ZAROKATÎ

ZAROKATÎ

Devliken Kelogirî

Ne şev li me şev bûn, ne roj li me roj;
tenê dema em birçî dibûn û xewê digirt ser çavên me, rêya malê diket bîra me.
Ji me re digotin “Meheleya Bêcemeyan.”
Erê, em zarokên mehelê hemû bi bêcemeyan digeriyan.
Bêcemeyên rengo rengo û xetxetî…
Du celebên wan hebûn;
yek jê bi xetên zincîrî bû,
yê din bi xetên werîsî.
Me zincîr di ser werîs re digirt.
Em neviyên Hesinkarî bûn.
Herçend di dem û dewra me de Kawa bi hesinan dabûn jibîrkirin jî, genên kawayî xwe didan der.
Ku bêcemeyê yekî ji me bi xetên werîsî bûya, dibû benîşt û diket devê hevalan.
Me ew bêceme li ber çavê wî reş dikir.
Wî jî bi wê dilşikestinê diçû bi ser dêya xwe de tofan radikir.
Pêwist bû becemeyê me bi xetên zincîrî bûna.
Nigekî me li derve, nigekî me li hundir, datiruzadin li me tune bû.
Ne sekin li me hebû, ne betilandin.
Qîtik, gogê, qûçê, veşartok, eskerko-mahkûmko, fitbol û lîska bi heriyê.
Kêf kêfa me bû.
Em tu carî li xwe nediheyirîn.
Dilê me biçûya tahmtîtkan, em wek refê kewan bi hev diketin û li seranserê bajêr sergo bi sergo digeriyan.
Elemiyon, sifir, tûtya û qabloyên me didan hev, me dibir li dikana xalê Xidir xurde dikirin.
Pereyên ku xalê Xidir dida me, berî em gava xwe biavêjin derve, dîsa li xalê Xidir vedigeriya.
Em bi loqim, çiqolata, dendik, nok, qidam û bi gofret derdiketin ji dikanê.
Xalê Xidir!
Wê çaxê temenê wî li dora şêstî bû.
Ereb bû.
Bi kurmancî bi me re dipeyivî, lê ji kurmanciya wî erebî difûriya.
Haa!
Em tercal bûn.
Me carina cira xwe nexweş dikir û heram jî tev li helalên xwe dikir.
Xalê Xidir heya kîsikên me hemûyan diwezinand, nîv kîlo dendik, çend gufret, çiqolat û qutiyeke benîştên mintî lê diçû gilî.
Lê ez zanim ew jî ne bi bext û ûjdan bû haa.
Ji sibehê heya êvarî sergo bi sergo pirê caran nigxwas em digeriyan, bi me gişa kîsekî xişiko qablo, elemyon, tûtya û sifir digîhaşt ser hev, camêr fen li me dikir û bi nîvê heq ji me dikirî. Me zanîbû ew jî dibe sê caran zêdeyî buhayê ji me dikirî difirot dereke din.
Axir bi wê tercalî û şeytaniya xwe, heq û neheqiyê hev dişuşt û em fîtafîta dibûn.
Ne me têr dixwar, ne xalê Xidir dixesirî.
Û tew xalê Dao!
Yê ji ber me ne di tu halî de xalê Dao bû.
Erebeyeke wî ya dewaran hebû.
Zebze û fêkî difirot.
Bergîra wî bergîreke jar î kêmqawet bû. Bi zorê erebeya pey xwe dikişand.
Pirê caran xalê Dao di ber de reş û şîn dibû.
Qamirçiyê wî li ser pişta wê rebenê direqisî.
Her qarewara wî bû. Dengê wî li mehelê olan dida.
“Hey min di jina xwedî niyhê! Min di te niyhê! Janpêketê! De bimeşe, wey mewt!…”
Şelwerekî wî yî cûn î kevn, çakêtekî wî yî estar di bin re xuya dikir û şewqeyê wî yî di nav çavên wî de.
Roja ku di meheleya me re derbas dibû, rebeno bi qaseyeke fêkî dixesirî.
Wexta bi me dihisiya em li pey erebeyê ne, bi wî qamirçiyê xwe yî zalim li ser destên me dikir şerqînî. Agir ji tiliyên me diçû.
Lê em ji ya xwe danediketin. Heya ew li kuçê difitilî me têra xwe fêkî jê didizî.
Rehma Xwedê lê be!
Hîn wê çaxê yextiyar bû; bawer im nuha ji zû de miriye û koç kiriye.
Û sînema!
Sînemaya havînî…
Pere jî tune bû em herinê.
Lê heger pere hebûya jî emrê me tije nedikir, em têketina hundir. Loma jî me ji xwe re ciyekî belaş dîtibû.
Kêleka qonaxa hikûmetê li ber derabeyên dîwarê wê me ciyek dîtibû.
Dema me xwe dida ber, ji sê payan payek dîwarê sînemayê yê spî xuya dibû.
Havînan her şev karê me ew der bû.
Bruce lee…
Yilmaz Gunêy…
Cuno…
Qadir…
Û pirê dinê…
Û em mezin bûn.
Ji hev belawela bûn.
Hin ji me zewicîn…
Hin ji me azib man…
Hin ji me nexwestin yextiyar bibin, çûn…
Hin ji me jî ketin pey xeyalên zaroktiyê hîn jî zarok in.
Em li bajarên nenas bêxwedî hey mezin dibin, zaroktiya me jî li wan kuçe, sikak û kolanên bajêr sêwî ma.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev