Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Serbilindîya gelê me û çend welatan

Serbilindîya gelê me û çend welatan

Radyoguhdarên delal, îro emê beşeke bernameya xwe bi sernivîsara “Şexsê berbiçav” raberî we bikin. Kerem bikin nasîya xwe bidin rohilatnas, kurdzan, aborîzan doktorê ulmê aborî , profêsor, prorêktorê Instîtûta Asîyayê û Afrîqayê ya Zanîngeha Tbîlîsîyê, endamê kolêgîya rêdaksyonê ya Instîtûta Rohilatnasîyê ya ser navê Sêrêtêlî û Zanîngeha Asîyayê û Afrîqayê ya bajarê Tbîlîsî, binelîyê bajarê Tbîlîsîyê Keremê Alxan Amoêv.

Salên dirêj Keremê Alxan seroktîya Yekîtîya Ezdîyên Gurcistanê dikir, lê vê demê Serokê navenda navnetewayî ya hîmbûn û lêkolîna Kurdistanê ye. Xwedîyê granta fonda Sorosê ye, bi alîkarîya kîjanê jî ewî pirtûka xwe “Nimûnê zargotina kurda û gurca” çap kir. Stîpêndîantê Akadêmiya Almanîayê ye. Keremê Alxan xudanê pirtûka “Kitêbên Ezdîyaye Pîroz”, “Pirsa kurdî di peymana navnetewayî de”, “Kurd, dîrok û aborî” ye. Dereca balkêşîya wî ya zanistîyê lêkolîna pirsên sereke di dîrok, sîyaset, soşîal-aborî, çand û dîn-hebandina kurdan e. Beşdarê bi dehan sîmpozîûm û konfêransên navnetewayî yê cûre cûre ye. Xudanê weke 80 karên zanistîyê ye, danherê 8 pirtûk, 4 ji wana derheqa pirsgirekên di warê aborîya kurdan û yê din derheqa aborîya Gurcistanê da nin.

Guhdarên delal, wek min pêşda gote we, îro emê nasîya we bidin kar û jîyana mirovekî xweyşuret û rewşenbîrekî berbiçav. Doktorê aborîyê Keremê Alxan Amoêv zanyarê bi nav û deng e. Nav û dengê wî belayî nava cimaeta me bûye, herwiha di nava civaka rewşenbîr û zanyarên kurd de jî wek ulmdarekî navdar, kesekî zane, şereze tê nasîn. Ked û emekê wî pir e di warê berevkirin û parastina ulmê aborîyê, dîrok u lêkolîna dînê Ezdîyatîyê de. Xizmetên doktor Keremê Alxan di nava dereca dînê Ezdîyatîyê de jî gelek in û pirqîmet in. Dr. Keremê Alxan bi dereca kurdzanîyê ve ji sala 1970î û şûnda mijûl dibe û sal bi sal zanebûna xwe û fikirên xwe hûr û kûr dike û xwendevanê xwe bi pirtûkên nû dilxweş dike. Çawa min got, heta niha 8 pirtukên wî çap bûne. Hêjayî gotinê ye, ku karê wî yê zanistîyê di nava zanyarên cîh û biyanî de begemîyeke mezin dest xistine û xebatên wî qîmet û begemîya zanyarên cîhanê yên bilind qazanc kirine. Berhemên wî wargerandine ser gelek zimanên biyanî.

Keremê Alxan wisa ji bi karê pêdagogîyê ve mijûl e. Ew di Instîtûta Asîyayê û Afrîqayê de dersan dide, hema li wê derê jî rêbertîya bi magîstrant û doktoranta dike.
Guhdarên hêja, nenhêrî ku bi hezaran wekîlê miletê me ji Gurcistanê koç kirine, çûne dewletên Ewrupayê û Rûsyayê, hersê ewledên kekê Kerem jî vê demê li Ewrupayê dijîn, ev û xanima wî Zîna Tosin Mosakî li Tbîlîsîyê dijîn û xizmeta miletê xwe dikin.

Fermo, niha guhdarîya hevpêyvîna me bi Dr.Keremê Alxan re bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev