ROSTEM BÊJENÊ JI ZÎNDANÊ XILAZ DIKE

ROSTEM BÊJENÊ JI ZÎNDANÊ XILAZ DIKE

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema şêstûheyştan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê ”ROSTEM BÊJENÊ JI ZÎNDANÊ XILAZ DIKEraberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 68 

Keça Elfesyabê-Menîca qerewaşê xwe hilanîn, çû seyranê: çadirê xwe vedan, qerewaşê xwe dişidîne.

Bêjen û Zoraf çûne nêçîrê: Zoraf rêkêda, Bêjen bi rêkêda çû, hev unda bûn. Bêjen derket, qerewaşê Menîcayê rastî wan hat. Qerewaş Bêjen girtin, birin çûne cem (nik) Menîcayê. Bêjen zef xortekî delal bû, dilê Menîcayê ketê. Bêjen girtin, xistin sandûxkêda (qutî), barkirin, birin bajarê Tîranê (Tûranê), ji xwera xwey kir, heta sala wî temam bû.

Rojekê babê Menîcayê çû otaxa keça xwe, difikirî (lênihêrî) sandoxek danîye otaxê, go:

-Menîce, eva çi sandoxe liha?

Got: -Tişt têda tune!

Elfesyabê derê sandoxê vekir, fikirîye zelamek têdaye, go:

-Ev çi zelam te anîye ba xwe xway dikî? -ji qereweşan pirsî.

Gotin go: -Ev saleke ev zelamê han me girtîye, qîza te çûye mêran, qebûl kirîye.

Elfesyab li qîza xwe enirî, go:

-Ez padşa bim, çira qîza min, tu tiştê bênamûs dikî? -êdî pirsî,-ka ev çi zelame?

Go: -Ev xelqê Eyranêye (Îranêye), Bêjene.

Elfesyabê Bêjen girt avête zîndanê, qîza xwe cilê (kincê) wê ji berkirin, ji mal deranî, go:

-Tu êdî minra nelazimî, tu êdî nabite qîza min.

Qîz kete nava bajêr, nan berhev dike, dibete ser zîndanê. Bêjen xwey dike têda-heta sala wî temam bû, bû du sal.

Du sale Bêjen undaye, li cîyê Eyranê Rostem Bêjen dipirse: Bêjen eva du sale unda bûye. Morof danîne serê riyan, dipirsin, ka kes salixê Bêjen nade?

Bazirganbaşîyê Xoromê diçete cîyê Tîranê, li wê xêr dike, nan didete feqîran. Menîca diçî (diçe), nan didine Menîcayê. Bazirganbaşî difikire (dinihêre) Menîcayê, Menîca qîzeke zefe bedewe, go:

-Qîzê, tu qîza kêyî? Were te ji xwera bivim.

Dibêjî: -Ezim Menîca, keça Elfesyabê, şûna kirasê kitan, min xwe kirîye qetekin, ketime ser bextê Bêjenê bexteşor. Ezê ji nava bajêr nan berev dikim, Bêjen zindanêye, nan jêra divim.

Bazirganbaşî barkir, çû welatê xwe. Nava rêda çû, cihê Îranê zelamek rast hat, go:

-Bazirganbaşî, tu ji ku têyî?

Go: -Ez ji cîyê Tîranê têm.

Go: -Qet xeber sehnekirine, wêderê te navê Bêjen seh nekirîye?

Go: -Min navê Bêjen seh kir: min firûn vekirîbû, min nan dida feqîra li Tîranê. Rojekê qîzek hat wir: qîzeke zef bedew bû, min ji qîzê pirsî, min go: “Tu qîza kêyî?”. Go: “Ez Menîcame, qîza Elfesyabê. Min go: were ez te ji xwera bivim”.

Qîzik girî, go, -Ezim Menîca keça Elfesyabê, şûna kirasê kitan, min xwe kirîye qetekin, ketime ser bextê Bêjenê bexteşor, -haqa min seh kirîye.

Ewî merivî çû Rostemra got, go:

-Min navê Bêjen seh kirîye. Bazirganbaşîyê Xoromê gote min, go: -Bêjen li cîyê Tîranêye. Qîzek hate ba min, nan berev dikir, qîzek zef bedew bû, min ji qîzê pirsî, min go: “Tu qîza kêyî?”. Go: “Ez Menîcame, qîza Elfesyabê. Min go: were ez te ji xwera bivim”. Qîzik girî, go, -Ezim Menîca keça Elfesyabê, şûna kirasê kitan, min xwe kirîye qetekin, ketime ser bextê Bêjenê bexteşor”. Min go: “Bêjen çî teye?”. Go: “Mêrê mine, avîtine zîndanê, ez nan berev dikim, jêra divim”. Haqa min seh kirîye.

Rostem rabû, xwera hilanî heyştê pelewan, gurzê xwe danîne sandoqada, barkir texlîtê bazirganan. Rostem bû bazirganbaşî, berê xwe dane cîyê Tîranê. Çûne bajêr, firûn vekir, nan da kesîban; herçî hat lê pirsî, kesî navê Bêjen sehnekir.

Rojekê qîzek çû pormê (firnê). Gote qîzê:

-Tu çi qîzekî? Qîzek bedew xuya dikî, tu were, te ji xwera bibim.

Go: -Ezim Menîca keça Elfesyabê, şûna kirasê kitan, min xwe kirîye qetekin, ketime ser bextê Bêjenê bexteşor”.

Go: -Bêjen li kuye?

Go: -Zîndanêdane.

Rostem gote xulamê xwe, go: -Qazekê bipêjin. Hungustîra xwe êxiste nav zikê qazêda, tijî ser birinc kir, dane destê Menîcayê, go:

-Ji xwera bibe.

Menîcayê bir, bire ser devê zîndanê, ba Bêjen, Bêjen xwar, go:

-Menîce, ev birinc te ji ku anîye?

Go: -Min ji bazirganbaşî anî.

Go: -Tama vî birincî, birincê Eyranêye. -Dema qaz vekir, nava qazêda hungustîrtek dît, hungustîr nas kir, go: -Ev hungustîra Rosteme, go, Rostem xalê mine.

Qîzê go: -Êdî ez naçim wê, wekî xalê teye, ez naçim.

Sê roja ma birçî, qîzik neçû nan neanî. Bêjen gotê, go:

-Menîce, here ji minra nan bîne. Go, hekî xilazbûna min hebî, Rostem zilam be, wê min ji zîndanê xilaz bike.

Qîzik çû, çû ba Rostem, Rostem rabû, xwarin dayê, nan dayê, qîzikê nan bir, çû. Zelamek pêra şand, go:

-Here, ka nan bete ku?

Nan bir çû ser zîndanê.

Zelam hat, go: -Nan bir ser zîndanê.

Go: -Te cîyê wî nas kir?

Go: -E. Dêwekî perender danîye ser zîndanê, ca kes neçe cem Bêjen.

Bû şev. Rostem gurzê xwe hemû deranî, rexşê xwe hemû siyar bûn, çûne ser zîndanê. Dêwê perwender kuştin, Bêjen li zîndanê deranîn, Menîce anîn hatine welatê Eyranê.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.