Beriya serhildanekê çend gotin

Beriya serhildanekê çend gotin

Welat Agirî

Ev çend roj in hewl didim ku derbarî Qetlîama Dêrsîmê de agahiyan berhev bikim. Di nava wan agahiyan de mixabin rastî gotinên Huseyîn Aygun jî hatim. Huseyîn Aygun ji Dersîmê ye û 2011 ta 2015 parlementerê CHPê bû. Birastî gotinên vî camêrî sedemên qetlîamê bi awayekî hêsanî radixe ber çavan. Yanî Komara Tirkiyê gihîşte armanca xwe û komkujiya mêjiya pêk hat. Bi wê komkujiyê fikr û raman mirarkir berda. Ahmet Hakan (rojnemevanê Tirk) ji Huseyîn Aygun dipirse:

-Hûn Kurd in?

Huseyîn Aygun:

-Na, ez ne Kurd im, ez xwe wek Elewî didim naskirin. Xwe wek însan dibînim. Dersîmî terîfeke netewî nakin. Aliyê netew ve notr in, bêalî ne. Zimanê Dersîmîyan Zazakî û Kurdî ye. Zazakî jî xeberdin, Kurdî jî xeberdin, ji xwe re dibêjin Elewî…

Ev gotinên Huseyîn Aygun nîşanî me dike ku car hene mirina laş ji ya hiş çêtir e. Sedem çibû ku Tirkiyê bi her alî ve yanî eskerî, îdarî, perwerdehî Dersîm rapêçand?

Bersîv:

-Ji destxistina axa Dêrsîmê zêdetir, guherandin û afirandina civakeke nû bû.

Gelek heval ên Kirmanckîaxiv hene ku xwe Kurd nahesibînin. Divê meriv rêz û hurmet bide fikrê wan. Ji xwe kîjan miletî dihesibînin bila bibin ferdekî wî netewî. Lê gerek xelet neyê fêmkirinê kes nikare biyolojîk û sosyolojîk miletê xwe biguherîne. Mexsed ew e ku divê em rêyeke azad bidin pêşiya wan kesan. Netewa zêdetir çi heye, hinek dikarin bibin Brezîlî, hinek Nîjeryayî, hinek Endonezyayî… Em nikarin bi darê zorê kesî bikin Kurd. Tirka zemanekî ji me re digotin Tirkên Çiyayî, gerek em jî nekevin vê bêhişiyê, xelkê nekin Kurdên bajarî an jî çiyayî.

Lê heke em dîsa vegerin li ser gotinên parlementerê Dêrsîmî, pêwist e ku çend bersîv werin dayîn.

Ya yekemîn Elewîbûn an jî Sunîbûn ne netewek e, ew herdu jî derheq baweriyê de ne. Yanî li ser rûyê dinê netewekî bi navê Elewî tune ye.

Ya duyemîn Dersîmî nikarin notr û bêalî bin. Ka ev çawa mimkûn e? Hûn ji ku hatine keko? Dibê ku ji asîmana bi asansorekî hatibin daxistin?

Ya sêyemîn heke hûn bêalî ne û netewekî we nîn e, wê çaxê hûn çawa Zimanê Kurdî fêrbûn û çima Îngilizî an jî Japonî naaxivin?

Ez nizanim em ê rojekê Kurdistaneke Azad bibînin an na. Lê heke Kurdistan azad be jî, em ji wan fîtne û fesadiyan pêsîra xwe xilas nakin. Û wisa xuyaye ku yê Kurda ji hev cihê bikin û du- sê netewê nû derxin meydanê.

Heke yek bêje erê eslê me ji Kurda tê, dê û bavê min jî Kurd in, lêbelê ez xwe wek Kurd hîs nakim û Kurda jî hez nakim, wê demê heqê kesî tune ku tiştekî bêje.

Ne tenê Kurdên Kirmanckîaxiv heman wextî de ev fîtne ketiye nava Kurdên Êzdî jî. Çend meh berê rastî Kurdekî Êzdî hatim. Camêrekî maqûl û xwediyê Kurmanciyeke delal, dibêje ku em ne Kurd in, em Êzdî ne. Ê malavano hûn jî wek Huseyîn Aygun nekin. Miletekî bi navê Êzdî tune ye. Êzdiyetî baweriyek e. Bawerî tê guherandin, dikarî ji olekî derbasî oleke din bî. Lê netew nayê guherandin. Merivekî Kurd nikare du sal şûn de bibe Alman an jî Senegalî. Dîsa dibêjim ku heke hûn ji Kurda hez nakin, bê bahane bêjin, bînin ziman. Lê nebêjin Êzdî an jî Zaza notr in, bêalî ne. Heke hûn bê alî ne bi ya min ji kerema xwe dev ji Kurdî berdin û xwe re Çînî xeberdin ji ber ku pêşeroja Çînî ronahî ye, hûn ê gelek fêde jê bibînin. Heke Çînî ji we re zor tê, ji xwe re zimanekî Afrîkî hilbêjêrin.

Wek me jorê jî behs kir, sedema yekemîn a Komara Tirk afirandina civakeke nû bû û xûyaye ku qismen gihîştin hedef û armanca xwe. Em ê gotareke din de li ser sedemên din ên Komkujiya Dêrsîmê bisekinin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Berhevkar û xemxwarê zargotina Êzdîtiyê

    Ez jî dibêjim, gelek spas ji bo kekê Welat Agirî, ku ewî ev babeta weke ku min di gotara xwe „Divê zaniyarên Êzdîtî û Kurdîtiyê van nakokiyên ku di nav mejiyên endaman de peyda bûne zelalbikin! „ http://krd.riataza.com/2016/11/23/ezdiyati-u-zerdesti/ pêşnîyar kiribû, lêkolînkiriye û rewșa me li ber çavan raxistiye!

    Hêvî dikim ku, em endamên civaka Êzdîxanê ji van xêrnexwazên ku nakokiyan dixine nava mejiyên me bawernekin, hîna gelek zaniyarên Êzdîtî û Kurdîtiyê jî bikaribin mîna kekê Welat Agirî van leyistik û çewtîtiyên dîrokî zû zelalbikin!

  2. bekir yalçın

    JI HEMU HEVAL U HOGIRARA.
    JI SEDİ SED EZ KURDIM Lé EZé ÇEWA XWE BIDIM NASİ !
    Dema kı serhıdana semsuré ték dıçe bıyata me bı ser meletiyeda té bavémın dıgot em reşune zozana derketıne çaye yame zıvıstane daketıne semsure lı çayı yame gorıstana resu heye dé beri sésıd çarsıd saliye.
    navé mın BAQIRé REŞUYE Lé LI NASNAMA TIRKİYEJI BEKİR YALÇİNE
    BAVéMIN EMLI ANQERé MEZIN KIRIN
    Lé oldarıki sunnibuheyakı bıbeje mırovıki qenç bu é dı bın bondırıxe romareşda buwı vilo umré xwe derbaskır..
    lé ez bıtene mın mılaxa da alawiyan ez dıkomala DéRSIMIYANDA XEBITİM MIN BER PIRSİYARIJI KIR.
    Lı we demé bıréz huseyın aygğn seroké baroya dérsıme parézerabubı wanva mı roma reşda em mıtıla rune lı ser égır roj bı roj dıhelınen zehf dıkır galıgal .
    ewana lıser çandu wejeya xwe ne lıser oldariya xwe radıwestın.mın çıqasa dıgot hevalno hunbı vaye hun dıle xınmıjan rehet dıkın. lé ez bıtene dımam. lé dısajı ez jıwır veneqetiyam.çimki mın got agite kı ez mıle xapedıme
    wandamam.dérsımiyanın.dınavwandamam.
    az nahajı şa dıbım kı facebook heye bı waye ez derdé xwe dıwem bınıvise RİYA TEZEJI HINDIBIM. SILAV U RéZ.

Şirovekirin hatine girtin.