Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Heleb: Muxalifan ji sedî 70-yê axa ji destê xwe winda kir

Heleb: Muxalifan ji sedî 70-yê axa ji destê xwe winda kir

Mala Çavdêriyê Ya Mafên Mirovan a Suriyeyê ku navenda wê li Îngilîstanê ye ragihand ku  artêşa Suriyê li rojhilatê Helebê herêma El Şaar jî di nav de, 5 herêmên din xistiye bin kontrola xwe.

Mala Çavdêriyê diyar dike ku herêma El Şaarê herêmeke gelekî stratejîk e.

Tê ragihandin ku bi van serkeftinên dawî yên rejîma Esed, muxalifan ji çaran 3-yê heremên ku li rojhilatê Helebê control dikirin winda kirine.

Serokê Mala Çavdêriyê Rami Abdel Rahman daxuyanî daye AFP-yê û gotiye ku hêzên hikûmetê vê carê hêzên muxalif bi têra xwe tengezar kiriye.

El Şaar 10 kîlometre nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî Ya Helebê ye.

Li hêla din Televizyona Dewletê Ya Suriyê îdîa kirk u bi tevahî ji destê muxalifan hatiye rizgarkirin. Lê ev agahî ji hêla muxalifan ve heta niha nehatiye piştrastkirin.

Tê texmînkirin ku di destê muxalifan de 100 hezar sivîl hene ku ji hêla hêzên Suriyê ve hatine dorpêçkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev