Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Li Kerkûkê Berpirsê Radyoya Babagurgurê hate kuştin

Li Kerkûkê Berpirsê Radyoya Babagurgurê hate kuştin

Li bajarê Kerkûkê Berpirsê Radyoya Babegurgurê hate gulebarankirin û kuştin.

Birêveberê Polîsên Nehîştina Sûcan li Kerkûkê, Rezvan Şikûr di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kiriye ku rojnamegerekî Îraqî li Taxa Orûbeya Kerkûkê hatiye kuştin.

Rezvan Şikûr di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Birêveberê Radyoya Babegurgurê Mihemed Sabit Şehate li nêzîkî Mizgefta Rewezî Kebîr a li Taxa Orûbeya bajarê Kerkûkê rastî teqekirinê hatiye û di encamê de jî miriye.”

Şikûr her wiha gotiye ku kesên kuştine, piştre bi otomobîleke Toyota Corolayê ku bê plak bûye, ber bi cihekî nediyar ve reviyane.

Rêveberiya Polîsên Kerkûkê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine û xebata girtina kujeran berdewam e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev