Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand

Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand
BAŞÎK, 18/11 2016 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî roja çarşemê, 16-ê vê mehê li bajarokê Başîkê bi amadebûna nûnerên ji dînên cida, ji mezhebên cida û ji miletên cida axaftineka dîrokî kir û got ew Kurdistana ko wî dixwest ava bike tam ev Kurdistan e ya ko bi rengên xwe yên cida îro li vêderê amade bûne.

Axaftina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ko bi zaravayê kirmancî bû derseka mezin e ji bo hemî xêrnexwazên daxilî û xaricî yên Kurdistanê û hêviyeka nû da miletê kurd li her cihê dinyayê. Versiyoneka kurtkirî ya axaftina serok Barzanî li jêrê ye:

— Em li vêderê li Başîkê, li bajarê spehî yê zeytûnan kom bûne. Ev ew tabloya spehî ya Kurdistanê ye ko em şanaziyê pê dikin. Neteweyên cida, dînên cida û mezhebên cida, hemî brayane û xwişkane pêk ve dijîn. Kurdistana ko me divêt tam ev e. Ev ew Kurdistan e ya ko pêşmergeyan xwîna xwe ji bo wê rêt. Hemî takekesekê vî welatî azad e ka çi bîr û baweriyê bo xwe hilbijêre, çi dîn û mezhebî bo xwe hilbijêre û ji kîjan neteweyeî be bila bibe berî hertiştî em hemî xwişk û brayên êkdu ne.

— Careka dî dibêjim: Ev ew tabloya spehî ye ya ko em şanaziyê pê dikin: Mela bangê xwe li mizgeftê dide. Zengilê kilîseyê lêdide. Êzdî li perestgeha xwe taetê xwe û îbadetê xwe dikin. Tam ev e ya ko me divêt û înşaellah dê wiha bimîne jî. Pêşmergeyan xwîna xwe rêt da axa Kurdistanê rizgar bibe û ev bihayên mezin bên parastin.

— Gelek kes dipirsin, aya çi karê me li Mûsilê heye. Heger Mûsil nebe cihekê ewle ewlekariya herêma Kurdistanê jî di bin tehdîdê de ye. Heta ko terorîst li Mûsilê bin em nikarin bibêjin ko herêma Kurdistanê ewle ye. Hemî wextan em di bin tehdîdê de ne. Berî hertiştî ji bo ewlekarî û asayîşa herêma Kurdistanê û xelkê herêma Kurdistanê gelek ferz bû ko pêşmergeyên qehreman beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Berî ko Daiş bikeve bajarê Mûsilê zêdetirî 300 hezar kurd li wî bajarî dijiyan. Qedera wan kurdan ji bo me gelek giring e, ne ya wan tenê, ya ereban, ya misilmanan, y amesîhiyan, ya êzidiyan û ya hemiyan. Vêca dema ko 300 hezar kurd li bajarekî bijîn em dê çawa pişta xwe bidin wan?

— Me digel Emerîkayê tifaqek heye. Tifaq di nêvbera Wezareta pêşmergeyan û Wezareta bergiriyê ya Emerîkayê, Pentagonê de. Herwiha tifaqek di nêvbera Wezareta pêşmergeyan û hikûmeta Iraqê de. Ew xeta parastinê [ya pêşmergeyan] ya berî operasyona rizgarkirina Mûsilê minaqeşe jî li ser nayêt kirin. Ev xetên [cepheyî] yên ko niho [pêşmerge ketinê] hemî hedefa me ew e ko xelkê van mintiqeyan yê xwecih ewlekarî û asayîşa xwe biparêzin û pêşmerge jî dê arîkariya wan bike. Me digel ordiya Iraqê tifaqek heye ka eskerên Iraqê dê biçin kûderê û pêşmerge dê biçin kûderê. Û dê li kû bi hev re bin û dê li kû bi serê xwe bin. Ez yek tiştê bo we bibêjim: Em we bi tenê nahêlin û nahêlin ko careka dî kes destê xwe dirêjî we bike.

— Em nizanîn ka piştî Daişê çi belayên dî dê bi serê me de bên. Çênabe em bibêjin Daiş xelas bû û çi xeter li ser me neman û îstirahetê bikin. Wisa xuya dike tehdîdên bi vî rengî dê berdewam bikin, ji ber hindê pêşmerge jî dê berdewam be û heta niho me çiqas giringî dabe pêşmergeyan dê ji niho û pê ve hêj zêdetir giringiyê bidinê û rewşa wan baştir bikin. Em dê xwe organîze bikin, sîlehên xwe nûve bikin, tedrîba xwe baştir bikin û dê ji bo hemî tehdîdan hazir bin. Ti caran siyaseta me ne ew e ko em biçin ser erdê ti kesê yan ser malê ti kesê. Lê belê divêt em hazir bin da heger yekê çavê xwe yê timahiyê berda ser welatê me em xwe biparêzin û rênedin ko ew tecribeya ko hat serê me careka dî bêt serê me.

— Rewşa nêvxweyî. Heta niho em mijûlî vî şerî bûn. Lê belê niho wext yê hatî ko em jî gotina xwe bibêjin. Ev du sal in ko gelê Kurdistanê digel xirabtirîn û dirindetirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê Daişê şerekê xwînî dike. Ya ko me dîtiye û bihîstiye dema ko miletek bikeve bin xeterê hemî dilsoj û xelkê wî miletî hevdu digirin û problemên xwe dinivînin û milên xwe didin êkdu û wê problemê ji miletê xwe dûr dikin.

— Me jî ew hêvî hebû ko aliyên Kurdistanî hemî yekrêz bin û rûbirûyê dijminî bibin û piştgiriya pêşmergeyan bikin. Lê belê cihê daxê ye ko me dît hinekan rewşeka çawa çêkir ko ne lazim bû bikin. Ji kodetayê destpê kirin û heta gehiştin wê radeyê ko baregahan bişewitînin û xelk dan kuştin. Pişrsiyara min bo wan ew e: Erê berî ko hon teşebisa kodetayê bikin rewşa we baştir bû yan niho baştir e? Pirsiyara didoyê ew e: Ewrê we çi bi dest ve anî? Çi bi destê we ket û we çi guhort? Niho jî ez li vêderê dibêjim: Hon çiqasê dî xwe biwestînin û teşebisa kodetayan bikin tiştek bi destê we ve nayêt. Nesîheta min bo we ew e ko xwe newestînin jhi ber berî niho çi bi destê we ve hatibe dê niho jî ew bi destê we ve bêt.

— Nuqteyeka dî ya gelek giring ko ez dixwazim behsê bikim ev e: Gelek kesan hesabê xwe li ser wê yekê kiribû ko pêşmerge dê ji ber hev derkevin û dê dubendî çêbe û Xwedê neke dê şerê brakujî û xwekujiyê çêbe. Lê belê pêşmergeyên qehreman îsbat kirin ko kurên Kurdistanê ne û ji xeleka hizbayetiya teng derketine û bergiriyê li miletê xwe û keramet û şerefa miletê xwe dikin. Xwîna pêşmergeyan di yek sengerê de tevlihev bû. Ji bo me ya ji hemiyê giringtir jî ew e ko xwîna kur û keçên hemî parçeyên Kurdistanê di yek sengerê de tevlihev bû. Û ev bidestketiya herî mezin bû. Li nik min ew yekrêziya pêşmergeyî û ew qehremaniya pêşmergeyî û ew hestkirina pêşmergeyî bi mesûliyeta dîrokî mezintirîn destkeft û mezintirîn biserketin bû. Ev e ya ko me dehf dide em pêngava ber bi paşerojeka zelal ve bavêjin ji ber pişta me bi Xwedê germ e û bi vî pêşmergeyê qehreman germ e. Pêşmergeyan jî îsbat kir ko kurên Kurdistanê ne û ne aletên di destê vê hizbê û wê hizbê de ne.

— Gelekan dilê xwe bi wê yekê xweş dikir ka serxwebûn û referandum li kû man. Min hemî deman gotiye ko meseleya serxwebûnê heqekê tebî‘î yê miletê me ye û em di bin hîç zordariyekê û di bin hîç şertekî de dest jê bernadin. Lê belê hemî caran min gotiy eko ev prosesek e ko divêt bi xweşî û ji şidetê dûr û bi diyalogê bêt kirin. Di sefera me ya dawiyê de li Bexdayê me behsa vê meseleyê kir. Me gelek vekirî ji Bexadyê re behsa vê yekê kir û cihê kêfxweşiyê ye ko bersivdaneka baş hebû.

— Dema ko bersiveka erênî hebe ya herî baş ew e ko em bi hev re bigehin rêyekê. Madem ji me nehat ko em şirîkatiyeka rêkûpêk [bi Bexdayê re] bikin werin em cîranetiyeka rêkûpêk bi hev re bikin. Bila em cîranên hevdu bin, brayên hevdu bin û arîkarên hevdu bin. Vêca heger em û Bexda li hev bikin dibe ko pêwistî bi referandumê çênebe jî. Heger lazim jî bibe hingê dê hêsanîtir be û dê zêdetir îtibar jê re hebe û li derve jî dê zêdetir piştgiriya me bikin. Me li hev kir baş e û em li hev nekin jî dê referanduma xwe bikin.

— Bersiva min bo wan kesên ko dilê xwe bi vê yekê xweş dikin ka çima referandum çênebûye ev e: Ew mayînên ko Daişê danîn ser rêya pêşmergeyî, pêşmergeyî rakirin û Kurdistan paqij kir. Dirist wekî wê, ew mayînên siyasî yên ko we jî danîn ser rêya me, me gelekên wan rakirina û dê yên mayî jî rakin. Vêca heta hingê ew ji bo xwe tiştan binivîsînin, hilperin, xeberan bibêjin, çi bibêjin bila bibêjin û bikin û me qet ha ji we nîne û ti hesaban jî bo we nakin.

— Niho ji nû ve cenabê hinekan dê ji me re sîstema wîlayetan ava bikin. Evqas xwîna ko hatiye rêtin, heta îro 11 hezar û 500 ezîzên me yên şehîd û birîndar bûyîn. Vêca hon dê ji nû ve vegerin ser sîstema wîlayetan? Me ev şer digel Paul Bremerî kir, me ev şer digel wan kesan kir ko hingê dixwestin vê sîstema wîlayetan ava bikin. Hingê me şerê wan kir û ew bi ser neketin. Îro jî ew tinazên xwe bi xwîna şehîdan dikin. Ne mimkin e ko em rê bidin vê yekê.

———————————–
Nivîskar: Nefel-Nûçe

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev