Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Heleb: Muxalifan ji sedî 60-ê erdê di destên xwe de winda kirin

Heleb: Muxalifan ji sedî 60-ê erdê di destên xwe de winda kirin

Rêxistineke Çavdêriyê ku navenda wê li Îngilîstanê ye diyar kir ku piştî ku hêzên Beşar Esed herêma El Bab-a li rojhilatê Helebê bi dest xist, ji sisêyan duduyê erdên ku berê di destê muxalifan de bû ketiye destê rejîma Esed.

Mala Çavdêriyê Ya Mafên Mirovan li Suriyê dibêje ku Tariq El Bab bi qasî çar salan di destê muxalifan de maye, lê ew niha ji nûve ketiye destê hikûmeta Suriyê.

Li hêla din nûçegihana pispor a BBC-yê Lyse Doucetê ku vê gavê li Helebê ye diyar dike ku piştî standina herêma Tariq El Bab-ê muxalifan ji sedî 60-ê axa di destê xwe de winda kirine.

Li gorî Mala Çavdêriyê bi vê serkeftina nû xaleke girêdanê di navbera hêzên Beşar Esed û Balafira Helebê de vebûye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev