Kurdistan di salên şerê 80î yên sedsala 19an da -1

Kurdistan di salên şerê 80î yên sedsala 19an da -1

Me di 67 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa pêşin a bi sernavê ”Kurdistan di salên şerê 80î yên sedsala 19an da” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 68

Hukumeta Tirkîyê, wek me îdî daye xuyakirin, hindava şêx da xwe riya durûtîyê girtibû. Ji hêlekê va ewê hêzên eskerîyê yên mezin li dora sînorê Îranê civandibû, yên ku gerekê nehîştana, ku armancên serekeşîra yên perçekirinê pêk bihatana. Hatina wan eskera dibû asteng ji bo eşîretên kurda yên mayîn jî tevî şerkarîyê bibin. Di hêleke mayîn va jî – di fikra dîwana sultanîyê da hîç tunebû, ku wetendaşê xwe – Ubeydulle ceza bike, yê ku kurd rakiribûne şerê dijî derebegên Îranê. Nêytralîya Tirkîyê karê şêx li Kurdistana Îranê dida hêsakirinê.

Hela di serda jî, em dikarin bi bawerî bêjin, ku dakutana eskerên Ubeydulle li nav erdê Îranê ji alîyê hukumeta Tirkîyê da bi dilgermî hate qebûlkirinê. Sultan Ebdul Hemîd û der-dorê wî, ku xeyala wan ew bû, ku nav û dengê Împêratorîya Osmanîyê lê vegerînin, heq-hesabê xwe dikirin, ku tevgera kurda wê Îranê – dijminê Tirkîyê yê sal û zemana – bide sistkirinê.

Lê Sitembol, wek dibêjin, guhê xwe bel kiribû û dîna xwe didayê, ku karkirina kurda ji sînorên dijîtîya hindava Îranê da dernekeve û eger ew hinekî bi ser kevin jî, gerekê nehêlin, ku ew derbazî êtapa xwe ya duda bibe – ango, nişkêva tevgera eşîretên kurda yên ji bo azadîyê himberî Tirkîyê destpê nebe.

Wan dema dîwana sultanîyê alîkarîya her alî dida çend serekeşîrên kurda, yên ku vegerîyabûne Hekarîyê. 26 zabitên tirka “yên ji kar derketî” desteyên Ubeydulle, ku careke mayîn dihatine amadekirinê, hînî telîmên şêr dikirin (1).

Pêwendîyên bi şêx ra bi destî qaymeqamê qeza Çataxê (wilayeta Wanê) Reşîd beg dihate pêkanînê, yê ku ji paytext şendibûne bal Ubeydulle û sipartibûnê, ku serekê kurda “bide milahîmkirinê”. Û şêx bi xwe bi hîvîkirin berbirî Reşîd beg bû, bona ku çek û fişeka bişînin(2). Zûtirekê, di meha çileya paşin sala 1881ê ji Wanê 19 teneke tivingên (bêrdang) bi sîstêma “Hênrî-Martînî”, 6 teneke fişek û 4 teneke cebirxaneyên bona xebitandina li çiya ji Ubeydulle ra şandin. Ev cebirxana eskerîyê, yên ku xudêgiravî ji bo eskerên sultanîyê yên li Anatolîya Rohilatê ra hatine şandin, hevalê şêx – Abo ji Wanê jê ra şandibûn.

Bi razîbûna bê deng ya serokatîya Tirkîyê ev nûnerên Ubeydulle bona berevkirina eskerên kurd çûne navçeyên Tirkîya Rohilatê yên cihê-cihê: Ebdul-Qadir çû Mûşê, Ahmed axa Sipo-oxli – Eleşgirê, Îsmayîl beg – Bitlîsê, Sehîd Sadiq – Qersê, Sehîd Elî – Erzurumê, Sehîd Ebdulrehman – Xinisê û yên mayîn(3).

Qet şikberî di tabîya dîwana sultanîyê da tunebû, ku ji wana ra dest dide eşîretên kurda careke mayîn bikevine Îranê. “Wek xuya ye, Tirkîya ji bo karê Ubeydulle yê zevtkarîyê bi surî piştgirîya wî dike”(4),- K. Kamsarakan elamî Novîkov kir.

Hukumeta Tirkîyê bi vê yekêra tevayî ditirsîya, ku dibe şêx nişkêva karên ne bi dilê wê bike û dixwest wî diha zef bin çavdêrîya (kontrola) xwe da xweyke, ji ber wê jî ber Ubeydulle pêşnîyar kir derbazî paytextê Împêratorîya Osmanîyê bibe.

Bi vê yekê ra tevayî eva firsendeke dîplomatîyê bû hindava Îranê da, yê ku berk dixwest cezakî mezin bida serekê eşîretên kurda. Hukumeta sultanîyê nikaribû wê yekê ra hesab rûnenişta, ku daxazên Îranê ji alîyê Rûsîya piştgira şah da dihatine parastinê.

Berî çûyîna xwe ya ji Kurdistanê Ubeydulle careke mayîn jî cêriband bi nûnerên Împêratorîya Rûsîyayê ra bikeve nava pêwendîya. Ewî Mehemmed Sehîd xelîf şande bal konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê K. Kamsarakan, yê ku gerekê nûnerê Rûsîyayê bida bawerkirinê, ku şêx hindava Rûsîyayê da “amin e” û bikaribûya jê alîkarî bistanda. K. Kamsarakan, ku riya berê pêşda dibir, “bersîveke xwetadanê” da hîvîkirina derebegê kurda ya ji bo alîkarîyê(5).

Bersîva konsûlê berê ji alîyê baylozê li Sitembolê Novîkov da bi dilalavî hate qebûlkirinê, yê ku ji wî ra got, ku gerekê tu cara karê wî bi şêx ra tunebe, ji bo ku “Tirkîyê nexeyîdînin”(6).

Li Kurdistana Îranê dîsa dû wan tevgelên serhildana Ubeydulle digerîyan, yên ku hela hê çekên xwe danenîbûn. Piranîya wana berevî li Serdeştê dibûn. Gava eskerên şah çûne wira û ser wan da girtin, serekekî serhildana sala 1880î – Hemze paşa bi mêrxasî ber xwe da, ji ber ku bin hukumê wî da desteya kurda ya mêrxas hebû. Ji ber wê jî hukumeta Îranê ji Soûcbûlakê hêzên eskera yên mezin ser wan da şand, ku welîyê wira serokatî li wan dikir(7).

Welî dît, ku nikare ji dest rêyên bi berfê va nixamtî eskerên xwe derbazî Serdeştê bike, xwe li riya bêbextîyê girt. Di nava demeke dirêj da ewî pêwendî bi Hemze axa ra danî. Welî usa dida xuyakirin, ku xudêgiravî şertên serekên kurda, ku bi hukumeta Îranê ra li hev bên, qebûl dike, Hemze axa gazî li dîwana xwe ya li Soûcbûlakê kir bona îmzekirina dokûmêntekê, kefîltî dida wî, ku wê tu tişt neyê serê wî û hela di serda jî wê hedaya û serdestîya bistîne. Hemze axa ji “sozê mêra” yê welî bawer kir, meha tîrmehê sala 1881ê çû Soûcbûlakê û li wira bi nemamî û bêbextî hate kuştinê(8).

Zirar û ziyanketina Ubeydulle, ku nûnerên Împêratorîya Îngilîs bi guhdarî li kar û barê wî mêze dikirin (ew yek me bi mesela karkirina konsûlê sereke li Tewrêzê Abbot jî texmîn kir), înglîsa mecbûr kirin, ku bi serekên kurda yên mayîn ra pêwendîyan daynin. Ev kar danîne li ser konsûlê sereke li Bexdayê Plowdên.

Di hezîrana sala 1881ê Plowdên bi menîya rêwîtîyê çû Îranê. Bi fermî ew rêwîtî ji bo “hêsabûnê û nêçîrê” bû, lê wek ku hevalbendê Plowdên yê li wir konsûlê rûsa Êbêrgard elamî Pêtêrbûrgê kir, “armanca rasteqîn ya wê rêwîtîyê – ew rasthatina tevî çend şêxên bi nav û deng yên eşîretên kurda bûn, yên ku him li ber sînorê Tirkîyê, him jî ber sînorê Îranê diman”(9).

Gera Plowdên weke sê meha kişand. Di nava wê demê da ew li navçeyên giring yên Kurdistana Tirkîyê û Îranê hêwirî. (Plowdên, ku ji Bexdayê hate Kêrmanşahê, ji navçeyên kurda yên sereke derbaz bû, hat gihîşte Suleymanîyê, lê ji vira jî berê xwe da Mûsilê û berbi eşîretên Kurdistana Bakûr va çû). Dema “rêwîtîya nêçîrvanîyê” konsûlê Brîtanîyayê bi hukumeta xwe ra bi surînivîsara kete nava pêwendîya. Ji van yeka welîyê Tirkîyê li Bexdayê gelekî ber xwe diket(10).

Pêwendîyên Îranê-Tirkîyê di destpêka sala 80î da diha serttir bûn.

Pey çûyîna Ubeydulle li Sitembolê ra, dîwana osmanîyê bi êgintî “parastina daxazên” wî hilda ser xwe. Di dawîya meha çileya paşin sala 1881ê baylozê Tirkîyê li Tehranê Fehrî beg ji hukumeta şah xwest dewsa wê zirarê bide, ku şêx dema emelên eskerên Îranê li der-dorê ser sînor di salên 1870î, 1876a û 1881ê kişandîye. Fehrî beg eşaretî da, ku derengxistin, an jî pêkneanîna van daxaza dikarin bibine sebebê “tevrabûnên nû” ji alîyê binecîyên van dera da(11).

Eva şerlatanîke (provokasyon) eşkere bû, ji ber ku tevrabûnên gelê Kurdistana Îranê ne ji rûyê wê yekê da bûn, ku Ubeydulle dane “xeyidandinê”.

Wezîrê karên der yê Îranê ev daxazên raberkirî bendî tiştekî danenîn. Ewî elamî bayloz kir, ku ew mal û milkên ku şêx gazina dike, ku hatine talankirin, tu cara yên wî nî bûne. Pareke wana hukumeta şah bi kirê dabû Ubeydulle, para mayîn jî bi riya sexte – bi feşkirina dokûmênta, ketibû bin destê wî. Hela di serda jî, karên şêx yên dijminayê hindava Îranê da bûn sebeb, ku hebûna wî ji dêst bê hildanê.

Baylozê Rûsîyayê li Tehranê Î. Zînovyêv, ku Mîrze Sehîd xan bona temî-şîreta berbirî wî bû, pêşnîyar kir “metelmayîna xwe elamî Tirkîyê bikin” bona wê yekê, ku ewê alîkarîya amadekar û serekê dakutana li nav erdê Îranê kirîye, yê ku “qezayên Azirbêcanê yên dewlemend” talan û kavil kirine. Î. Zînovyêv pêşnîyar kir ku ew jî hindava xwe da şikyatê xwe li hukumeta sultanîyê bikin û zor li wan bikin, ku ziyana gihîştîye Îranê, bidin(12).

Ew pêşnîyar ji alîyê Wezîreta karên der ya Îranê da hatine pêkanînê, ya ku herwisa pêşnîyar kir, ku Fehrî beg nota Tirkîyê paşda hilde. Lê Sitembol dîsa ser ya xwe mabû. Îzbatî û bawerîyên wê jî wek berê bûn: hukumê şêx pir e, ew “ji Bazîdê bigre hetanî Bexdayê” bi nav û deng e. Eger deynê wî neyê dayîn, ew dikare careke din bê ser sînor û serhildanê bike, û wî çaxî wê ji Tirkîyê ra li hev neyê “pêşî lê bigire”.

Îdî zelal bû, ku “nerazîbûnên Ubeydulle”, herwiha temamîya “problêma kurda”, dîsa dibûne “destmalên ser desta”, lê diha rast – di destê dewletên Rohilata Navîn, xwesma Tirkîyê da dibûne çek li dijî Îranê.

Baylozê Îranê li Sitembolê Muhsîn beg elamî Tehranê kir, ku Împêratorîya Osmanîyê, ku mal û milkên wê li Awropayê ji dêst diçin, dixweze bi kîsî Îranê dewsa cîyê wan tijeke. Bona dasekinandina nav û dengê ji dest çûyî, ew dest avîtîye “pêkanîna bîr û bawerîya yekîtîya musulmana”. Gava wî ya pêşin gerekê testîqkirina hukumdarîya Tirkîyê be li ser “miletên sunî” yên cînar, û Tirkîya her firsend bi kar dianîn, ku helana bide kurda bona careke mayîn rabine cengê.

Şah Nesreddîn, ku bona vê yekê tevlihev bûbû û ber xwe diket, hewara xwe li baylozê Rûsîyayê daxist. Ewî bîr anî, ku hukumeta Îranê naxweze roleke aktîv di Asîya Navîn(13) da bilîze û daxaza xwe îlan kir, ku Rûsîya di şerê Îranê yê dijî Tirkîyê da piştgirîya wî bike.

Zînovyêv Nasreddîn da bawerkirinê, ku wê alîkarîya wî bikin û derheqa halê sazbûyî da elamî Pêtêrbûrgê kir. Sistbûna Îranê ji Împêratorîya Rûsîyayê ra dest nade,- ewî got. Hukumeta Rûsîya padşatîyê jî ser vê bawerîyê bû.

Di nava çend mehên sala 1882a da di navbera Îranê û Tirkîyê da dîsa tevlihevbûn çê bûn girêdayî “nerazîbûnên Ubeydulle ra”, lê meha tebaxê da deng belav bû ku şêx ji Sitembolê berbi welêt revîye. Rastîyê jî, dîplomatên Rûsîyayê yên li Tirkîyê piştî lêkolîna îzbat kirin, ku Ubeydulle cilên bazirgana lê, bi nasnama feşkirî va, ku ji konsûlxana Rûsîyayê ya sereke sitendibû, paytextê Tirkîyê terk kirîye, bi gemîyê berê xwe daye Potîyê, lê ji wira jî ser riya Tîflîs-Êrîvan-Îdir-Bazîd-Elaşgirê gihîştîye Hekarîyê(15).

Gelek kesên bi “sîyaseta Rûsîyayê ya li rohilatê va girêdayî ser wê bawerîyê bûn, wek ku konsûlê Rûsîyayê yê sereke A. Dênnêt ji Erzurumê elam kiribû, ew “reva” şêx “bi razîbûna sultan ya surî va hate pêkanînê”(16). Dênnêt jî ser vê bawerîyê bû, yê ku elamî bayloz kir, ku ew eskerên sultan yên ji Wanê, ku dabûne dû “banzdana” Ubeydulle, bi wê yekê va dihate şirovekirinê, ku “şika kesî neçe ser helekarîyên tirka” û ji bo “Tirkîya aminaya xwe hindava wî da îzbat ke”, ku paşdemê da bikaribe wî bi kar bîne (17).

Li Pêtêrbûrgê jî li ser vê bîr û bawerîyê bûn. Di “Nûçeyên Sankt-Pêtêrbûrgê ” da – organa fermî ya hukumeta padşatîyê – gotareke yekî bi navê “Z” derket bi sernivîsara: “Sîyaseta Tirkîyê û Îngilîs li Asîya Navîn û şêx Ubeydulle”. Hema ew hevgihîştina Împêratorîya Osmanîyê û Îngilîs di pirsa kurda da balkêş bû. Temamîya gotarê dijî şêx bû û herwiha dijî hukumeta sultanîyê bû û ew wê yekê da dihate gunehkarkirinê, ku wana “Ubeydulle ji dest xwe berdane” bona bikaribin bi hêsanî hukumî li ser binecîyên xaçparêz yên Rohilata Tirkîyê bikin(18).

Mixabin, di pirsa derheqa reva derebegê kurda da îzbatîyên bingehîn tunene, ku ew çi awayî bûye, lê ew fikra ku wî di wî alî da serokatîya Tirkîyê alî wî kirîye, nêzîkî aqilan e. Çi jî hebe, dîharbûna (kivşbûna) Ubeydulle li Kurdistanê bû sebeb, ku li ser sînorê Tirkîyê-Îranê hal diha bê sertkirinê. Deng û behs bela bûn derheqa rasthatina şêx bi serekeşîrên kurda ra – li dîwana wî ya li gundê Newçê, derheqa civandina eskerên kurda li Hekarîyê, derheqa wê da, ku Ubeydulle alaya pênc hezar eskera saz dike, yên ku bi tivingên sîstêma “Martînî” va hatine çekdarkirinê(19). Dîplomat û zabitên Brîtanîyayê bi guhdarî dîna xwe didane pêşdaçûyîna qewmandina. Di wê derecê da xwesma konsûlê Îngilîs li Trabzonê pir aktîv bû, yê ku ji casûsên xwe yên li Kurdistanê malûmatî distandin(20).

Vegerandina Ubeydulle li Hekarîyê Tehranê da tevlihevîyeke mezin pêşda anî. Sipartine baylozê Îranê li Sitembolê destxweda şêx bigrin û ji Kurdistanê raqetînin(21). Şah Nesreddîn derheqa vê yekê da çend cara bi Zînovyêv ra peyivî û hîvî jê kir, ku Rûsîya zorê li Tirkîyê bike, bona pêşîya “serhildanên kurda yên nû” bigrin(22).

Tabîya Împêratorîya Rûsîyayê – dewleta here xurt li Rohilata Navîn – îdî bû xwedîya kemaleke sereke. Ev yek Ubeydulle jî derc dikir. Ewî, ku gumana xwe ne birî bû bona pêkanîna armancên xwe yên derheqa hilanîna hukumdarîya Îranê û Tirkîyê li ser Kurdistanê, firsendên nû bi kar anî bona ji Rûsîyayê piştgirîyê bistîne. Serekê kurda rind serederî li rewşa navnetewî dikir û ser wê bawerîyê bû, ku şansên wî wê diha pir bin, eger ew ne ku dijminatîya Îranê bike, ku hevalbenda Rûsîyayê bû, lê dijminaya Împêratorîya Osmanîyê bike.

Hema pey hatina şêx li Hekarîyê ra, qasidê wî Elî Qasim oxli hate Wanê, bal K. Kamsarakan. Ewî ji navê Ubeydulle elam kir, ku kurd “îdî hew dikarin serokatîkirina tirka tehmûl bikin”. Şêx hîvî dikir, ku “dema şerê zûtirekê yê bi Tirkîyê ra, Rûsîya piştgirîya wî bike”. Eger Rûsîya îzinê bide, şêx wê “serhildana kurda ya mezin bike”. Ubeydulle alîkarîya peretî ya konkrêt ne dixwest û bi hêvî bû, ku wê bi hêza xwe “serokatîya tirka ji Hekarîyê, wilayetên Wanê û Bitlîsê derxe, ji bo paşê,- wek ku Elî Qasim oxli derew kiribû,- wetendaşîya Rûsîyayê ya heta-hetayê qebûl bike, ji ber ku kurd bin hukumê wan da bi kêf in”. Ubeydulle hazir bû her tiştî bi a hukumeta Rûsîya padşatîyê bike û hela di serda qayîlîya xwe dabû pêşnîyara rûsa qebûl bike, ku dema lazim be bi kurdên bin hukumê xwe ra tevayî derbazî Îranê, an jî Rûsîyayê bibe.

Zehmet e bêjin, ku ew “dêklarasîyona dengbilind” çiqasî ji dil bû û eger ew pêk bihata, serekê kurda wê çiqasî pêş biketa. Kamsarakan hatibû hayadarkirinê, ku dema şêx qala van pirsa bike, ew gerekê bersîveke çawa bide: dema ew bixweze dijî hukumeta Tirkîyê tiştekî bike, sozê tu tiştî nede. Konsûlê berê hema usa jî kir(23).

Serokatîya Împêratorîya Rûsîyayê, ku bi şerê bi Turkmênîyayê va mijûl bû, ku ew jî dibû sebeb, ku împêrîyalîstên Îngilîs bi çavekî dijminayê li Rûsîyayê mêze kin, di hilekê va jî ketibû gorîya halê li Awropayê sazbûyî û ditirsîya helana bide serhildanên dijî hukumetê yên li welatên Rohilatê, lema jî hate ser wê bawerîyê, ku baştir e Ubeydulle neynine Rûsîyayê, ji ber ku hewce nake di rûyê wê yekê da di navbera xwe û Tirkîyê, Îranê û hilbet, Îngilîs xirab bike.

Pêtêrbûrgê careke mayîn kire bîra nûnerên xwe yên li Tirkîyê, ku zorê bidne dîwana sultanîyê, ku ew bi lez Ubeydulle ji Kurdistanê derîne. Împêratorîya Rûsîyayê, hilbet, piştgirîya daxazên Îranê dikir û îdî nikaribû ew înkar bikirana, wek ku berî wê Ebdul Hemîd kiribû. Û haya Îranê hebû, ku şêx Ubeydulle bi surî dixweze bi Rûsîyayê ra pev keve. Di alîkîva jî eşîretên kurda, ku dema serhildana sala 1880î da gelek şehîd dabûn, hela birînên xwe ne kewandibûn û hazirîya wan bona serhildana nû ne tam bû.

Ev hemû qedir û hurmeta serekê kurda di nav hukumeta Tirkîyê da êxist, û Ebdul Hamîd ferman da şêx ji Kurdistanê sirgûnî Mekkayê bikin. Karmendê dîwana sultanîyê yê derecebilind Kamil beg şandine bal Ubeydulle. Hema di wê demê da dîsa eskerên tirka şandine Hekarîyê(24).

Dawîya meha çirîya pêşin sala 1882a Ubeydulle bi rêberîya desteke eskera ya mezin çû Mûsilê(25). Gilî gihîşte konsûlxana Rûsîyayê li Wanê, ku kurdên çekdar rabûne himberî sirgûnkirina serokê xwe, lê ew îzbatî ne hatine testîqkirinê(26). Di destpêka sala 1883a şêxê kurda anîne Îskenderûnê, ji wira jî bi gemîya Îngilîs anîne Beyrûtê(27). Ubeydulle bi neferên mala wî ra tevayî birine Mekkayê û ew li wira jî mir.

Dû mirina wî mirovê ruhanîyê-sîyasîyê yê bi nav û deng ra, ku daxazên wî di gelek pirsa da wek yên piranîya gelê wî bûn (têkoşîna ji bo rizgarkirina Kurdistanê ji bin nîrê Tirkîyê û Îranê), hukumeta sultanîyê careke mayîn vegerîya li ser sîyaseta xwe ya hindava kurda da. Tirkîya bin serokatîya Ebdul Hemîd bere-bere derbazî bi aktîvî û eşkere bikaranîna eşîretên kurda bû bona hêza xwe ya eskerîyê bide xurtkirinê. Bona vê armancê ewê zordarîya aborî û sîyasî li ser Kurdistana Tirkîyê da kêmkirinê.

Îdî di nîveka salên 80î ya sedsala XIXa da konsûlê Rûsîyayê yê sereke li Erzurumê A. Dannêt nîşanên wan guhastina texmîn kir. Ewî elamî Wezîreta karên der va dikir, ku hukumeta Tirkîyê sipartîye dîwana cî, ku xwe nêzîkî serekeşîr û derebegên kurda bikin, bi “guhdarîyê û xweşikayê” dilê wana bikirin, bînine hêla xwe. Bona hukumê Tirkîyê nava kurda da bidne qewînkirinê, hatibû plankirinê “dibistanên musulmanîyê” yên taybetî saz bikin. Dannêt hatibû ser wê bawerîyê, ku ev bona wê yekê ne, ku kurda bi kar bînin bona hincirandina tevrabûnên azadarîyê yên gelên Împêratorîya Osmanîyêye kêmjimar, ku li wir dijîtin (bi têrmînologîya konsûl, “binecîyên xaçparêz”)(28).

Di karê pêkanîna wê sîyasetê da xwesma memûrê Tirkîyê Edhem paşa gelekî êgin kar dikir, yê ku sala 1884a hatibû kivşkirinê wek welîyê Hekarîyê. Ewî bi her awayî dilê serekeşîrên kurda dikirî, xwe nêzîkî wana dikir, dixwest “rola şêxa û serekeşîra bide bilindkirinê, dubendî-dutîretîya di navbera qebîla da bide sistkirinê û bi wî awayî ji kurda hêzeke usa xurt çê bike, ku ew gurra hukumetê da be”(29).

Bi pêşnîyarkirina Edhem paşa, pismamê Ubeydulle – şêx Nûrulle hate kivşkirinê wek “serekê hemû kurdên” Hekarîyê û serwêrê wê dibistanê, ku gerekê Başqelê da bihata vekirinê. Welîyê Hekarîyê şêwrdarîke bi surî serekên kurda ra derbaz kir û bi jimareke pir çek-sîlih da wan.

Karkirina wî di nav kurda da berê xwe da – di salên 90î yên sedsala XIXa alaya eskerîyê ya sîyarîyên “hemîdîyê” hate damezirandinê, ku piranîya wan kurd bûn. “Sîyaseta nû ya dîwana sultanîyê li Kurdistanê xwesma di dehsalîya dawî ya sedsala XIXa geş dîhar bû (lênihêrandina wê pirsê ji goveka vê xebata me der e). 

Çavkanî:

  1. ASDR, fond 30, dokûmênt 1567, belge 3. Malûmatîya konsûlê Rûsîyayê li Wanê K. P. Kamsarakan ji bo baylozê li Konstantînopolê Y. P. Novîkov ya 26ê çileya paşin sala 1881ê.
  2. Dîsa li wir, belge 12-13. Têkst û wergera nameya Ubeydulle.
  3. Dîsa li wir, belge 9-10. Malûmatîya ji 26ê çileya paşin sala 1881ê.
  4. Dîsa li wir. Malûmatîya 26ê çileya paşin sala 1881ê.
  5. Dîsa li wir. Belge 35-36. Malûmatîya konsûlê Rûsîyayê li Wanê K. P. Kamsarakan ji bo baylozê li Konstantînopolê Y. P. Novîkov ya 31ê gulanê sala 1881ê.
  6. Dîsa li wir, belge 62-63. Nameya Y. P. Novîkov ji bo K. P. Kamsarakan ya 23ê gulanê sala 1881ê.
  7. ASDR, fond 40, dokûmênt 1202, belge 147. Têlêgrama serwêrê konsûlxana Rûsîyayê ya sereke li Tewrêzê ji bo baylozê li Tehranê ya 18ê çileya pêşin sala 1880î.
  8. Dîsa li wir, belge 199-200. Têlêgrama serwêrê konsûlxana Rûsîyayê ya sereke li Tewrêzê ji bo baylozê li Tehranê ya 26ê hezîranê sala 1881ê.
  9. ASDR, fond 30, dokûmênt 1225, belge 36. Malûmatîya Êbêrhard ya 18/30ê hezîranê 1881ê.
  10. Dîsa li wir, belge 56. Malûmatîya Êbêrhard ya 4/16ê îlonê sala 1881ê.
  11. Arşîva sereke ya Sovyetistanê, dokûmênt 1361, belge 13-15. Wergera nota 24ê çirîya paşin sala 1881ê.
  12. Dîsa li wir, belge 16-18. Malûmatîya Î. A. Zînovyêv ji bo wezîrê karên der N. K. Gîrs ya 13ê sibatê sala 1882a.
  13. Di wê demê da berîya Axal-Tekînê ya li Turkmênîyayê kete nava axa Rûsîyayê, lê berî wê Îran çav berdabû wî erdî.
  14. Arşîva sereke ya Sovyetistanê, dokûmênt 1361, belge 19-21. Malûmatîya Î. A. Zînovyêv ya 13ê sibatê sala 1882a.
  15. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, dokûmênt 8, sal 1882-1883, dexle 54, belge 40-42. Malûmatîya konsûlê berê li Wanê ya 29ê tebaxê sala 1882a.
  16. Dîsa li wir, belge 3, Têlêgrama 12ê tebaxê sala 1882a.
  17. Dîsa li wir, belge 23. Malûmatîya 11ê tebaxê sala 1882a.
  18. “Nûçeyên Sankt-Pêtêrbûrgê”, 13.X.1882s.
  19. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, dokûmênt 8, sal 1882-1883, dexle 54, belge 33. Malûmatîya serwêrê konsûlxana Rûsîyayê ya sereke li Tewrêzê ji bo baylozê li Tehranê ya 24ê tebaxê sala 1882a.
  20. Arşîva sereke ya Sovyetistanê, dokûmênt 1361, belge 27. Malûmatîya konsûlê Rûsîyayê li Trabzonê ji bo serwêrê baylozxana li Sitembolê ya 20ê tebaxê sala 1882a.
  21. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, dokûmênt 8, sal 1882-1883, dexle 54, belge 4. Têlêgrama baylozê li Tehranê Argîrûpolo ji Wezîreta karên der ya 18ê tebaxê sala 1882a.
  22. Arşîva sereke ya Sovyetistanê, dokûmênt 1361, belge 25. Î. A. Zînovyev ji bo N. K. Gîrs ya 2ê çirîya pêşin sala 1882a.
  23. ASDR, fond 30, dokûmênt 1568, belge 34. Malûmatîya K. P. Kamsarakan ji bo wezîrê li Sitembolê Nêlîdov ya 5ê îlonê sala 1882a.
  24. Arşîva sereke, fond 450, dokûmênt 120, belge 3. Nameya konsûlê berê li Wanê K. P. Kamsarakan ji bo barêgeha okrûga eskerîyê ya li Kavkazê ya 29ê tebaxê sala 1882a.
  25. Hewaskar e bidine zanîn, ku Ubeydulle berî çûyîna xwe bi wetendaşê Rûsîyayê S. Çîlîngarov ra, ku li Hekarîyê bû, qise kirîye, yê ku tucarîya gûza dikir. Şêx ber Çîlîngarov pêşnîyar kir, ku ew “bi surî here” Pişkavkazê, û li wêderê bêje, ku ew tu cara bi Tirkîyê ra li hev nayê. (ASDR, fond 30, dokûmênt 1568, belge 49, malûmatîya K. P. Kamsarakan ji bo Nêlîdov ya 8ê çirîya paşin sala 1882a)
  26. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1882-1883, dokûmênt 54, belge 73-75. Malûmatîya Kamsarakan ji bo serwêrê baylozxana li Sitembolê ya 1ê çirîya paşin sala 1882a; binhêre herwiha Arşîva sereke ya Sovyetistanê, fond 450, dokûmênt 1361, belge 30, 39 û yên mayîn.
  27. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, dokûmênt 8, sal 1882-1883, dexle 54, belge 90. Malûmatîya K. P. Kamsarakan ya 5/17ê adarê sala 1883a.
  28. Arşîva sereke, fond 450, dokûmênt 120, belge 37. Serecema rewşa li wilayeta Erzurumê.
  29. ASDR, fond 30, dokûmênt 1571, belge 5. Malûmatîya konsûlê li Wanê Kolyûbakîn ji bo Nêlîdov (çileya paşin sala 1885a).

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.