Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Fotopêşbirka RIATAZA

Fotopêşbirka RIATAZA

HEVAL Û HOGIRÊN HÊJA!

LAW Û KEÇÊN GELÊ KURD ÎRO DIJÎ HÊZÊN TARÎ KU GEFAN LI TEVAYA CIHANÊ DIXWIN, ŞEREKÎ MÊRXASÎYÊ DIKIN. KURD MÊRXASÎYEKE MEZIN DÎYAR DIKIN, AXA XWE Û YA TEVAYA CIHANÊ JI BARBARÊN SEDSALA 21ê DIPARÊZIN.

BONA MÊRXASÎYA GELÊ KURD DI BÎRA MERIVAYÊ, DI BÎRA NESILÊN PAŞEROJÊ DA BIMÎNE.

Redaksyona malpera Riataza pêşberkek li dar xistîye bona wêneyê herî baş, ku tê da şerê kurdan yê mêrxasîyê di hindava têrorîzma navnetewî da bê xuyakirin.

Wêneyên ji cî û warên şêr bişînine ser vê navnîsşanê: info@riataza.com.

Hemû wêneyên ku ji bo Pêşbirkê bêne şandin, emê bikine nava fotoalbuma bi navê “Kurd pêşengîya şerê dijî têrorîzma navnetewî dikin” û Redaksyona RIATAZA hewil dide bi piştgirîkirina KONGREYA KOMELEYÊN KURDAN wêya di sala 2017an da çap bike.

Şertên sereke yên Pêşbirka wêneyan ya RiaTaza:

Daxwezên ji berhemên şandî:

  • Li ser wêneyan gerekê îmze hebin: wêne li kîderê û kengê hatîye girtin, kê ew wêne girtîye. Baş dibe, ku dîroka sazbûna wêneyê bê şirovekirin.
  • Him fotoyek, him jî wênealbumeke tam dikare tevî pêşbirkê bibe. Serdestîya xudanên berheman di sitendina xelatan da heye.
  • Format gerekê haqas bin: JPG, JPEG, PNG, GIF çapa faylê ya herî zêde: ji 1 MB; berayî – ji 500 px; bilindayî ji 100 px.

 

Demên derbazkirina pêşbirkê:

  • Ji 1ê çileya pêşin sala 2016an heta 31ê çileya paşin sala 2017an wêne têne qebûlkirinê bona tevî pêşbirka wêneyan bibin.
  • Ji 1ê adarê sala 2017an li ser malpera Riataza dest bi dengdayîna bona hilbijartina wêneyê herî baş dibe.
  • Di dawîya adara sala 2017an da Riataza wê navên serketîyan eşkere bike.

Xelatên bona serketîyan:

Gorî encamên dengdayînê wê sê xelat bêne dayînê, serketî wê bi hurmetnameyan û bi pereyan va bêne xelatkirin:

  • Cîyê pêşin – 3000 rûbl.
  • Cîyê 2an – 1500 rûbl.
  • Cîyê 3an – 500 rûbl.

Encamên pêşbirkê û dayîna xelatan bo serketîyan wê bi hesabhildana mafên xudanên nivîsê bêne pêkanînê.
Navên tevgelên pêşbirka wêneyan wê gorî pirsyarkirina bo tevbûna di pêşbirkê da li ser posta êlêktronîk ya malpera Riataza bêne çapkirin: info@riataza.com.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev