
Helbestvana me a kurmancîhez Xaylaza Reşîd vê carê jî bi çend çarxetên xwe yên kûrfikir va derîyê mala her xwendevanekî malpera me dikute.
RASTİYA HER WEXT…
Hey dinyayê dinya bêbext,
Te naxwazim ez tac û text,
Te naxwazim bazin û rext,
Her dixwazim rastiya bibext…
MİN Çİ KİR…?
Ne min … kir, ne jî dizî kir,
Min dilê xwe ber we vekir,
Lê we, lê we, min fêm nekir,
Ser da jî, tûyî dilê min kir …
NEYÊ NÊZÎ MIN…
Destê xwe nede ber sifetê min
Hêsirê bipekin herdu çevê min
Tilîyê te yê şilbin bi rondikê min
Bese dur here neyê nêzî min…
NE LAZIME…
Ne min bide kenandinê,
Ne jî min bide giryandinê,
Min ne lazime evê hezkirinê
Ne jî şewata evê evînê…
TEŞİYA EVÎNTİYÊ…
Gul xemilîn hezar rengî,
Xweş distirên dilê bengî,
Baharê kire piste pist,
Evîntiyê hêja teşî rist …
NAXWAZİM…
Naxwazim bahara bê gul,
Kaniya miçiqî bê xul xul,
Dara şewitîye bê çiqil,
Mirovê dilsar û bê dil …
HUB
Hub lal û durre,
Hub diniya rohne,
Lê hub nifire,
Qîre, teniya done …
XWEDÊ BO ÇI…?
Xwedê bo çi teyax da min,
Sebir sikan ewqas da min,
Berbihêrî aha da min,
Ku tev rûnên li ser serê min?…
LÊ…?
Bedew ji dayîk nebe
Aqil kemal tunebe
Nazik delal tunebe
Bila bextê te hebe…
BELÊ…
Bi hêrsa te,
Dinya min dibe tarîstan
Bi eşqa te,
Dinya dibe gul gulistan….
PIŞTÎ KENÊ TE…
Piştî destê te, ezê desta heramkim,
Piştî lêvê te, ezê ramûsana înkarkim,
Piştî pistpista teye şîrin ezê guha tilîkim,
Piştî kenê te ezê tebiyetê re şera bikim …
RUHÊM BIXWAZE…
Ruhêm bixwaze, va li ber te me
Ez heyrana bejn û bala te me
Ber te dîlim temene me
Le ez, xweya namûsa xwe me…
JEHRA DESTÊ TE…
Jehra destê te şerbet e,
Hêrsa te qe ne minet e
Hevaltiya te pir rûmet e
Jîyan li rex te qudret e…
TU QEY ZANÎ…?
Tu jî zanî, ez jineke kubar im,
Tu jî zanî, nazik nînim û har im,
Tu çi zanî, ez hema dil dikarim?
Tu zanibe, ez jî ber dil bê çar im…
DİNYA COLANG…
Dinya colang, ez li tê da,
Serê min di nav gêjgêjê da,
Kê derbaz bû hejek lê da,
Dinya colang, em li tê da …
TEBIYET
Tebiyetê îro hemêz vedikir
Û weke hergav gazî min dikir
Min heya naha ew nas nedikir
Ku ewe ji hevala hemiyan çêtir…
HA YE…
Min nizanibû dinya ha ye,
Xanmanekî vala ye,
Ne bi kurika ye, ne bi keça ye,
Lê bi evîna dila ye…
DERÊ DIL
Derê dilê xwe veneke li ber min
Derd û kula zêde neke tu bo min
Bimîne wisa ça heyî li rex min
Tu şêlû neke evê kaniya dilê min….
EVÎNTÎ…
Evîntî nizane sal
Nexwaş û bedhal
Cahal yan extiyar
Ew her gule, bahar…
MIN DIL DA TE BI DOSTANÎ…
Min dil da te bi dostanî
Min got şêrê Kurdistan î
Te fermanek li min anî
Dil şikênand, wê da danî…
WERE MALA MİN MÊVAN…
Were mala min mêvan,
Ezê lingê te bişom bi van hêsiran,
Ezê lingê te zuhakim bi dezmala seriyan
Ez xatûn im, lê ji boyî xatirê te, ezê bibime cariya ber
destan…
GULA SILAV NEDA MIN….
Bahar hate baxçê min
Gula slavek nedane min
Ez zivirîm gelek poşmanî
Min salê çûyî hêja bîr anî….
NEBÎNIM…
Nebînim jina bê serî,
Mêvanekî her ro werî,
Nebînim xaniyê bê derî,
Miletekî dero derî …
Riataza