Erdogan sersaxî da Serok Barzanî

Erdogan sersaxî da Serok Barzanî

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê mirina xwişka wî ya mezin de sersaxî da Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî.

Erdogan bi riya telefonê sersaxiya xwe eşkere kir û xemgîniya xwe anî ziman.

Li hêla din eşkere bû ku Serokwezîr Bînalî Yildirim jî sersaxiya xwe daye Serok Barzanî.

Wekî tê zanîn Eqlîma Mele Mistefa Barzanî, xwişka Mezin a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şemiya borî di 83 saliya xwe de li Hewlêrê Paytexta Kurdistanê koça dawî kiribû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev