Balafira Endonezyayê li Sîngapûrê ket: 12 kes mirin

Balafira Endonezyayê li Sîngapûrê ket: 12 kes mirin

Balafireke polîsan ya tîpa M-28 Sky Truck a Endonezyayê li bajarê Pangkal Pinanga Sîngapûrê ket û 12 kesên tê de jiyana xwe ji dest da.

Kabîd Humasê ku yek ji serkarên polîsên Giravên Riauyê ye, di daxuyana xwe de diyar kir ku balafira Endonezyayê li Eyaleta Kabupaten Lingga ya Giravên Riauyê ketiye û li dora saeta 11.10-an hemû pêwendî pê re qut bûne.

Li gorî zanyariyan herî dawî yên ku me ji Spûtnîkê wergirtine, saet li dora 11.28-an pêwendî bi balafirê re hatiye kirin, lê piştî qutbûna pêwendiyê tîmên lêgerînê dest bi xebatên xwe kirine.

Li hêla din eşkere bû ku kavilên balafirê ji aliyê masîgirên Endonezyayî ve li derdora Giravên Riauyê hatine dîtin.

Li gorî saloxdayînên dawî 2 jê pîlot 12 kesên di balafirê de mirine.

Derbarê bûyerê de ji aliyê rêveberên Sîngapurî ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev