Bi kurdî û tirkî “Edebiyata Swêdî”

Bi kurdî û tirkî “Edebiyata Swêdî”

Berhemeke hêja ji nivîskarê hêja Firat Cewerî

Gava li Tirkiyeyê behsa edebiyata swêdî tê kirin tavilê romanên polisiyê tê bîra mirov. Lê digel romanên polisiyê, Swêd xwediya edebiyateke berfireh û piralî ye jî.

Nivîskar Firat Cewerî, bi antolojiyeke duzimanî, ji doh heta îro li dor çil nivîskarên swêdî bi me dide naskirin.

Ev welatê ku du sed sal in ji şer û pevçûnan dûr e û ji sala 1901ê de xelata edebiyatê ya herî bi prestîj, xelata Nobelê belav dike, di pêşdexistina edebiyata kurdî ya modern de jî roleke mezin lîstiye. Di vê rewşa germ ya welêt de, em bi pêşkêşkirina edebiyata sînornenas ya vî welatê sar xwe dilşa hîs dikin…

 

Edebiyata Swêdî
Firat Cewerî
ISBN: 978-605-9082-72-3
13.5×21.5, 208 (416) rûpel 32 TL

www.avestakitap.com

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev