Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Europol: Daiş xwe amade dike ku li Ewropayê çalakiyên wekî li rojhilata Navîn bike

Europol: Daiş xwe amade dike ku li Ewropayê çalakiyên wekî li rojhilata Navîn bike

Rêxistina Polîsên Ewropayê ku wekî Europol tê naskirin, diyar kir ku Daişa ku li Suriye û Îraqê roj bi roj têk diçe, xwe amade dike ku li navenda Ewropayê bi seyareyên bombekirî teqandinan bike, mirovan birevîne û dest bi talanê bike.

Li gorî Europolê ji xeynî Fransayê; Almanya, Hollanda, Belçîka û Îngilîstan jî di hedefa vê rêxistina terorîst de ne.

Navenda Têkoşîna Bi Terorê re ya Europolê raporek amade kiriye û pêşkêşî welatên Yekitiya Ewropayê kiriye. Li gorî raporê Daiş li Rojhilata Navîn her ku diçe erd û kozik-çeperan winda dike, ji ber vê yekê Ewropa ji xwe re kiriye armanc.

Li gorî rapora Europolê welatên Ewropayê yên ku bi pêşengiya Amerîkayê di nav koalîsyona hevpeymanan de ne, hingav û armancên sereke ne.

Di raporê de tê gotin ku vê gavê li seranserê Ewropayê bi dehan sempatîzan û endamên Daişê hene.

Di heman raporê de tê gotin ku heke Daiş li Suriye û Îraqê bi temamî têk here, wê tevahiya terorîst û malbatên wan vegerin Ewropayê.

Europol di rapora xwe de eşkere kiriye ku koma Daişiyên ku êrîşên Parîsê kir, plan kiriye ku bi seyareyên bombebarkirî êrîşan bike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev