CERIBÎN – 3

CERIBÎN – 3

Fermo, em beşa 3an a romana nivîskarê malpera me H. Kovan Baqî raberî we dikin.

  1. Kovan Baqî

Ji bo ez nebim weledê bavekî, ez nahêlim ko ez biwelidim.

Min û xwedê xiyanet bi hevre kir; wî ez niximandim, min jî ew tazî kir û em di bîra çavên kor de werbûn.

Ez him kerxaneyek im, him perestgehek; lewma hûn gav û saet min tewaf dikin.

Ez welatê xwe me; lewma bêwelat im. Li derve, hûn min dişewitînin; li hundir, nivîs min dişewitîne. Li dewsa vê şewata miqîm, hew gotinên zindî dimînin. Lewma kêfa min li cî ye û ti nêta min nîn e ko îsyan bikim.

Ez û xwedê şirîk in û heta roja qiyametê em ê gunehan hilberînin û bihefidînin.

Em kole ne, lewma em bi hêvî ne. Roja hêviya me nemîne, belkî em azad bibin – tevî ko em zanin tiştekî bi navê azadiyê nîn e.

Heger HÎÇbûn jî bibe zagonek, ew ê jî êş û kedereke erjeng bexşî meriv bike.

Kirin-livbazî, maka hemû xerabiyan e.

 

Go, Tu lawê kîjan îdeolojiyê ye?

Min go, Hê dêya min qîz e.

 

Min tu neafirandiye, lewma tu jî kare xiyanetê bi min re bike.

 

Navê dêya min EDEB e, lewma ez bêjî’yekî sêwî me.

Navê bavê min EXLAQ e, lewma ez ensestekî tecawizbûyî me.

 

Roja go tu jî karibe ji qusûrên min hez bike, belkî wê çaxkê em karibin bi hev re çîroka nenivîsî binivîsînin.

 

Heger RASTÎ bihata zanîn, tiştekî bi navê RASTÎ nedima.

Heger RASTÎ hebûya, me nedigot qey em bi RASTÎyê dizanin.

Çimkî RASTÎ, ne tê zanîn, ne tê dîtin û ne tê gotin.

 

Ji bo metna edebî karibe bibe metneke hilweşîner û şoreşger, divê nivîskar hevza xwe ji şoreşgeriyê bike. Lewra gava nivîskar şoreşger be, sansur, di metnê de hukmê xwe diajo û “serbixwe”tîya cîhana metnê vediguhêze koletiyeke abadîn. Ji vir û wê de êdî tu tişt nema dikare bibe “xwe.”

Ji bo ku cîhana metnê bibe cîhaneke şoreşger, gerek metin, şoreşgeriyê hilweşîne û nivîskar jî, statu û hebûna xwe bi tûmerî ji holê rake.

Ji bo di vegotinê de ez karibim xwe bigihênim “bêqusûriyê”, divê ez şêwaza ko hê nehatiye şêwekirin, bi kar bînim – tevî ko dizanim “bêqusûrî” bi xwe jî qusûr e.

Nivîskarên bêhavil, ewil perçeyan didin ser hev û dixwazin bigihên “yekûn”ê; halbûkî gerek ji serî de “yekûn” bê perçekirin û ji vê perçebûnê “yekûn”ek bê afirandin. Yanê ne “yekûn”eke têkûzkirî, “yekûn”eke go ji perçeyên berbelav hatiye afirandin. Ancax wê çaxê xwendevan karibin pê bihesin ko di xwendina girîft de xwe wenda kirine û ew bi xwe metnê diafirînin. Pirsa “dîtin”ê ji vê gavê û şûnde destpêdikê. Lewra “wate,” ji “pirs” û “deng” û “dîtinê” diafire.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev