Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

erdoganErdogan: Ji bo em dawî li hikûmdariya Esedê zalim bînin ketin Suriyê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Operasyona Mertalê Feratê de diyar kir û got: “Ji bo ku em dawî li hikûmdariya Esedê Zalim bînin ketin Suriyê, ne ji bo tiştekî din.”

Erdogan li Stenbolê di Platforma Qidûsê Ya Di Navbera Parlamentoyan de axivî û wiha got:

“Niha dibêjin 600 hezar kes li Suriyê hatine kuştin, na! Li gorî min li Suriyê 1 milyon kes hatine kuştin. Ev mirin hê jî berdewam dikin. Gava berdewam dike nabêje jin, zarok, mêr; her berdewam dike. Neteweyên Yekbûyî li ku ye? Li Îraqê heye? Li wir jî tuneye.

Serokomarê Tirk wiha berdewam kir:

“Me got sebir, sebir, sebir. Di dawiyê de me hew îdare kir û em neçar man bi Artêşa Azad re bikevin Suriyê. Em çima ketinê? Çavê me ne li axa Suriyê ye. Armanca me ew e ku xwediyê rastîn ê vê xakê bibin xwediyê vê xakê. Em ji bo edaletê li wir in. Ji bo ku em dawî li hikûmdariya Beşar Esedê Zalim bînin ketin Suriyê, ne ji bo tiştekî din.”
***

basbugBaşbug: Divê Tirkiye bi Esed re têkilî deyne

Serfermandarê Berê Yê Artêşa Tirkiyê Îlker Başbug diyar kir ku divê Tirkiye bi awayeke rasterast bi Serokdewletê Suriyê Beşar esed re bikeve nava têkiliyê.

Îlker Başbug di makaleya xwe ya The Hill-ê ya ku li Washingtonê tê weşandin de, li ser rabirduya têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê jî pêşniyazên xwe eşkere kirin.

Başbug di gotara xwe de dibêje ku divê herdu welat dev ji tevgerên taktîkî berdin û ji bo çareseriya krîza Suriyê bi Rûsya û Îranê re hereket bikin.

Îlker Başbug di nivîsara xwe de her wiha tevgera Tirkiyê bi Artêşa Azad a Surriyê re jî rexne dike û dibêje:

“Her çiqas hincetên Tirkiyê hebin ku piştgiriya Artêşa Azad a Suriyê bike jî ji bo cînarekî xwe yê aram li başûrê xwe, divê van polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bike.”
***

gultan-kisanak230 sal cezayê hepsê ji Gultan Kışanakê re tê xwestin!

Hevşaredarê Diyarbekirê Gultan Kişanaka ku çendek berê ji kar hatibû wergirtin û paşê hatibû girtin, 230 sal cezayê hepsê hate xwestin.

Doza Kişanakê ji hêla Serdozgeriya Diyarbekirê ve tê birêvebirin. Ji bo Kişanakê bi tawanbariya avakirin û birêvebirina rêxistineke terorê û 41 car jî ji bo propogandaya rêxistina terorê bi giştî 230 sal cezayê hepsê hate xwestin.

Îdîanameya dozgeriyê ji hêla dadgehê ve hate pejirandin. Li gorî îdîanameyê ji ber axaftinên Roja Jinan, Newroz, grevên birçîbûnê û axaftinên ku di serdema şaredariya xwe de li çend navçe û bajaran kiribûn, doz li Kişanakê hatiye vekirin.
***

rus-turistLi Tirkiyê hejmara turîstan ji çaran yek kêm bûye

Li gorî daneyên Wezareta Çand û Turizmê , turîstên biyanî yên ku îsal hatine Tirkiyê li gorî sala par ji çaran yek kêm bûye. Di navbera mehên çile-cotmehê de rêjaya turîstan ji sedî 31.35 kêm bûye.

Sala par 36.24 milyon turîstên biyanî hatibûn Tirkiyê, lê îsal heta niha hejmara turîstên ku hatine vî welatî daketiye 22.7 milyon kesî.

Piştî xistina balafira Rûsyayê hatina turîstan jî li gorî sala par ji sedî 78.3 kêm bûye.

Welatên ku herî zêde turîst dişînin Tirkiyê ev in:

Almanya: 3.63 milyon kes (Ji sedî 16.00)
Gurcistan: 1.87 milyon kes (Ji sedî 8.23)
Îngilîstan: 1.65 milyon kes (Ji sedî 7.26)
***

balafirBalafira fûtbolîstên brezîlî ket

Balafira futbolîstên tîma Chapecoense AF-ya Brezîlyayê li Kolombiyayê ket gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Balafir ji Bolivyayê rabibû û ber bi Medellina Kolombiyayê diçû. Di balafirê de 72 rêwî û 9 miretebat hebûn.

Di balafirê de lîstikvanên tîma Chapecoense AF-ya Brezilî bi piranî bûn û ji bo Kupaya Amerîkaya Başûr wê li Mendellinê bi tîma Atletico Nacionalê re bileyîstana.

Li gorî ajansa nûçeyan Serokê Şaredariya Medellinê diyar kiribû ku dibe ku hinek kes bi saxî filitîbin. Paşê eşkere bû ku du futbolîst ji qezayê sax filitîne. .

Piştî vê qezaya mezin turnuvayan Kûpaya Başûrê Amerîkayê hate betalkirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev