PKK/PYD Rojavayê Kurdistanê dike 3 parçe û êrişê dibe ser kurdan

PKK/PYD Rojavayê Kurdistanê dike 3 parçe û êrişê dibe ser kurdan

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

PKK/PYD dîsa êrişî xwepêşandana ENKSê kir. Gelek kurdperwer, jin û zarok, kal û pîr hatin birîndar kirin û bin çav kirin.

Buroya Partiya Demokrat ya Kurdistana Sûriyeyê û Partiya Yekîtî hatin talankirin.

Ala Kurdistanê hat çirandin û perçiqandin. Gelê kurd li Amûdê jî ji ala xwe re bi mêranî û bi helwesteke niştîmanperwerî xwedî derket.

Bûyer gelek girîng e. Lewra PKK/PYDê wek her dem ji hêjayiyên milî yên Kurdistanê re êriş pêk anî.

Serokê Kurdistanê jî mecbûr bû ku di derbarê vê mijarê de daxuyaniyekê bide.

Serokê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku:

“Ez rêz û spasiyên xwe pêşkêşî xelkê berxwedêr yê bajarê Amûdê dikim, ku bergiriya li niştimanperwerî û hêjayîyên gelê Kurdistanê ne. Destxweşî li we dikim, ku bi sebir û bi berxwedan hûn ala Kurdistanê diparêzin, ew al ku ala xwîna şehîdan e û nîşana pêkvejiyan û aştiyê ye. Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de ji bo gelê Amûdê dibêje, ez piştrast dikim ku riya niştimanperwerî, rihê kurdayetîyê bi ser dikeve û şermezarî ji bo wan kesan dimîne ku ala Kurdistanê dişewitînin û gênc û lawên Kurd îşkence dikin û diêşînin, û li dawiyê ewê baca wan tewanan bidin.” 

Divê hemû partî û rêxistinên Kurdistanê di derbarê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin. Wê demê pêşiya xeteriya PKK/PYDê tê girtin. Pêşiya şerê hûndir tê girtin.

Loma divê em carek din bi esasî li ser mijara Rojavayê Kurdistanê û PKK/PYD rawestin.

*****

Wek tê zanîn li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê gelek bûyerên girîng di rojevê de ne. Li Rojavayê Kurdistanê ji aliyekî sîstemek otorîter û totalîter jinûve ava dibe; ji aliyekî de jî Kurdistan tê parçekirin.

Rojavayê Kurdistanê dibe 3 parçe…

Li Sûriyeyê şerê hûndir dom dike. Di encama vî şerî de rewşek gelek trajîk qewimîye. Roj hene ku bi sedan kes tên kûştin. Ew kesên tên kûştin ji hemû mensûbên kêmneteweyan û neteweyan e.

Di heman demî de bajar tên bombaran kirin û bajar tên hilweşandin. Nêzikî 6 mîlyon însan ji cî û warên xwe dûr ketine: Li Lubnanê, li Iraqê, li Başûrê Kurdistanê, li Tirkiyeyê, li Urdunê, li welatên din bûne penaber.

Kurdên li Tirkiyeyê jî penaber in, zêdetir li Bakûrê Kurdistanê jiyana xwe dom dikin.

Penaberên Kurd, ereb, kêmneteweyên din di rewşek gelek xerab de dijîn. Zarok nikarin biçin dibistanan. Zivistanek gelek dijwar derbas dikin. Di nav heriyê de jiyana xwe didomînin.

Li Bakûrê Kurdistanê şeradariyên ku ji aliyê PKKê de tên birêvebirin li van penaberan xwedî dernakevin. PKK/PYD/HDPê ew kurdên ji Rojavayê Kurdistanê mecbûr bûne ku koç bikin û bibin penaber xaîn îlan kirine. Ji bona vê jî propagandeyek gelek qirêj didomînin. Propagandaya wan ya qirêj û reş dibe sedem ku Kurdên Bakûrê Kurdistanê bi çavekî pirr xerab li xwîşk û birayên xwe yên ji Rojavayê Kurdistanê hatine, mêze bikin.

Dema ku di Adara 2011-an de li Sûriyeyê li bajarê Deraayê ku li sînorê Urdinê ye serîhildana sivîl dest pê kir, li Rojavayê Kurdistanê jî kurdan bi giştî û hemû rêxistinên milî yên Rojavayê Kurdistanê li hemberî rejîmê helwesta xwe gelek aşkere diyar kirin.

Li Qamişloyê û li gelek bajarên din yên Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanan piştgiriya xwe ji serîhildana sivîl re nîşan dan.

Stratejiya rêxistinên kurdan ew bû, ku rejîma baasê bê rûxandin û rejîmek demokratîk, parlamenter, pirrpartîtî ava bibe. Partiya baasê û sîstema îstîxbaretê/sixurê bê tasfiye kirin.

Hezar mixabin li Rojavayê Kurdistanê bes PKK/Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji rejîma baasê re piştgirî dikir. Nedixwest ku rejîma baasê bê hilweşandin. Lewra PYD bi destê PKKê, bi piştgiriya rejîma baasê di sala 2003-an de ava bibû. Rol û peywira wê jî ew bû ku pêşiya rêxistin û kurdan bigre ku bi mûxalefeta ereb re yekîtî çê nekin û tevgera milî ya kurd parçe bibe.

Loma jî, ji aliyê rejîma baasê de hat bi çek kirin. PKK/PYD serok û berpirsiyar û endamên partiyên Rojavayê Kurdistanê kûşt, girt û eşkence kir.

Ew helwesta wan nûha jî dom dike.

Loma ji bona ku ev nekokiya di navbeyna PKK/PYD û rêxistinên Kurdistanê yên din ku di Encumaniya/Meclîsa Niştîmanî ya Kurdistan ya Suriyeyê (ENKS) çareser bibe, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê PYDê jî di nav de bi hemû rêxistinên Kurdistanê re civînek pêk anî.

Di wê civîna Hewlêrê de minaqeşeyên gelek dûr û kûr pêk hatin. Encama civînê de biryar hat girtin ku di nav partiyên Kurdistanê yekîtî çê bibe.

Ew di bin sîwana, ala “Konseya Bilind” de bigihîjin hev. Rêxistinên Kurdistanê ji rejîma baasê dûr bikevin û bi mûxalefeta ereb re xwediyê danûstandin bibin.

Heger bi mûxalefeta ereb re yekîtiyek jî ava nebe, divê dijminî neke. Di bin serokatiya ”Konseya Bilind” de ji bona gelê kurd biparêzin çek bigrin. Lê ne ji bona êrişkarî çek bigrin destê xwe.

Hezar mixabin PKK/PYDê şertên Peymana Hewlêrê pêk neanîn. PKK/PYD bi çekên rejîmê ji bona xwe hêzek çêkir. Ev çekdariya wan bû sedem ku li Kurdistanê bi mûxalefetê re û bi taybetî jî bi hêzên radîkal yên îslamî re şer çê bibe.

Ji ber şer û siyaseta PKK/PYDê bi sed hezar kurd ji welatê xwe koçber bûn.

Dem hat rejîma baasê ji bona barê xwe sivik bike, çend herêmên kurdan teslîmî PKK/PYDê kirin. Lê desthilatdariya xwe jî li wan herêman domandin. Ev zêdetir bû sedem ku şer dijwar bibe.

PYD, encama ev piştgiriya rejîma baasê û derfetên bi dest xistî li ser gelê kurd û rêxistinên Kurdistanê dîktatoriya xwe zêde kir. Serok û siyasetmedarên kurdan kûşt û hebs kir. Nehîşt ku rêxistinên Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe yên rêxistinî û siyasî bimeşînin; bi gel re pêwendiyên xwe xûrt bikin.

*****

PKK/PYD ji bona ku îradeya miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê desthilatdar nebe û dîktatoriya xwe bikare bidomîne, bi lez û bez “Reveberiyek Demkî” îlan kir. Kurdistan encama vê rêveberiya demkî de jî parçe kir.

Kurdistan kir 3 parçeyan.

Gorî şirovekaran û gorî baweriya min jî, ev parçebûna di heman demê de daxwaza rejîma Baasê ye. Dema ku rejîma Baasê li hemberî mûxalefetê serkeftî bû, bikare bi hêsanî Kuırdistanê ji nû ve bi rehetî bixe bin desthilatdariya xwe.

Ev parçebûna Rojavayê Kurdistanê bes pirseke teknîkî nîne. Projeyek e. PKK wek tê zanîn bi sîstema xwe ya “Xweseriya Demokratîk” Bakûrê Kurdistanê jî dixwaze bike 5-6 parçeyan.

Wek tê zanîn Kurdistan di sala 1639-an de encama Peymana Qesrî Şîrînê bû du parçeyan. Her parçeyek ket bin desthilatdariya du împeratoriyan; Împeratoriya Osmanî û Farisî.

Encama Peymana Lozanê jî Kurdistan bû çar parçe. Her parçeyek ket bin desthilatdariya çar dewletên kolonyalîst.

Ev projeya “Xweseritiya Demokratîk” ya Kurdistanê zêdetir parçe dike, dibe sedem ku dewletên kolonyalîst hîn hêsantir li Kurdistanê desthilatdar bin; PKK jî li herêmek û an jî li du herêman desthilatdar be, dîktatorî û totalîtarîzma xwe bidomîne.

*****

Serokê Kurdistanê, ji bona Rojavayê Kurdistanê û sîstema ku PKK/PYD li Rojavayê Kurdistanê ava dike, nêrînên xwe gelek aşkere diyar kir. Got ku “PKK/PYD li Rojavayê Kurdistanê sîstemek xeter û nedemokrat, sîstemek otorîter û totalîter ava dike.”

PDK û ENKS dixwazin ku PKK/PYD dest ji sîstema otorîter û totalîter berdin. Sîstemek demokratîk ava bibe. Ev yeka bû xeyalek. Lewra PKK/PYD dîktatoriya xwe bi piştgiriya dewletan xûrttir kir.

Peymana Hewlêrê tu car bi cî û cî nabe. Hêzek çekdar ya mişterek ya xweparastinê ava kirin jî ne di rojevê de ye.

Lêwra PKK/PYD vê yekê qebûl nake. Daxwaz dike ku hêza wan ya çekdar wek hêza tevayî kurdan bê qebûl kirin. Ew jî tê wê wateyê ku PKK/PYDê bi hêza xwe ya çekdar her dem dikare li Rojavayê Kurdistanê desthilatdarî û dîktatoriya xwe bimeşîne.

Di heman demê de bibe sedem ku şerê hûndir jî çê bibe.

Loma divê her kurdek hem li hemberî dîktatoriya PKK/PYDê û hem jî li dijî parçebûna Kurdistanê derkeve.

Li Kurdistanê demokrasî û yekîtiya Kurdistanê biparêzin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev