Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kûpaya Cîhanî – 2 werzişkarên kurd medalyayên Zêr qazanc kirin

Kûpaya Cîhanî – 2 werzişkarên kurd medalyayên Zêr qazanc kirin

Kûpaya Cîhanî ya Elmas a leşcuwaniyê îsal li bajarê Atîna yê Yûnanê birêve çû

Navenda Nûçeyan – Di pehlewanîtiya Kûpaya Navdewletiya Elmasê ya leşcuwaniyê ku li welatê Yûnanê birêve diçe, 2 leşcuwanê kurd ên bi navên Nizar Xezalî û Serdar Ismaîl pileya yekem di wezna 85 û 90 kg de bi dest xistin û medyala ya Zêr qazanc kirin.

Îro yekşemî 27ê Mijdara 2017ê, di rikeberiyên pehlewanîtiya Kûpaya Navdewletiya Elmasê ya Leşcuwaniyê de, werzişkarê kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Nizar Xezalî di wezna 85 kg de beşdar bû û piştî rikeberiyeke tund li gel 5  werzşkarên din karî pileya yekem bi dest xwe ve bihîne û medalya ya Zêr qazanc bike.

Herwiha di heman pehlevanîtiyê de, werzişkarekî din ê kurd ê bi navê Serdar Ismaîl ku ew jî ji Başûrê Kurdistanê ye, di wezna 90 kg de beşdar bû û serkevtin tomar kir.

Serdar Ismaîl karî di wezana 90 kg de pileya yekem bi dest bixe û medalya ya Zêr di wezna xwe de misoger bike.

Bi vî awayî îro 2 werzişkarên leşcuwaniyê yên kurd karîn di çarçoveya Kûpaya Elmasê ya leşcuwnaiyê de serkevtinên mezin tomar bikin.

http://rudaw.net/kurmanci/sports/27112016

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev