Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Efsaneya Bob Dylan – guh jî dikarin bixwînin

Efsaneya Bob Dylan – guh jî dikarin bixwînin
» Nobela Bob Dylan şêniyê qaxizmanê di nav dilşahiyê de hîşt / (Bob Dylan'ın Nobel'i Kağızman'ı Sevince Boğdu, Birgün,14/10 2016)
» Nobela Bob Dylan şêniyê qaxizmanê di nav dilşahiyê de hîşt / (Bob Dylan’ın Nobel’i Kağızman’ı Sevince Boğdu, Birgün,14/10 2016)

SWÊD, 2/12 2016 — Akademiya Swêdê di roja 13/10 2016an de biryara xwe eşkere kir û xelata Nobelê ya edebîyatê ya sala 2016an da muzîsyen, dengbêj û nivîskarê tekstên stranan Bob Dylan. Piştî ko Bob Dylan îsal xelata Nobelê ya edebîyayê wergirt, li Tirkiyê di hin rojnameyan û medyaya civakî de bi xeletî hat nivîsîn ko Bob Dylan “ji aliyê bavê de” ji malbateke cihûyên Qaxizmanê ye.[1]

Bob Dylan berî deh salan di bîranînên xwe de gotibû ko aliyê pîrka wî (dayîka dayîka wî) ji bajarokê Qaxizmanê tê, ew bajarokê ko sala 1955an ez lê hatime dinyayê. Dema Bob Dylan di sala 2004an de dîyar kir ko koka pîrka wî ji aliyê Qaxizmanê tê, wek kesekî qaxizmanî bi rastî ez gelek kêfxweş bûm. Min ew wek hemwelatiyê xwe hisiband. Ser vê mijarê berî deh salan nivîseke min bi kurdî hat weşandin.[2]

Eynî nivîs bi formekî firehkirî vê carê di kovareke tirkî de derket.[3] Kurdîya nivîsê di sala 2008an de beşeke pirtûka min a bi navê Ronahîya Dîrokê jî pêk anî.[4] Danasîneke vê pirtûkê bala xwendevanan kişande ser Bob Dylan.[5] Navê Bob Dylan sala 2012an dîroka bajarokê Qaxizmanê xemiland. [6] Herwiha di eynî salê de bû mijara gotareke ko di sempozyoma Qaxizmanê de hate pêşkêş kirin.[7]

Belê Bob Dylan ji sala 2004 heta sala 2016an her bala min kişand. Min ew wek cihuyekî ji Kurdistanê ko aliyê pîrika xwe de digihêje Qaxizmanê da nasandin. Îsal (2016) dema min bîhist ko Bob Dylan xelata Noberê ya edebîyatê wergirt ez vê carê zêdetir kêfxweş bûm.

Dayîna xelata Nobelê ya edebîyatê di çapemeniya cîhanê de bû mijara minaqeşeyan, di derbarê vê mijarê gelek dîtin, raman û nivîs hatin belav kirin.[8] Bob Dylan zêdetir bi muzîkê û dengê xwe hatiye nasîn. Deng û tekst wek du peyvên hevalcêwî dikarin bên hesibandin. Peyv dibin nivîs û tekst, dengbêj jî dikarin bibin nivîskar yan jî, “stran-nivîskar”.

Akademîya Swêdê bi dayîna vê xelatê mirov dikare bêje ko wate û warê edebîyatê fireh kir û ev babet kir mijara minaqeşeyê. Rexnevan û edebîyatnasan dest bi bikaranîna têgihên nû kir: “helbestvanê stranan” (vislyriker) û “helbestvanê guh” (örats poet) û “sjungande ordet” (peyva ko distrê). Êdî em zanin ko ne tenê çav, guh jî dikarin bixwînin!

Sekretera Akademiya Swêdê ya daîmî Sara Daniusê di gotareke xwe de bala çapemeniyê kişand ser helbestvana jin Sappoyê ko berî du hezar salan jîyaye, helbest gotine bi armanca em wan guhdar bikin. Helbestên wê heta rojên me hatine, derbasî ser kaxezan bûne. Berhemên kevn bi navê Edda/Eddan li welatên bakur roleke wiha edebî lîstine. Peyva Edda li Îslandê navê jinan û navê kovareke edebîyatê ya welatên bakur e. Em dibînin edebîyat qalibê xwe diqelêşe, diguhirîne! Akademîya Swêdê ev xelat da wan tekstên bi hezaran stranên ko Bob Dylan di nav van 50 salên dawî de gotine/nivîsîne. Angorî Akademiya Swêdê mûzîkvan Dylan îfadeyên nû yên helbestane di kevneşopiya stranan de peyde kiriye, bûye efsaneyeke zêndî û jîndar. Em îro wî êdî wek nivîskarê textên stranan nas dikin.

 Nivîseke bi navê ”Bob Dylan-Dengbêjê emerîkayî” (Dagen Nyheter, 26/ 1 1965)
Nivîseke bi navê ”Bob Dylan-Dengbêjê emerîkayî” (Dagen Nyheter, 26/ 1 1965)

Beşa kurdî ya Radyoya Swêdê bi minasebeta xelata Nobelê ya edebîyatê di derbarê Bob Dylan û Qaxizmana ko dapîrên Bob Dylan berî sedsalan jê hatibûn digel min hevpeyvînek kir.[9] Di vê hevpeyvînê de min bi kurtî qala pirçandî, pirzimanî û piroldariya Serhedê û rewşa cihûyên vê herêmê kir. Min hinekî jî qala Bob Dylan çima hêjayî vê xelatê bû kir. Min Bob Dyan şibande dengbêj û nivîskarên kurd ên wek Evdalê Zeynikê û Feqiyê Teyran ko zêdetir wek du temsîlkarên edebîyata devkî (zargotin) hatine nasîn.

Gotina stranan bêyî enstruman (a cappella) yanî dengbêjî kevneşopiyeke gelek kevn e ko koka wê diçe û digihêje berî sed salan. Dema mirov van herdu warên edebîyatê dide ber hev û bi çavekî dîrokî analîz dike mirov dibîne ko di koka edebîyatê de hertim peyv, gotin heye, deng, ses û seda heye! Sînorên mûzîk û edebîyatê her diçin zirav û tenik dibin. Bi kurtî mirov nikare herdu warên hunerê ji hev cida bike. Her stranek di eslê xwe de helbestek e! Dema mirov dêvla helbestvaniyê lîrîkê bi kar tîne gelek caran mirov ji bîr dike yan jî nizane ko koka peyva lîrîkê ji gotina lîr (hacet, înstrumenteke muzîkê) tê.

Rojnameya Swêdê ya here mezin Dagens Nyheterê hê sala 1965an, berî 50 salan dema Dylan hatibû Swêdê, ew wek “Dengbêjê Emerîkayê” (Den amerikanske trubaduren) bi nav kiriye.[10] Piştî 50 salan rojnamevana swêdî Bitte Hammargren di nivîseke xwe de dema Bob Dylan û dengbêjên kurd dide ber hev wan wek hev dibîne.[11] Eynî xanimê berî salekê jî bala xwendevanên swêdî bi nivîseke dirêj kişand ser hunera dengbêjiya kurd. Di vê nivîsê de Bitte Hammargren dîyar dike ko dengbêjên kurd ziman û çanda kurdî jîndar hîştine/kirine, heta niha wan hebûna van stûnên neteweyî bi deng, nefes, bîn û qirika her parastine.[12]

Ji malpera Radyoya Swêdê: “Rohat Alakom hunermend Bob Dylan dişibîne dengbêjên Kurdistanê” (Wêne: Rogelio Solis)
Ji malpera Radyoya Swêdê: “Rohat Alakom hunermend Bob Dylan dişibîne dengbêjên Kurdistanê” (Wêne: Rogelio Solis)

Piştî wergirtina xelata Nobelê ya edebîyatê ya sala 2016an, Bob Dylan di ber dilê min de her ko çû şirîntir bû. Paşnavê Bob Dylan tavilê gotina kurdî dîlanê (eşq, şahî, dilşahî, dewet) tîne bîra min, peyva dîlan û paşnava Dylan gazî hev dikin. Di hunera Bob Dylan de mijara ko derketiye pêş mirov dikare bêje ko dîlan û govenda peyvan, gotinan e.

Bi kurtî mînaka Bob Dylan ji me re pencereyeke nû vekir, pencere û neynikeke ko her folklorhez, stranhez û dengbêjên kurd dikarin xwe tê de bibînin. Piştî dîyarkirina xelata Nobelê ya edebîyatê demekê deng ji Bob Dylan derneket. Dylan çapemenî û medya cîhanê matmayî û ecêbmayî hîşt. Gelek tişt hatin gotin. Tiştekî ew zane sedî sed heye, lê belê em nizanin! Ji ber vê rastiyê heqê me tune ye ko gazin û loman li Bob Dylan bikin. Paşê deng jê derket. Ji ber dayîna xelata Nobelê ya edebîyatê şabûna xwe dîyar kir û got ko ew dê hewl bide bê Stockholmê û xelata xwe werbigre. Hatiye hatiye, nehatiye jî kurdan negotî bila canê wî sax be.

Bêguman Bob Dylan ji xelata Nobelê jî mezintir e. Dema min roja 15/11 2016an xwest bi saya motora lêgerînê, motora navdar google de fêr bibim ka Bob Dylan çiqaş li cîhanê navdar e, di nav sanîyekê de li ser ekrana komputura min nêzî 53 600 000 encaman xuya kir. Belkî hin xwendevan reqeman tevlihev bikin, ez vê reqema dirêj divê bi gotin jî lir vir binivîsim: Pêncîûsê mîlyon. Min bi çavên xwe bawer nekir, careke din dîsa min gogiland, min nihêrî dîsa eynî encam derkete pêşberî min. Belê encam gîhiştibûn bilindahiyeke ber teqînê!

Wisa xuya dibe ko navê Bob Dylan wê ji vir şunda zêdetir bên gogilandin. Hêvî dikim ko bi saya vê nivîsê zimanê kurdî peyva gogilandin jî têxe nav tûrik û xezîna peyvên xwe. Çima na? Wek mînak peyva gogilandin wek lêker (verb) ji zû de bi forma “googla” ketiye zimanê swêdî û di dawiyê de Desteya Zimên (Språknämnden) ev peyv di sala 2003an de xist nav ferhenga peyvên nû.

Têbînî:

[1] Muammer Elveren, Edebiyat Nobel’i Müzisyen Dylan’a, Hürriyet, 13/10 2016.
[2] Rohat Alakom, Dapîra Bob Dylan ji cihûyên Kurdistanê ye,
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=30 (4/7 2005)
[3] Rohat Alakom, Kağızman ve Bob Dylan’ın Öyküsü, Toplumsal Tarih, nr 142/2005.
[4] Rohat Alakom, Ronahîya Dîrokê, Aran, 2008, rûp.311-315.
[5] Mîrhem Yîgît, Rohat Alakom û Bob Dylan, Özgür Politika,7/8 2010.
[6] Rohat Alakom, Kağızman: Kars’ın Tadı Tuzu, 2012, Weşana Şaredariya Qaxizmanê, rûp.225.
[7] Kağızman Sempozyumu, 2012, rûp. 295-297.
[8] Jeper Olsson, Visor som ger röst åt det litterära Amerika, Svenska Dagbladet, 14/10 2016.
[9] “Damareke Bob Dylan a Kurdistanî heye!”, Radyoya Swêdê (13/10 2016)
http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=6540991
[10] Bob Dylan-Den Amerikaske Trubaduren, Dagen Nyheter, 26/ 1 1965.
[11] Bitte Hammmargren, Om Bob Dylan, barderna och Nobelpriset
http://bittehammargren.com/news-bedford/2016/10/14/bob-dylan-och-kurdiska-barder (1/10 2016)
[12] Bitte Hammmargren, Kurdiska barder höll språket vid liv, Svenska Dagbladet, 28/ 2015.

Nivîskar: ROHAT ALAKOM rohat.alakom@yahoo.se

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=8&ArticleNr=8720

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev