Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

”BIRCÊN MISIRÊ ÇÊKERÊN ḰURDISTANÊ ÇÊKIRINE” – 2

”BIRCÊN MISIRÊ ÇÊKERÊN ḰURDISTANÊ ÇÊKIRINE” – 2

Nivîskarê malpera me, lêkolîner Torinê Torinî ji Gumrîya Ermenîstanê vê carê jî bi gotara xwe ya bi zanyarîyan va dagirtî me zendegirtî dihêle, dilê me nazik dike, bi aqilmendîya gelê me va me kubar û serbilind dike.

Fermo, beşa 2an a gotara zanyarê me bixwînin û wek karmendên malpera me lezetê jê bibînin. Beşa pêşin me duh di malpera xwe da çap kiribû.

Bircên Misirê yanê xanîyên Dinya Axiretê

Torinê Torinî, lêkolîner

Ḱurdistana kevnare da navbera mêr – zilamên zewicî û yên azep da lîstika ”Hol û kaş” li ser ŕeşayê û li ser berfê hatîye lîstinê û hucet – dew – doza navbera Mêr – Xwedawendên demsalan da dîhar kirîye (çawa ku serketina Xwedayê Zêvs va girêdayî yewnanan jî lîstikên Olîmpîyê li dar xistine). Siwarên hespan jî bi siwarî lîstika ”Hol û kaş” lîstine. Bi evê lîstikê lîstikvanan bona dinya axiretê ”guneh – sûcên xwe daweşandine, sivik kirine û xêrên xwe bi pir kirine”. Ev lîstika bi hezaran salan berî Yazîd bin Mûawî yê ereb, ”Hola Êzdîdê Sor” hatîye navkirinê. (peyva ”hol” usa jî dûrî ”ol – yol”- a tirkî ye). Misirîyan jî lîstikek awa bi navê ”Hokşa” li ser xîz – qûmê lîstine. Û ev nav bi zimanê misirîyan nayê şirovekirinê. Eva dide ḱivşê, ku ev lîstika jî bi ṫevî navê xwe ji der – ji Ḱurdistanê hatîye. Hewaskar e, ku misirîyan lîstikek a bi gilokê pê lep – lexmên destan lîstine. Û ew lîstik jî hema ”Lexm” hatîye navkirinê. ”Ŕo” ya Ḱurdistanê bi navê ”Ŕa” ṫevî sîmvolên xwe yên xaç û strûyên beran jî derbazî Misirê bûye. Beran ajala binecî ya Misirê nîne. Ev sîmvol dibek ewê dewrê jî Ḱurdistanê derbazî Misirê bûye, gava ŕo li dewr – Mala birc – extera Beran da bûye… Erê, pêwendîyên Kurdistanê û Misirê pir bi kevnar in, hê ji berî hêksosan û Selahêddînê Eyûbî tên û hey bi çendbare bûne.

Wek mînak, Êxnaton ê farawon şoŕeşeke ayînî pêk anî, ji bawerîya pirxwedêtîyê derbazî ya yekxwedêtîyê bû, dest bi parêzîya Aṫon (”Qaşa ŕoyê”) kir. Bi nêŕîna gelek zanîyaran Êxnaton ev ŕêform di bin bandoŕa dêmaŕî û jina xwe a Nêfêrtîtî, dê û dapîrên xwe da mîyaser kirîye, pêk anîye. Ev keç zerîyên horî – mîtanî û ḱasît yên ŕoparêz bûn. Tevî wana bi sedan carî jî ji Ḱurdistanê çûne Misirê, û bivê – nevê evan keçan bandora xwe ya parêzîya yekxwedêtîyê di ŕeşî Mêrê Ŕoyê da li ser jîyan, çand, bîr – bawerîyên misirîyan hiştine. Ji evan dotên horî – mîtanî û ji Êxnaton jî bawerî – îdêya yekxwedêtîyê Mûsa pêxemberê karmendê dîwana farawon ji xwe ra hildaye. Ji Misirê der peykerê Nêfêrtîtî (”ya bedew hat” – bi zimanê misirîyan) li welatê kal – bavan li nêzîkî bajaŕê Duhokê hatîye dîtinê. Kevnarzanekî alman peykerê nav û deng yê Nêfêrtîtî ji Misirê bi dizî birîye Almanîayê. Gava misirîyên îroyîn daxwaza paşda vegerandina evî peykerî kirine, Hîtlêr bi wateya ku Nêfêrtîtî keça arî ye, peyker zevt kirîye, paşda nedaye ereban. Divên, bi saya bedewîya keçên horî li Rohilatê perîyên firîşte hema bi ”horî” hatine navkirinê.

Sivê zû ŕastî êzdîyan hatin cînarên ermenî bona xwe nîşana xêrê, serketinê, açixîyan dibînin. Lê dagirkerên Ḱurdistanê êzdîtî şeytanparêzî navkirine. Û usa jî wana tu ḱar – barekî êzdîyan yê şeytanparêzîyê va, şeytantîyê va, ango bêxwedêtîyê va, dij mervatîyê va girêdayî (xên ji alîyê êzdîyan va xêrxwazîya ṫemamîya mervayê – ”72 miletan”) nedîtine, ŕaber nekirine. Eva dide kivşê, ku gotina evan xwînxwur û zinêkarên hov û peyayên wanan ne ku ŕastîye, lê ŕeşkirine, şeŕ avîtine. Belê dagirkeran bi meremê ṫunekirinê bi her alî cêŕibandine ṫevî hemû nirxên êtnîkî, netewî heta peyva ”ḱurd” jî li ber çevên ḱurda bidine ŕeşkirinê, bikin ”şivan”, ”qaçax”, ”ḱoçber”, ”gur”, ”ṫirkên çîyan”… Û gelek ḱurdên dînguhêŕî (ji yên dîŕoknivîs jî girtî) xapîyane, bûne qesasê serê ewan ŕê – ŕizman yên ku demê da kal û bavên wana jî hûnandine – hasil kirine, ji ḱurdîtîya xwe dibûrî, ḱûvî û neban bûne, heta ḱoka xwe birine, gihiyandine bêdwînên qumistanê jî. Alîyê dinê va hine êzdî jî pey surmanbûna piŕanîya ḱurda ŕa û heta îro ji peyva ”ḱurd” usa diŕevin, cawa ku cin ji hesin û ji Ocaxa Cin Teyar – Eṫo – Hedad -Ṫeşûb (ya ku cin bend kiriye, girê daye) sil dibin, diŕevin. Lê gava em li ḱoka xwe vedgeŕin, em dibînin, ku çiqwasî jî piŕanîya ḱurda dînê musilmanîyê hildaye û bi ayînî dûrî ḱurdîtîyê ketiye, lê peyva ”ḱurd” îslame va girêdayî nîne. Ew bi hezaran salan berî pêşdahatina îdêologîya ereban ya misulmanîyê hebûye, ṫemen da hevala farawonên Misirê ye. Û XWEYÎ – XUDANÊ ”ḰURD” HEMA ÊZDÎTÎ BI XWE YE. Awa, heger navên qiralên sêmît ên hîvparêz wek Sîn – şarîşkû, Naram – sîn û yên dinêda peyva ”Sîn” heye, navên farawonên Misirê ên Cêdêf – ŕa, Xaf – ŕa, Mênkaû – ŕa û yên dinê da peyva ”Ŕa” heye, lê navên padîşahên horî – mîtanî arîtîyê va (ORO – tîyêva) ango ŕoparêzîyê va girêdayî ne. Wana da peyva ”Ŕo” bi teherê ”ro”, ”or”, ”ûr”, ”êr”, ”îr”, ”ar” … heye. Sîmvola sereke ya horî – mîtanîyên M – îhr (M – îr, M – êr) parêz Ŕo bû. Ev nîşana, xwezma ya m or a Saûstatar ê padîşah (s. 1450 – 1410 B. Î.), bi şêwakî veguhastî – veçêkirî (xwezma teyr bi sînema poçikdirêj va hatîye guhartinê…) li fêza Dergehê Lalişa Nûranî jî hatîye lê kirinê û alîyê gelek ŕêxistinên êzdîyan yên îroyîn da li Ḱurdistanê, li Almanîa, li Ermenîstanê, li Gurcîstanê, li Ŕûsîya tê bi kar anînê:

Awa navê padîşahê pêşin ê horî – mîtanî: Sutarna ”Ŕoja baş”, lê navê padîşahê duda: Baratarna ”Ŕoja mezin” didine ḱivşê. Navê bavê Sutarna hema KURDO (Kîrta) bûye. Pareke destana derbarê Kurdo da, mînanî ”Beyta Horî” (strana here kevnar a cîhanê) hatîye parastinê û gihîştîye ŕojên me. Ḱoka ”Kardaka” ”Kardûx”, ”Kardû”, ”Karda”, ”Kordîk”, ”Kordûnîa” û gelekên dinê hema peyva ”kurd” bi xwe ye. Lê ”KURD”, bi nêrîna min, navlêkirina xwexwetîyê ye, ŕoparêzîyê va girêdayîye û mînanî ” h + OR + î” ji peyva ”Ŕo” pêjda hatîye, bûye ”k + OR + d” û ”merivên ŕoyê”, ”ên ŕoyê dayî”, ”sêwirandîyên ŕoyê”, ”kuŕ – lawên ŕoyê” dide kivşê. Êzdî îro Mêrê ŕoyê diparêzin, lê demên kevnare da bi ŕaste – ŕast hema Ŕo parêz kirine. Êtnograf Emînê Evdal dinvîse, ku parêzîya Ŕoyê di nav êzdîyan da ewqas bingeh girtîye, ku êzdî xwe miletê Şems, peyçûyên Ŕoyê, ewledên Royê nav dikin, xwe ji Royê xuliqî – çê bûyî dibînin. Sûmeran jî pareke pêşîyên me ên kevnare – ”KÛTΔ, lê welatên wana – ”KÛTÎÛM” nav kirine. Eva jî bi zimanê sûmeran heman ŕamanê dîhar dike (”Ûtû” bi zimanê sûmerî ”tav”, ”ŕo” dide kivşê). Bi saya mêrxasbûn, lehengbûna ḱurda peyva ”ḱurd” zimanên sêmîtan û parsûan da paşê, bi ŕastîyê, ŕamana ”mêrxas”, ”xurt”, ”leheng” jî daye kivşê. (Mêzeke: http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=2914 http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=2936

Awa heta zîyaret û kêlikên mezelên êzdîyan jî suŕên bircên Misirê dîhar dibin. Bi gotineke dinê, ŕê – ŕizmên bawerîya êzdîtîyê ya xweserîxwe ŕonahîyê davêjne li ser bîr – bawerîyên dinya kevnare yên berî îslamyetîyê, xaçparêzîyê, mûsayetîyê, zeredeştîyê. (Çawa nivîskar Vahan Têr – Xazaryan nivîsîye, êzdîyan sîstêma bîr – bawerîya kevnare ya merivayê, xwezma ya êl û eşîrên arî bi zîyaretî parastine). (Vira cîye bidime kivşê, ku peyva ”êl” navê Xwedaê Êl ê piştovanê Kurdo ê mîtanî va girêdayîye, lê peyva ”eşîr” navê Xwedayê A ssûr, ango Sorê Sora va girêdayîye). Û alîyê dinê va jî bi ṫenê goveka ewan bîr – bawerîyên kevnare da gele ŕê – ŕizmên êzdîtîyê dikarin bi ŕast û bi ṫam bêne şirovekirin û têgihîştinê. A lema jî gelek lêkolînvan, felsefevan, ŕêwî û mîsîonêran ŕa, yê ku gorî dînên nuh ŕaman kirine, bi tam li hev nehatîye jîyîn, deb û bawermendîyên êzdîyan, êzdîtî ya ”suŕa cîhanê” lêbikolin. Û D. Pagîrêv nivîsîye: ”Heta niha jî bi tu kesî ŕa li hev nehatîye haj ji suŕên dînê êzdîyan hebin”

Burg – bircên Misirê va girêdayî me hine bîr – bawerîyên misirîyên kevnare û êzdîtîyê yên derbarê dinya axiretê da danîne li ber hev. Bîr – bawerîyên êzdîtîyê yên derbarê dinya erşê azmîn û dinya li ser axê, jîyanê, peşdahatina kînyatê û yên dinê da jî hewaskar û bi piŕ kevnare ne… Erê, ”Giha li ser ḱoka xwe şîn dibe”. Şaristanîyên sûmeran û misiryan ṫav nekirin (ber xwe nedan), têk çûn, çimkî ŕehên ewan şaristanîyan li axeke dinê da bûn. (Sûmerên berbi jêr daketî Ḱurdistana kevnare wek ”kûr” ango welatê dinya axiretê jî dîtine, çimkî kal û bavên wana di nav evê axêda binaxkirî bûn…). Dagirkerên Welatê me, zû be, yan dereng be, wek gelek dagirkerên berî xwe, wê mînanî berfa li ser çîyayên me bihelin, herin, çimkî gênên wana ji axeke dinê ne (Îro ṫirkên monxoloîd yên ji bestên Asia Navîn hatî li ser axa Ḱurdistanê û Ŕom – Bûzandiayê nemane. Ṫenê ṫirktîya wana bi saya serê binelîyên binecî ên vajo bûyî maye. Evên bi jera zombîtîyê bişivî – qulibî – vajo bûyî û hê xwe nehesyayî bi piŕ xeterin, ji dagirkeran jî xiravtir û zirardar in…). Çawa ŕohilatzan M. S. Lazarêv dibêje, piŕ kêm gel hene, ku mîna ḱurda awqas dirêj li ser erdnîgarîya xwe ya netewîyê jîyan kirine. Em bimînin bi ewê hêvîyê, ku Ḱurdistanê li ser ŕehên xwe yên bi axa welêt da piŕ ḱûr da çûyî di NEWROZEKE TAÛS da bi ŕewşeke nuh va tevî xwehesîna êtnîkî û hestên hemkurdîtîyê wê ese dîsa gulvede, ji bûz – cemeda zivistanê xilaz be. Û êzdî jî wê ṫerkeserî dinê nebin, rem, xêr û bereket – adanîyê tevî xwe ji Kurdistanê dernexin – nebin, wê ji berê çêtir bi dilgermî serkêşî – pêşevanîya ziman, ŕê – ŕizm, çanda netewî bikin, bi bê minet bi peyvên ŕoyî – ŕonahî Xwedayê bav û kalên xwe ŕa biaxivin, ne ku bi çavên xelqê, lê bi çavên xwe Wî nas bikin. Heta ku êzdîtîya tem, xwê û havênê ḱurdîtîyê a mîna ava Kanîya Sipî paqiş û zelal, a xalis, SEMBOLEKE NETEWEYÎ a zêndî, birc – pîramîdeke çanda ḱurdîtîyê ya ŔESEN ṫevî nirxên dinê, yên bi xurû netewî, Ḱurdistanê da hêjayî maf, xemxurî, parastina bi Ŕ E S E N Î bibe, erkê êzdîyan wek K – OR – D, ango ŔOYÊ DA (Mêrê ŕonahîyê – Êzdîdê Sor bi xwe jî hîpostasekî S – or – ê S – or – a, ango ŔOYÊ ye) li ser axa bav û kalan berxwe bidin (ênergêtîka Lalişa Nûranî ne mînanî yên deverên dinyayê ye dinê ye, Kanîya Sipî ṫû cîkî dinê ṫûneye…), hêvîya yên qulibî û ne qulibî nemînin, gorî rewş û ŕîtma viŕeke bi delk û fen ya evê dem û dinya neheq ṫev bigeŕin, xwedî li ŕeh – ḱoka xwe, li dîŕoka xwe ya ARÎTÎYÊ = ḰURDÎTÎYÊ = ŞEMSANÎYÊ derkevin bo xatirê parastina AX a Welêt , Ziman ê dê, dêm ê netewî… 131) Zîkûrateke Mêzopotamia ya bi hevt qatê. Quva here jor bi ŕeng – awazê şîn yê azmanê Mala Xwedê hatîye bi ŕengkirinê. (Êzdîtîyêda jî heman berbiŕîbûn e).

2) Birca Misirê: yek ji yên destpêkê.

Serdazêdekirin:

Bona himberîhevkirinê bidme ḱivşê, ku gor ŕaberkirina kevnarzanan, her qatekî zîkûratê (bo mînak, yên dema ḱasîtan li Babilê) gersteyrek, Mêr – Xwedawendê wê, awazek û ŕojeke hevtêyê dîhar kirîye:

⦁ Satûrn (Keywan), Nînûrta, ŕeş, duşem
⦁ Yûpîtêr (Berçîs), Mardûk, sipî, sêşem
⦁ Mêrkûrî (Tîr), Nabû, sor, çarşem
⦁ Vênêra (Gêlavêj), Îştar, sût, pêşem
⦁ Mars (Behram), Nêrgal, zer, înî
⦁ Hîv, Sîn, gewr – zîvînî, şemî
⦁ Ro, Şamaş, zêŕînî, yekşem

Eva Hevt Mêrên Ŕiknê ên Pantêona êzdîtîyê, hevt geŕsteyrên milk – hebûnên Wanan, hevt rojên hevtîyê, hevt awazên parîyên zîyaretên êzdîtîyê yên îroyîn û tiştên din, bi cudetîyên anegor va, tîne li ber çavên me…

Bin ṫesîra bîr – bawerîyên dereke da li hine cîyan çîŕokek hatîye hûnandinê. Gorî ewê Melekê TAÛS li ber Adem (ê ku ji mêrxasên mîfên Mêzopotamîayê hatîye ber girtinê, ango berî wî merivên pêşin bi navên ”Lûlû – lolo – lêlê – oro – êrê”, ”Adab”, ”Manû” û ên din êdî hebûn) daxûl nebûye, pante nedaye. Lema jî, xwedêgiravî, Xwedê Melekê TAÛS kirîye wekîlê xwe û serokê Mêr – Melekan. Lê bi rastî, Melekî TAÛS wekîlê Xwedê ye, çimkî Melekî TAÛS Mêr – Xwedawendê Steyra Serê Sivê ye. Lê Steyra Serê Sivê her siva wekîltî – qasidîtî – mizgîntîya hatin – nedîrdayîna ŔOYA zerîn û ŕonahîyê dike. (Berî pêşdahatina ŕamana derbarê Xwedayê ne dihar da Xweda here zor li Ḱurdistana kevnare hema ŔO bû. Û çevkanîyên êzdîtîyê jî, yên bi navên cuda – cuda, hema ji ewê dewrê tên). Pey naskirina Xweda ê nedîhar ŕa pantêona êzdîtîyê da Şê Şemsê Mêrê ŕoyê bûye Dîwanbegê Dîwana Xwedê, lê Melekî TAÛS mînanî berê dîsa wek wekîl maye, îcar wek wekîlê Xwedayê nedîhar…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. bekir yalçın

    ezjı we hemiyan rıca (tika ) dıkım ez lı nab romareş lı bajaré anqeré sewime jı mın ra nivıs duruşmévşjo bışinın. sılav u réz jı dılda serfıraziya me hemiyan hévi dıkım,

Şirovekirin hatine girtin.