General Sîrwan Barzanî: Bexda ji serxwebûna Kurdistanê re amade ye

General Sîrwan Barzanî: Bexda ji serxwebûna Kurdistanê re amade ye

Fermandarê Pêşmergeyên Eniya Gûwerê General Sîrwan Barzanî diyar kir ku rêveberiya Bexdayê ji bo nîqaşa serxwebûna Kurdistanê amade ye.

Li gorî çapemeniya kurd û tirk General Barzanî eşkere kiriye ku nîqaşên serxwebûna Kurdistanê wê piştî rizgarkirina Mûsilê ji destê Daişê destpê bikin.

Sîrwan Barzanî ji rojnameya navdar a Almanyayê Die Weltê re axiviye û gotiye ku wan ji mêj ve bi hikumeta Bexdayê re dest bi hevdîtinên serxwebûnê kirine û wiha berdewam kiriye:

“Me bi hikumeta Bexdayê re dest bi hevdîtinên serxwebûnê kiriye. Em nîqaşên xwe berdewam dikin. Di rojên pêş de jî wê ji bo tevahiya herêmê referandûmek were lidarxistin.”

Barzanî li ser operasyona Mûsilê jî diyar kiriye ku cara yekem e artêşa Kurdistanê û artêşa Îraqê operasyoneke hevbeş kirine û ev gaveke dîrokî ye.

Sîrwan Barzanî di gotûbêja xwe de gotiye ku Bexda derbarê serxwebûna kurdistanê de gotiye ‘çima na?’

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev