo demokratiya Îraqê û otonomiyeke rasteqînî ji bo Kurdistanê.

Emê di asta qonaxa Kurdistana Îraqê de, ji bo hemû mafên neteweyatî û komeleyatiya gelê me, bi mafê çarenûsiya aştiyane tevbigerin ku ewê jî bi giştî ji bo aştiya neteweyî ya kurdan be.

Careke din em spasiya te dikin.

Her serfiraz û serkeftî bin.

19.12.1989

Mesûd Barzanî

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê”

 

Profesorê kurd Nadir Nadirov di 10ê Tîrmeha 2016ê nameyeke din ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandiye.

Nadirov di vê nameyê de dide zanîn ku di nav kurdên Asaya Navîn ên li Qazaxistan, Qirgizîstan û Ozbekistanê dijîn de qîmet û hezkirineke mezin a Mesûd Barzanî heye.

Akademisyen Nadirov amaje dike ku ew zehf serfiraz, bextewar û bişans e ku sala 1957ê, li Moskovaya Mela Mistefa Barzanî nas kiriye û dibêje:

“Helbet niha her çiqas em bi awayeke fizîkî û bedenî 7 hezar kilometre ji hev dûr bin jî, dilê me yek e, fikra me yek e, armanca me yek e. Em we ji xwe re avakar û sazkarê vê armancê dibînin ku ew armanc jî armanca Kurdistana serbixwe, azad, demokrat û wekhev e.”

Nameya Nadir Nadirov a meha Tîrmehê ji Mesûd Barzanî re şandî bi vî awayî ye:

 

“Birêz Mesûd Mistefa Barzanî,

Serokê Herêma Kurdistana Federal;

Bi vê nameya xwe re, beriya her tiştî ji Alma Ataya Qazaxistanê, li ser sînorê Çînistanê silavên kurdewarî yên ji dil û daxwaza cansaxiyê li cenabê we dikim.

Divê hûn bizanibin ku qedir, qîmet û hezkirineke we ya pir mezin di nava kurdên me yên Sovyeta Berê, bi taybetî jî di nava kurdên Asya Navîn ku li Qazaxistan, Qirgizîstan û Ozbekistanê dijîn de heye. Helbet sedema vê yekê diçe serdema rehmetiyê bavê we, Serokê Millî yê Tevgera Rizgariya Gelê Kurd Mele Mustefa Barzaniyê Nemir. Hezar Rehmet li gora wî be, hezar rehmet li gorên pêşmergeyên serdema wî be û hezar rehmet li pêşmergeyên ku heta vê gavê jî, ji bo xaka welat cane xwe didin be. Xwedê pêşmergeyên Kurdistanê biparêze ku vê gavê di bin baskên we de parastina gelê Kurd dikin û bi xwîna xwe axa welat av didin.

Ezbenî;

Ez tevgera we ji serdema bavê we Mele Mustefayê Nemirî ve dişopînim. Ez zehf serfiraz, bextewar û bişans im ku sala 1957-ê, gava min li Moskovaya Sovyetistanê dixwend, rehmetiyê bavê we nas kir. Ez xortekî 24-25 salî bûm. Ew roj ji bo min rojeke dîrokî bû. 60 sal di ser wê hevdîtinê re derbas bûn, lê wekî îro tê bîra min. Serdem û bîranîn nayên jibîrkirin. Rojek bibe qismet û em rastî hev bên, ezê behsa wê hevdîtinê ji cenabê we re bikim. Serpêhatiya vê hevdîtinê min wekî meqale û gotar bi zimanên rûsî û Îngilîsî nivîsiye. Di demeke nêz de ezê vê gotarê bi kurdî û tirkî di çapemeniya kurdan de biweşînim.

Birayê hêja;

Destûrê bidin ji we re bibêjim bira! Dixwazim bibêjim ku hem ji aliyê fizîkî, hem jî ji aliyê rûhî ve têkiliyeke me ya xurt bi hev re heye. 32 sal piştî hevdîtina min û Mele Mistefa Barzaniyê Nemir li Moskovayê, sala 1989-ê min nameyeke pir hêja ji we stand ku ew name heta niha jî li ba min parastiye. Ew êdî ji bo min bûye, belgeyeke dîrokî û di arşîva min de beşeke girîng e. Hingê min ji bo kongreya we ya 10-emîn nameya pîrozbahiyê şandibû û cenabê we di tarîxa 19.12.1989-ê bi wê nameyê spasiya xwe pêşkêşî min kiribû. We di beşeke wê nameyê de wiha gotibû: “Em bi dilniyayî we agahdar dikin ku kongreya me bi serfirazî derbas bûye û baweriya me ew e ku ewê bibe sedema xweşhaliya we û hemû dilsozên kurd û Kurdistanê.”

Helbet bi salan e ku tevahiya tevgerên we yên dilsozane û Kurdistanî ji nêzîk ve dişopînim. Lê helbet hevdîtina me bi awayeke rûbirû jî bûye. Her wekî tê bîra we, sala 2008-ê ez bixwe jî li Hewlêrê bûm mêvanê Festîvala Seydayê Cegerxwîn. Hevdîtina me hingê pêk hat û ez bixwe bi wê hevdîtinê serfiraz û serbilind im.

Barzaniyê Hêja;

Mexseda min ji behsa van hevdîtin û nameyan çi bû gelo? Helbet armanc û mexseda min ew e ku dixwazim bibêjim, ‘em hem ji malekê ne, hem ji halekî ne!’ Zehf zêde na, hema em berê xwe bidin 80 sal beriya niha, 100 sal beriya niha, emê bibînin ku hingê di navbera me de tu tixûb û sînor tunebûn û em li ser erdekî û axekî bûn. Helbet niha her çiqas em bi awayeke fizîkî û bedenî 7 hezar kilometre ji hev dûr bin jî, dilê me yek e, fikra me yek e, armanca me yek e. Em we ji xwe re avakar û sazkarê vê armancê dibînin ku ew armanc jî armanca Kurdistana serbixwe, azad, demokrat û wekhev e.

Serokê Birêz;

Tarîx bi rûpelên serpêhatî û jiyanên kesên mezin û şareza dagirtî ne. Hinek kes hene ku ji berê ve kifş e ewê bibin serfirazî û serbilindiya miletê xwe û şev û roja xwe ji bo rûmet û mezinahiya miletên xwe xerc bikin. Şikir va ye em îro dibînin ku cenabê we ji bo miletê me serbilindî û serfirazî ye. Herçiqas em bi dilnizmî, henûnî û nefsbiçûkiya we dizanin jî, bihêlin ku ez van gotinan ji bo we bibêjim.

Serokê Kurdistanê yê Hêja;

Di nava me kurdan de gotinek heye; dibêje: “Ji te hereket, ji min bereket.” Bi rastî jî kal-bavên we, malbata we, wekî mêrxasiya miletê kurd tevgeriya, hereket kir, miletê me heta îro anî. Helbet dema ev yek pêk hat, we hemûyan zehmetî û çetinahiyên gelekî mezin dît. Di serî de cenabê te; bi hezaran endamên malbatê çol û çiyayên Kurdistanê ji xwe re kirin wargeh. Çawa hunermendekî hêja gotî “dewşeka we erd, stara we bû kendal û zinar.” Ma emê çawa Helebceyan ji bîr bikin? Emê çawa Enfalan û kuştina 182 hezar kesên bêguneh ji bîra xwe derxin. Hema di nava 2 salên dawî de bêhtirî 1500 pêşmergeyên qehreman, dema ax û namûsa welatê me Kurdistanê dipasrastin, canê xwe dan û şehîd ketin. Em bi vê yekê dizanin wekî serpereşt, serkar û rêberê van qehremanên mêrxas tu bixwe yî. Tu bixwe jî herdem xwe yek ji wan pêşmergeyan dihesibînî, xwe ji wan bilind nabînî. Hema ji bo vê yekê be jî em ji te hez dikin. Loma jî dibêjim; “Ji te hereket, ji me bereket.”

Serokê hêja;

Gotina dawî hema niha jî bibêjim; Xwedê bi te re be! Bizanibe ku em kurdên Sovyeta Berê; ji Qefqasyayê bigire, heta Asya Navîn û sînorên Çînistanê, em kurd piştgiriya cenabê te dikin. Em bi te bawer in. Çimkî em dizanin tu kurê Mele Mustefa Barzaniyê nemir î. Tu kurê wî mêrxasî yî ku heta roja dawî ya jiyana xwe kul û kesera Kurdistanê ji dilê xwe dernexist.

Welatê me Kurdistan, welatekî mezin e. Hem bi ax û xweliya xwe, hem bi nifûsa xwe, hem bi xweza û tarîxa xwe ve, hem jî bi çanda xwe ne kêmî hemû miletên dinyayê ye. Em wekî nifûs û wekî berfirehiya axê, ji gelek dewletên dinyayê mezintir in. Ez dikarim bibêjim ji nivê dewletên dinyayê mezintir in. Em miletekî mazlûm in, belengaz in! Bi sedanê salan heqê me hatiye xwarin. Lê êdî bes e! Em dizanin ku tu jî dibêjî ‘êdî bes e, bes e, bes e!’ Ev demek e em ronahiya serxwebûna Kurdistanê di asoyên welatê xwe û xeberdanên te de dibînin. Em li benda wê rojê ne ku alaya Kurdistanê li avahiya Neteweyên Yekbûyî li ba bibe. Lewma jî em bi wê hêviyê ne ku cenabê te soza xwe bîne cih û îsal referandûma serxwebûna Kurdistanê bide kirin, hema di nava salekê de jî ji Îraqê veqetin û serxwebûnê dîyarî û pêşkêşî me bikin. Ez êdî ber bi 85 saliya xwe ve diçim, bihêle ku ez serxwebûna welatê xwe bi çavên serê xwe bibînim.

Birêz Barzanî;

Helbet ewê hinek kes rabin, li dijî we derkevin û gotina we bixin bin piyên xwe. Lê xeman nexwin, ew kêm in. Ew herdem hebûne, niha hene, ewê dîsa hebin. Lê em dizanin û em bawer in ku hûnê ji riya rizgariyê tu caran xwe nedin alî. Gotina me ji wan rêgir û xêrnexwazan jî bila tenê ev e; Xwedê we hîdayet bike û riya rast nîşanî we bide. Ez tenê vê dizanim; herçî hinek namûs û şeref di pozê kesekî de hebe, ew li ber azadiya miletê xwe nabe kelem û asteng.

Ezbenî;

Me zehf zilm û zordarî dîtiye. Hema ez, yek ji wan kesa me ku gelek caran malbata min hatiye sirgunkirin. Em vê gavê li ser sînorên Çînê dijîn. Lê heta îro jî xewn û xeyalên me serfirazî, azadî û bextewariya kurd û Kurdistanê ye. Ev doz tu caran natemire, venamire. Lê wext îro ye, tu caran wekî îro Xwedê ji me re li hev neaniye. Heta îro tengasî bû, Xwedê hez bike, ji îro pêve firehî ye.

Serokê hêja;

Careke din ez silavên dostanî, biratî û xweşbextiyê li cenabê we dikim. Canê sax û temenekî dirêj ji we re dixwazim. Xwedê feraset û mêrxasiya we û pêşmergeyên we yên qehreman ji serê miletê me kêm neke. Em li pişta we ne, dinya bi we re ye. Hêzên dinyayê piştevanê we ne. Ew hewceyî we ne, hûn hewceyî wan in. Lewma riya serxwebûnê vekiriye. Ji bîr nekin, çaven kurdan li ser we ye…

Xwedê bi we re be, hêz û qeweta we daîmî be…

Nadir Nadirov

 

Akademîsyen-Profesor

Alma Ata / Qazaxistan

10 Temûz 2016”

Nadir Nadirov kî ye…

Bavê wî Keremê Hacî Nadir e. Jê re ‘Axê Beşka’ û ‘Kerem Axa’ digotin. Ew bixwe Birûkî ne. Beşka, beşek ji Eşîra Birûkan e. Bavê wî Beşkî ye, diya wî Şewlikî ye. Hê gava bavê wî ciwan bûye, ji ber zilma Roma Reş bar dikin, ji dorhêla Wanê têne ber Çemê Arasê. Xwe li Çemê Arasê dixin, derbasî hêla Nexçîvanê dibin ku wê gavê di nav sînorên Yekitiya Sovyeta Sosyalîst de bûye. Li wê derê gundekî Beşka ji xwe re ava dikin. Navê wê ‘Qîqaç’ datînin. Eşîra Qerka jî ji xwe re gundekî çêdikin. Herçî ji ber zilma Tirkiyê direvin tên wir û ji xwe re gundan ava dikin.

Nadir Nadirov di serma û seqema meha yekê ya sala 1932’yê de tê dinyayê. 1936’ê salê bavê wî Keremê Hacî Nadir rehma Xwedê dike.  Gora wî li gundê Qîqaçê ye. Gava bavê wî dimire, ew 5 salî ye. Tevî diya xwe 9 kes, sala 1937’ê ji Kafkasyayê ber bi Asya Navîn ango Kazakistanê ve têne sirgunkirin.

Nadirê Kerem ango Akademisyen û Profesor Nadir Nadirov li seranserê dinyayê, yek ji navdartirîn zanyarê petro-kîmyayê ye. Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazakistanê ye. Ji sala 1993’yan ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kaza15170834_209343776177556_4761724087768012709_nbez-nazvaniya-1kistanê ye. bez-nazvaniya

records Source:http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/271120162

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev