Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çîrokeke gelêrî

Çîrokeke gelêrî

Hecî Rovî

Lazgîn Dêrûnî

Rovîyek hebû li derdora gundekî, demek bi ser de hat nêçîra wî kêm bû û gelekî birçî bû, halê wî ne xweş bû. Rovî fikirî wê çi bike da ku xwe ji mirinê biparêze, pîlanek hat bîra wî, bi lez rabû û berê xwe da gund, rastî Dîkekî hat.

Dîk jê re got: xêr e tu dilezîn. Rovî?

Rovî lê vegerand got: bêje min Hecî Rovî.

Dîk got: ma tu çûyî Hecê?

Rovî got na, lê berê min li Hecê ye.

Dîk got: ma tu min jî bi xwe re nabê Hecî?

Rovî bi lez lê vegerand û got: ji xwe ez li hevalekî wek te digerim ku bi min re bibê heval, de fermo were em herin.

Rovî û Dîk dane dû hev û meşîn, gihiştin ber çemekî, Ordekek di çem de diçêriya. Dema çavên wê bi Rovî û Dîk ket, ji wan pirsî gelo winê bi kû ve herin ?

Rovî lê vegerand: emê herin Hecê.

Ordekê got: ma win min jî bi xwe re nabin ?

Rovî lê vegerand: ser sera û herdû çavan, de fermo were.

Ordekê jî da dû wan û tevde meşîn, qûnaxekê meşîn gihiştin kewekî li ser latekê dixwend. Gava çavê Kewê bi wan ket, bangî wan kir û got: we wilo daye dora hev ma winê bi kûve herin?

Rovî lê vegerand: emê herin Hecê.

Winê herin Hecê?

Rovî lê vegerand û got: belê, ezbenî emê herin Hecê.

Kewê got: ma win min jî bi xwe re nabin?

Rovî got: çawa em te bi xwe re nabin, de fermo, were tevlî me bibe.

Kew jî tevlî wan bû û meşîn, piştî qûnaxekê li wan bû şev. Rovî berê wan da şikeftekê û ji wan re go: emê di vê şikeftê de îşev rawestin û razin û sibê emê dîsa çûna xwe bidûmînin.

Tevan got baş e, her yek di cihê xwe de kete xewê. Şev bû nîvê şevê, bû çaxê bengdana Dîk, Dîk şiyar bû û bang da, Rovî serê xwe hilda û gote Dîk: te em ji xew şiyar kirin, vê carê ezê li te bibûrim, lê carek dî bawerke ezê te bikujim!

Lê Dîk bangdana xwe berdewam kir, Rovî jî rabû û xwe dara Dîk û qirik lê bada, ew kuşt û kete ser kelaxê wî de xwar û dîsa vegeriya xewa xwe û raza. Bû berê sibê, çaxê xwendina Kew. Kew ji xew rabû û bû qebqeba wî û xwend. Rovî dîsa ji xewê rabû û ji Kew re got: te jî em ji xewa sibê ya şêrîn rakirin, razê ji te ra çêti re berî ku ez te jî bi riya Dîk de bişeynim. Lê Kew jî wek Dîk guh ne da Rovî û xwendina xwe berdewam kir. Rovî rabû xwe dara Kew û ew kuşt û kire taştê.

Dinya bû sibih û roj derket, Rovî û Ordek ji xew rabûn, Rovî li hêncetekê di gerê da Ordekê jî bixwê, rabû ji Ordekê pirsî: ji bo çi qirka te kesk e? Ordekê lê vegerand û got: ji ber ku ez Seyîd im. Rovî gote Ordekê: ez ji te bawer nakim, heger tu secera xwe ji min re ne wîne.

Ordekê jê re got baş e, ka bi min re were da ez secera xwe nîşa te bidim. Rovî got: baş e, de fermo em herin, Ordekê da pêşiya Rovî û meşîn, qûnaxekê çûn Tajî di pêşiya wan de derketin. Ordekê gote Rovî: ewên han secera min in.

Gava çavê Rovî bi cotê Tajiyan ket, qerem lê şikestin û xwest birevr, lê cotê Tajiyan lê zîvirîn û rê ji ber girtin û ew kuştin û qirik lê vezîlandin.

Heyfa Dîk û Kew jê hilanîn û Ordek serbest kirin, ew çû mala xwe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev