Li Endonezyayê erd hejiya: 25 kes mirin

Li Endonezyayê erd hejiya: 25 kes mirin

Li Herêma Açeya ku dikeve bakurê girava Sumatraya Endonezyayê, di bin deryayê de erdhejeke bi mezinahiya 6.5 pêk hat.

Tê ragihandin ku di encama erdhejê de bi dehan avahî rûxiyane û gelek kes di bin kavilan de mane.

li gorî encamên destpêkê heta niha 25 kes di bin kavilan de mane û mirine.

Rayedarên Endonezyayî daxuyanî dane BBC-yê gotine ku ew guman dikin hejmara miriyan zêdetir bibin.

Dezgeha lêkolînên Jeolojiya Amerîkayê gotiye ku erdhej 17.2 kîlometre di bin kûrahiya deryayê de pêk hatiye.

Serkariya Meteorolojiya Endonezyayê gotiye ku tirsa tsunamiyê tuneye.

Sala 2004-ê jî di Okyanûsa Hindê de bi mezinahiya 9.1 erdhejek çêbibû û di encama erdhejê de li Endonezyayê 120 hezar kes miribûn.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev