Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

,,BIRCÊN MISIRÊ ÇÊKERÊN ḰURDISTANÊ ÇÊKIRINE,, – 1

,,BIRCÊN MISIRÊ ÇÊKERÊN ḰURDISTANÊ ÇÊKIRINE,, – 1

Nivîskarê malpera me, lêkolîner Torinê Torinî ji Gumrîya Ermenîstanê vê carê jî bi gotara xwe ya bi zanyarîyên kûr va dagirtî me zendegirtî dihêle, dilê me nazik dike, bi aqilmendîya gelê me va me kubar û serbilind dike.
Fermo, beşa pêşin a gotareke wisa bixwînin û wek karmendên malpera me lezetê jê bibînin. Beşa duduyan emê sibê çap bikin. Çaverê bin!

Bircên Misirê yanê xanîyên Dinya Axiretê

Torinê Torinî

,,Lê, her çiqasî jî êzdî ŕewşeke giran da ne,
paşdamayî ne, û bi xwe hindik jî mane, lê dîsa
jî ewana bi ewan ṫeybetîyên xwe yên bi nirx û
hêja va dîhar in, ên ku bi giştî li cem
peyhatîyên netewên gewre hene,,

S. V. Têr – Manvêlyan

(,,Kurmanjên yêzîdî,,)

Biraderekî wêneyê qelaxeke sergîna ya ku li Agrîyê kişand bû, ṫoŕa sosîal ya ,,Facebook,, da li rex wêneyê birceke Misirê weşandibû û bi ṫiŕane ew himberî hev kiribû. Min dîna xwe da ewan dîmenan, û ŕewşa Ḱurdistanê ya îroyîne bindest û ya dewranên serdest hatine li ber çevên min….

Gundîyên Agrîyê, gava ḱele ḱela germa havînê da bin sîya qelaxan da ŕûdinên, heger pirtûka lêgerînverê înglîz – Êndryû Kollînz jî bidine li ser çokên xwe û bixwînin, wê pê bihesin, ku gorî nêŕîna evî, û ne tenê evî camêrî burg – bircên Misirê yên destpêkê hema ji alîyê binelîyên Ḱurdistana kevnare da bin tesîra deng – sewtên boŕîyan, zuŕneyan da hatine çêkirinê. (Belê, Êndryû Kollînz hema xût navê Kurdistanê hildide, niqil – nîşan dike…)

Padîşahên Sûmerê daxwaz ji padîşahên Arattayê dikirin, ku ew hosteyan û çêkeran bişînine Sûmerê bona çêkirin, avakirina parêzgehan. (Aratta – Oroetto bajaŕ – dewleta here kevnar e li ser erdnîgarîya Ḱurdistanê û ewê Dûmûzzî – TAÛS parêz kirîye…). Nêzîkî hiş – aqilan e, ku bo çêkirina parêzgehên pîroz steyrnas û parêzgehçêkerên pispor û navdar ji Kurdistana kevnare çûne Misirê jî…
2Cî – war kirina Aratta ya gorî dîŕoknivîsên dereke ên wek Î. M. Dîakonov û A, Movsîsyan

Usa jî hatîye dîharkirinê, ku alîkî va bîr – bawerîyên misirîyan ne mînanî bîr – bawerîyên Afrîkayê yên tradîsyon – kevneşopî ne. Alîyê dinê va şaristanîya misirîyan mînanî ya sûmeran ji nişkêva, cîyê vala da bi carekê va peyda bûye. Ango, ew ji der hatîye. Û ew welatê der jî ne ku steyra Sîrîûsê ye, yanê jî geŕsteyreke dinê ya erşê ezmîn e (gelek zanyar bi neçarî li ser ewê bawerîyê bûne, ku giva şaristanîya Misirê ji Sîrîûsê hatîye), lê hema Ḱurdistana kevnar ya landik – colanga şaristanîya merivayê bi xwe ye. Kî ku haj ji ŕê – ŕizmên êzdîtîyê hene, bona wana bîr – bawerîyên misirîyên kevnare hîç jî ne yên batinî ne. Hilbet, gele bîr – bawerî yên ji der – ji Ḱurdistanê hatî li Misirê gorî şert û mercên binecî hatine veguhastinê, piŕ tûj bûne yanê jî nerm bûne.

Bircên Misirê yên destpêkê mînanî zîyaret – zîkûratên kevnare yên Mêzopotamîa – Ḱurdistanê hevtqatê bûne û bi teherê nerdewan – pêpelîngan bûne. Çawa dîhar e, kûtîyan, ḱasîtan (ew dema xweda steyrparêz û steyrnasên here hêle bûne. Wana ŕojnîşa ŕoyê sêwirandine. Peyvên ,,ḱasît,,, ,,ḱas,,, ,,steyr,, ŕamana xwe ya pîrozîyê va digihîjine hev. 400 salan ḱasîtan padîşahtî li Babila Navîn kirine. Bi ŕaberkirina zanyar S. Ûmaŕyan (,,Syûnîk a pantêon,,) navlêkirina binecîyê ,,Ḱaşatax,, (Laçîn a Ḱurdistana Sor) jî ji navê ḱaş – ḱasîtan tê. Li Mêtsamorê morên padîşahên ḱasît hatine dîtinê), usa jî êlamîyan, sûmeran berî pêşdahatina bircên Misirê dirozgeh – zîkûratên hevtqatê bona xatirê hevt ŕonkayên erşê azmîn: ŕoyê, hîvê û pênc gersteyrên dora ŕoyê yên ku bê dûrebîn hatine dîtinê (hevt Mêrên Ŕiknê di Pantêona êzdîtîyê da), çê kirine. (Zîyaretên êzdîtîyê yên îroyîn jî, mînanî şexs – nîşana Taûsê ya enzel – destpêkê, bi piŕanî hevt tevekan dîhar dikin.

Lê dema Ûrartûyê sê dinyava: ya azman, ya li ser erdê û ya ax – retêva girêdayî bi piranî zîkûratên sêqatê hatine avakirinê…). Lê çimkî farawonên Misirê xwe kuŕên Xwedayê Ŕa (Ŕo) dîtine, lema jî ev dirozgeh ji warê dua – dirozekirinê veguhastine, bona xwe kirine xanîyên dinya axiretê. Temamîya zêndîtîya xwe da misirîyan amedebûna dinya axiretê dîtine. ,,Hemû tişt bona dinya axiretê,, – hema bi evê felsefê misirîyan jîyan kirine. Tê bîra min, me – zarokan, gava dema lîstinê û bindarûkan holik çê dikirin, kal û pîrên sere – temen da mezin pê kateyan, hewlê, şîrnayê, destmalan ew holik ji me ,,dikiŕîn,,. Digotin: ev bira bibin xanîyên me yên dinya axiretê. Demekê ew ewan ,,xanîyan,, da ŕûdiniştin û ŕadibûn, diçûn. (Derbarê evan holik – xanîyan da zanyar Memoê Xalit jî di lêgeŕîneke xwe da bi bîr anîye…). Hinekan jî, destê kê va bihata, qube li ser mezelên mirîyên xwe çê dikirin.

Berî ku birc wek xanî, avayî û starên esilî yên ŕuh – giyanan bêne avakirinê, xwezma li Misira jêrîn, kêlik – stûn wek tîrêjên ŕoyê danîne li ser tirban. Ev kêlik – stûn mal – warê ŕuh – giyanan bûne. Û li ser wana derî û pencerên ne vekirî (çimkî giyan ne hewcê derî û pencerên vekirî ne) lêkirî bûne. Êzdî jî du kêlikan, wek yên parêzgeha ŕexş – ŕonahîyê ya 12000 salî ya Xerabreşkê, daydinine li ser tirban. Tê texmînkirinê, ku dema transmîgrasyoê (geŕ, çûyîn – hatinê) giyanê nemirî her siba tevî nedîrdayîna ŕoyê kêlika ŕohilatê va dertê evê dinyayê, digeŕe û tevî tîrêjên ŕoavayê kêlika ŕoavayê va dîsa paşda vedigeŕe dinya axiretê. Nifiŕa: ,,Kevirî (kuçî) qulibî be,, hema derbarê kêlikên mezelan da tê gotine. Êzdîyên ŕonayîparêz hê jî wek sûmeran mirîyên xwe berî ŕoavayê defin – binax dikin, Nanên mirîyan berî ŕoavayê derdixin, ku ,,hela hê derîyên dinya axiretê nehatine girtinê – dadanê,,. Dergevanên li ber 12 dergehên dinya axiretê li cem misirîyan (li cem sûmeran – 7 dergeh) hema mînanî zibênîyên êzdîtîyê ne. (Cem êzdîyan, çawa ku li cem sûmeran bûye, ŕoja derxistina nanê mirîyan ŕoja pêncşemê ye. Tevî Nanê mirîyan çend piŕtik nan jî bona zibênîyan têne danînê, ku Nanê miryan ji wana bi hêsane derbaz bibe, bigihîje xweyê xwe). Heger êzdî wek sûmeran bawer in, ku ji dinya axiretê – ,,dinya çûnûnehatê,,, pey serî li Kevirê Selîmê ketinê ra, êdî kesek paşda nayê (,,Qalib ji axê ye û gotî car din vegere axê. Ŕuh nemirî ye,,). Lê misirîyên kevnare bawer kirine, ku çawa gul diçilmise û dîsa dibişkive, çawa ro diçe ava û dîsa nedîr dide, merivên jî pey mirinê ra dîsa zêndî bibin. Û wana ŕoja salê ya here kuŕt ya ŕovegera zivistanê da (li cem êzdîyan – cejna Mîhr – Şê Şems) serketina jîyanê himberî mirinê dane pîrozkirinê.

Gorî lêkolînên zanyaran cîhanê da cara pêşin Ḱurdistana kevnare da pê hesyane, dîhar kirine, ku erd û azman hev va nînin, ji hev cuda ne. (Şahidên evê yekê usa jî beytên êzdîtîyê yên derbarê huceta erd û azman da nin. Gorî êzdîtîyê azman ne ku li ser çîyan sekinîye, çawa ku mîfologîyayên gelên dinê da ne, lê ,,Stûnên navbera erd û azmanda hema qurban – doŕger, dua û xêr in,,). Usa jî cara pêşin li Ḱurdistana kevnare ŕamana ku pey mirinê ŕa jîyîn heye, ango ŕuh – giyan nemirî ye û bona wî dinya axiretê ya heta – hetayê heye, pêşda hatîye û seranserî cîhanê belav bûye. Îzbatîke ewê jî hebûna ,,Bira yê axiretê,,, ,,Xwîşk a axiretê,, û ferzên dinê li cem êzdîyan in. (Îro sofîyên nuh, ên ku navê Melekê TAÛS ê bi halê tewandî – TAÛSÎ Melek dewsa halê ŕast – Melekî TAÛS ŕaber dikin ku Wî sî – tarîyê va girêbidin, awa ŕamana Wî û dîŕokê jî bitewînin, bi helandayîna neyaran bo ,,çêkirina neteweke nuh,, dixwazin çelxa Felekê jî çep bizviŕînin, êzdîyan ji Hindistanê bînin û ŕêînkarnasîya hindûsan li stûyên êzdîyan va bialînin, li wana bidine ferzkirinê…). Misiryan heta par – organên hundiŕî yên laşên mirîyan jî tevî mûmîyan ese dane xweykirin – parastinê, ku dema ŕuh dîsa vegeŕe li nav bedenê, beden bê kêmasî be, bi ṫam be. Êzdîyan jî heta neynûkên biŕî yên ṫilî û pêçîyan ser milan va pişt xwe va avîtine, yanê jî ṫevî porê weryayî nav axê da çel kirine, diranên ketî avîtine pişt Stêŕ – spartine Xwedanê malê, ku dinya axiretê da dema ku Mêrên Dîwana Xwedê pirtûkan vedikin, xêr û gunehên giyan didine li ber hev – terezûyê dixin, ew tevî ŕuh – canên micêwrîyên ferzên axiretê li wura bin, şede (şahid) bisekinin, ka xweyî zêndîtîyê da çawa miqatî wana bûye. (Lema jî êzdîtîyê da serî biŕandin, dest fiŕandin, şêlandin – lewtandina heta meytên dijminan jî û kiryarên dinê yên awaye ḱirêt ṫunene). Gorî bîr – bawerîyên misirîyan meriv ji sê paran: qalib, ,,BA,, û ,,KA,, hasil bûyî ye. ,,KA,, li dinya axiretê ŕêveberî li ,,BA,, kirîye ber bi Xwedayê ŔA (Ŕo). Çawa li cem êzdîyan pîrê her tiştî heye, usa jî li cem misirîyan KA ê her tiştî hebûye. ,,BA,, û ,,KA,, yên misirîyan hema mînanî BA – BÎN – giyan û KEK – KAL (qewal, pîr) ên êzdîtîyê ne. Ewana hema bi hev ŕa ,,dikêlimin,,. Heman bîr – bawerî li cem sûmeran jî hebûne. Xwezma ew destana ,,Ji tevekên erşê azmîne mezin ber bi tevekên erdêye mezin,, da, dema ŕaberkirina çûyîna Înanayê li dinya axiretê, tê xuyanê (Nînşûbarê wekîl li ser mexberê Înanayê girîyaye, poŕ– ŕûyê xwe verûtîye. Xwedayê Şara zêndîtîyê da beyt jê ŕa stiraye, neynûkên wê biŕîye, kezîyên wê şekirîye. Xwedayê Lûlal hertim li çepê û li ŕastê li ŕex wê bûye û yên dinê). Micêwrîyên ferzan civaka êzdîyan da bona koçekan li evê dinê ,,şêwrdarê malbetê,,, ,,parêzerê malbetê,,, ,,doxtirê malbetê,,… ne, lê li dinya axiretê ŕuhên wana bona ŕuhên koçekan bira û hogirên amin in. A lema jî li ser Şêx Mîrza ê mêrxasê anqosî sê hezar (3000) gulî hatine kemkirinê… Û demên şînan û xêrdayînan êzdî mînanî pêşîyên xwe yên horî – mîtanî û ûrartû pê şerava ji TIRÎYÊN MÊWA sê kasên ŕemê – dilovanîyê pêk tînin: 1) bona giyan, ku ,,ew bi devê ḱen û bi beşera şîrin here bal Mîrê ŕuhan,,, 2) eşqa cidên pênc micêwrîyên xweyên hevt ferzan (her farawonekî Misirê jî xweyê çend ,,KA,, bûye), ku cidên wana (Mêrên 7 ŕonkayên erşê ezmîn) dinya axiretê da li giyan xwedî derkevin, piştovanîyê lê bikin û 3) bona qalib (eşqa Dewrêş Erd yê ku qalib – kalan hildide li nav axê)… (Kula li ser kulan ra ew e, ku zaneyên neyar, gelek caran bin postê ,,dostên êzdîyan,, da, bi zanebûn, lê nezanên me bi nezanî Alî ê zava û kuŕapê Mûhammed pêxember dikin birayê êzdîyan ê axiretê, lê Fatîma jina Alî jî dikin xwîşka êzdîyan a axiretê. Û ,,bîr dikin,,, ku xwîşk û bira ên axiretê çawa bona koçek/ê usa jî bona hev wek xwîşk û bira ne, ne ku jin û mêrên hevin. Xên ji vê micêwirîyên êzdî ên ku xweyê ne ku tenê ferzên xwîşk û bira ên axiretê ne, lê xweyê hevt ferzên axiretê yên anegor in, cidên xwe va digihîjne hevt Mêrên ŕonkayên erşê azmîn, lê Alî û Fatîma xweyên cidên usa nînin…)

Bawermendên êzdî awqasî siruşta dayîk va girêdayî bûne, awqasî ax û av, agir û ba yên wê pîroz dîtine, ku ṫûyî li wana nekirine. Hema evan bawermendan çawa ku bi derew sond ne xwarine, çawa ku peyvên bi xweyên ŕamanên ḱirêt û ênêrgîya xirav bi ŕaste ŕast hilnedane, usa jî peyva ,,şeyṫan,, (ku ne bi kurdîye jî), wek tiştekî ḱirêt, wek tiştekî ne pak hilnedane – bilêv nekirine, bi ewê bawerîyê, ku bi hildana nav hebûna xweyê nav tê qebûl kirinê. Lê eva dijî Xwedê û ewê bawerîya êzdîyan e, gorî kîjanê nabe, ku Xwedayê herî Mezin û Zor, Xwedayê ku ,,hin dide, hin distîne, hin dişkêne, hin dicebrîne,, bi xweyî dijmin be. Mêrê (ŕoparêzê, ŕoyê dayê) êzdî ṫu car ew jin nestendîye – nekirîye jina xwe, ḱêŕa demê da ,,xwîşk,, gotîye. Gelo ev û gelek berbiŕîbûnên bi evî şêweyî ji ku tên?. Çawa bona êzdîyan ûsa jî bona misirîyan ŕaman, dua, sond (usa jî çêŕ, nifiŕ), nav, nivîsar bi naveŕoka xwe va wek ênêrgîya – matêrîya (ya pak yan jî ya xirav) di nav goveka gerdûn – kosmosê da hatine dîtinê. Gotinên ,,Sond (ad), nifiŕ şûrên du devînin,,, ,,Birîna şûr xweş dibe, birîna zimên xweş nabe,,, ,,Berf dihele, çîya dimîne. Mêr dimire, nav dimîne,, tê bêjî evê yekê dîhar dikin. Gotina ji devê mêrê êzdî derketî, bi şedetîya Şê Şemsê Jorîn, gotî ese mîyaser bibûya, pêk bihata – bibûya matêrîya. Lema jî di zargotina me da gotinên ,,Bi ad – qirar, soz – gotina mêrên berê,,, ,,Sozê mêra serê mêra ye,, bi berfireh têne bi kar anînê. Û Hemze pelewan jî şaş û matmayî dimîne, gava pê dihese, ku derew hatine li ser ŕûyê dinê. ,,Derew çiye? ,, – bi zendegirtî pelewanê kal dipirse û dibîne, ku erd êdî ne erdê berê ye, sist bûye, wî da ew heta çokan diçe xwar… Şkênandin, ŕesîtkirina peykeran, wêneyan, navên li ser sarkofagan (tabûtên ji kevir) bal misirîyan sûcê herî mezin hatîye dîtinê. Bi tunekirina wana ,,KA,, wê ŕastî ,,BA,, nehata, ŕêberî lê nekira, BA wê sergidan bima. Êzdîyan jî kêlikên mezelên hilnedayî her bilind kirine, ku ew nava xwelîyê da unda nebin, nequlibin. Çawa A. Martîrosyan pirtûka xwe ya ,,Maştos,, da (Yêrêvan, sal 1933) dinvîse, êzdîyan bi ŕêzgirtineke ku digihîje asta parêzîyê, berbiŕî gotina nivîsar û nivîsarê bûne. Bi ŕastîyê jî badilhewa nîne, ku êzdî Şê Şems ,,Mêrê xweyê morê,,, lê Şê Sin (Sîn, Sûên) ,,Mêrê xweyê qelemê,, dibînin. (Peyva ,,sanskrît,, bi makkirina hine zanyaran ,,nivîsara Sans – Şams,, – Ŕoyê dide kifşê). Bona êzdîyan ŕehm – dilovanî xwestin, dua – qewilgotin weke xêrdayînê ne. Hema bi evî meremî jî misirîyan ,,Pirtûkên mirîyan,,, ango, dua – dirozgên nivîsar tevî mûmîyan danîne . (Evan ,,Pirtûkên miryan,, da navê Adî ê hindawropî jî, ku li Kûdmûxîyê û li Ûrartûyê bi navê Xaldî dihat parêz kirin, wek Xweda derbaz dibe…).

Çawa dîharkirinên kevnarzanîyê, nîşanên zodîakê (ḱember – goveka ajalan) û nîşanên li ser mezelên êzdîyan didine ḱivşê, Ḱurdistana kevnare da sîmvolên steyran, exteran, Mêr – Xwedawendan destpêkê da şêr, boxe, beran, hesp, teyr, mar û yên dinêye ji siruşta li dor û beran bûne. Li Misirê jî usa bûye… Ozîrîs û Îzîda ên misirîyan wek Adonîs û Afrodîtê û yên dinê hema ji ber Dûmûzî û Înana yên piştovanên Arattayê hatine girtinê û gorî şert û mercên cî hatine parêz kirinê…

(dûmayîka vê gotara delal sibê di malpera me da bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev